Azweriya ku tevî qedexeyan didome: Jinên motosîkletvan
Li kolanên Îranê tevî kêmasiya perwerde, ewlekarî û sîgortayê jî gelek jin motosîkletan bi kar tînin. Tevî pêkanînên weke ceza, girêdana wesayîdan û girtinê jî daxwaza jinan bi dawî nabe û ev yek bûye sembola berxwedanê ji bo jinên Îranê.

NIYAN RAD
Mehabad – “Ez her dem vê difikirim: Ger jin bikaribin li hespan siwar bibin wesayîdan bi kar bînin, çima nikaribin motosîkletê bi kar bînin? Çima ji perwerde û sîgortayê bêpar dimînin û heta bi hinceta kêmasiya ewlekariyê, jiyana xwe ji dest didin? Em çima ji vî mafî bêpar dimînin û çima çand, destek dide zagonê û ji bo çewisandina vê daxwazê dibe alîkar?”
Ev gotin, ên Kîmya K. ya 22 salî ya li Mehabadê ye. Ew hê jî xeyala xwe ya xwedîbûna motîsîkletê tevî qedexe û tabûyan diparêze. Li Îranê çand û zagon, her çendî bikaranîn û hînbûna motîsîkletê ji bo jinan qedexe bikin jî; dema hûn diçin bajar, dibînin ku jinên motîsîkletan bi kar tînin ruhekî nû di guherînê civakê de çêkirine. Jinên li Îranê motosîkletan bi kar tînin, balê dikşînin û li hinek herêman ji ber ku ev tabûya berê, di nava çandê de hatiye lêpirsînkirin, zêdetir eleqeyê dibîne. Tevî vê yekê jî kêmasiya ewlekarî û bêbaweriyê, hê jî li ser jinan siya xwe hiştiye û ji bo hinekan bûye astengî.
Di bin siyeke bê ewle de ajotina motosîkletê
Berdevka dewletê Fatemeh Mohajeranî, di daxuyaneyeke çapemeniyê ya di demek nêz de dabû de diyar kir ku ji bo jinan dayîna ehliyeta motosîkletê tu astengiyeke zagonî tune ye lê hê jî daxuyaniyên bi nakok ên rayedaran didomin. Ji ber wê jin li benda zagonên nû nîn in û heta li malê xwe û li cihên giştî di saetên vala de ji bo vê yekê perwerde dibînin.
Keça ciwan a Rojyar, bi hevalên xwe re li parkek ji bo hînbûna bomosîkletê dixebite, balê dikşîne ku ehliyet mecbûrî ye û wiha dibêje: “Jin jî weke mêran eleqe ji motosîkletê re dibînin û divê ev yek bi zayendê ve girêdayî nebe. Divê jin jî weke mêran, bikaribin ehliyeta motosîletê bigrin. Kêmasiya zagonan nikare pêşî li me bigre; ehliyeta me hebe yan jî tunebe, eleqeya me jê re heye lê ger zagon hebe em ê bikaribin ji sîgorta yan jî derfetên weke perwerdeya baş sûdê bigrin.”
Astengiyên weke kêmasiya perwerdeyê û tunebûna sîgortayê, bi zexta zagonî re bi taybetî ji bo jinên ciwan dibe sedema xeterên cidî.
Ji tabûyên çandî ber bi desteka malbatê ve
Ajotina motosîkletan di navbera bajaran de dibe ku ji bo jinan rewşeke cuda be. Li hinek cihan, faktorên weke çandî û bîrdozî ji zagonan zêdetir astengiyan çêdikin. Li bajarên ku azadî li wan zêdetir e jî vê rewşê hinek be jî ber bi başiyê ve diçe.
Nejîbe Q. ya 45 salî, di vê mijarê de wiha dibêje: “Nêzî 15 sal berê, li bajarekî weke Mahabadê, jineke ku kask dida serê xwe, her roj bi motosîkletî diçû karê xwe lê di sohbetên mêran de her dem weke ku sûcdar be behsa wê dihat kirin. Li bajarên biçûk û yên ku oldarî li wan zêde be, bikaranîna motosîkletan ji aliyê jinan ve hê jî normal nîn e.”
Ji bo hinek malbatan, çand çi dibêje bila bibêje, ev êdî tabû nîn e. Mînak; malbata Mînaya 18 salî, ji ber eleqeya wê ji motosîkletê re, jê re motosikletê kirîn û Lîna A. dema behsa bertekên ji derdorê û astengiyên zagonî dike, diyar dike ku desteka malbatê ji wan bi bandortir bûye. Lîna wiha didomîne: “Birayê min, xwişka min û min hînî ajotina motosîkletê kir. Ji mirovan, bi taybetî ji jinan min helwestên erênî dîtin û gelek jinên min dîtin min teşwîq kirin. Carna hinek mêr bertekên neyînî nîşanî jineke ku motosîkletê bi kar tîne didin an jî bi gotinên zayandperest jinan tacîz dikin. Ev yek jî astengiya çandî zêdetir dike lê malbata min her dem li ba min e.”
Pêleke ku qet nasekine
Her diçe daxwaza jinan a ehliyetê zêde dibe û dîmenên li kolanan vê yekê piştrast dikin. Jin ji derveyî tunebûna zagonan û dûrî çavên polîsên trafîkê, di nava civakê de motosîkletan bi kar tînin û hewl didin ehliyetê bigrin. Ligel kêmasiya perwerdeyê û tunebûna sîgortayê, bi girtin û girêdana motosîkleta xwe re rûbirû dimînin lê ev pêl her diçe bilindtir dibe û bûye daxwazeke ku pêşî lê nayê girtin.