Azadiya piştî 13 salan: Girtî rûmet û îradeya xwe diparêzin
Jiyan Ateş a tehliya wê 8 caran hat taloqkirin û piştî 13 salan hat berdan diyar kir ku tevî di zindanan de binpêkirin zêde bûne girtî îrade û rûmeta xwe diparêzin û got: “Divê em hîn bêhtir deng bidin dengê girtiyan.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Jiyan Ateş a ku di sala 2012’an de dema li Zaningeha Dîcleyê şagirt bû hat binçavkirin û girtin, piştî 13 salan di 17’ê Kanûnê de ji Girtigeha Sîncanê a Jinan hat tehliyekirin. Jiyan Ateş ku bi hinceta “endama rêxistinê” 12 sal û 9 meh lê hat birîn tevî cezayê wê di sala 2021 xelas bû, tehliya wê ji aliyê Saziya Şopandin Îdarekirinê (ÎGK) 8 caran hat taloqkirin.
Jiyan Ateş a tehliye bû ji ajansa me re tevî zextan jî behsa berxwedana li zindanan kir
Jiyan Ateş diyar kir ku tevî hemû binpêkirinan morlê girtiyan bilindbûye û got ku Girtîgeha Girtî a Sincanê pêşengtî ji hemû bêhiquqiya dike.
‘Negihîştin armancê xwe’
Jiyan Ateş, anî ziman ku dema IGK'ê biryarên li dijî berdana girtiyan girt, îrade û rûmeta girtiyan hedef hat girtin û diyar kir ku lijneyê bi pirs û talîmatên bêbingeh van pêkanînan pêk tîne. Jiyan Ateş anî ziman ku polîtîkayên tên meşandin nagihîjin armancên xwe û got ku girtî xwedî li îradeya xwe derdikevin û wiha pêde çû: “Ev polîtîka bi awayek stratejîk tê meşandin. Dixwazin bi ferzkirina poşmantiyê vê pêvajoyê bidin meşandin. Di zindanan de dixwazin poşmantiyê li ser girtiyan ferz bikin. Ez dikarin vê bibêjim ku tevî hemû ferzkirin û gefan jî kes poşmantiyê qebûl nake. Hewil didin rûmet û îradeya girtiyan bişkînin lê bi serneketin. Di vê wateyê de em di zindanan de n tenê li ser navê xwe, li ser navê girtiyên din jî berxwe dida. Divê bizanibin mirovê ku 10 sal 30 sal di zindanan de mane ji bo yek an du salan de poşmantiyê qebûlnakin.”
'Divê Yekîtiya Odeyên Tabîban pêvajoya sewq û muayeneyê bişopînin'
Jiyan Ateş, da zanîn ku ji bilî taloqkirina înfazê, li girtîgehan hem mafên tenduristiyê û hem jî mafê jiyanê bi tundî tên binpêkirin, Jiyan Ateş, destnîşan kir ku li girtîgehan piraniya mafan tên sekinandin û qadên jiyanê yên girtiyan teng dikin.
Jiyan Ateş balkişand ser pêkanînên tecrît û îzolasyonê û got: “Hevalên me yên rewşa wan pir giran bûn hebûn. Hevalan ji me re digotin ku dema em diçin nexweşxaneyê hîn zêdetir diwestin. Dema girti diçûn nexweşxaneyê bi şer êş û westandinê dizivirîn. Girtiyê ku digotin sewqa wê bêkirin, dibirin nexweşxaneyê û bêyî ku muayeneyê bikin ew vedigerînin. Dema ku ev rewş derket holê, girtiyan weke ku hatina sewqkirin nîşan didin. Divê Yekîtiya Odeyên Tabîban vê pêvajoya sewq û muayeneyê bişopîne.
'Lêpirsîna hembêzkirinê dihat kirin'
Jiyan Ateş got, “Dema me hevalên xwe di korîdoran de dîtin û hembêz dikir, ji me re gotin ‘Li ber kamerayan hembêz nekin. Dema ku me ev pêkanîn qebûl nekir, bi hinceta 'binpêkirina quralan’ li dijî me rapor dinivîsandin. Em ti carî ji van polîtîkayan razî nebûn. Nêzîkatiya wan her tim bi vî rengî bû, lê girtiyan li ber xwe didan.
‘Divê em bibin dengê girtiyan’
Jiyan Ateş, bal kişand ser girîngiya piştevaniya bi girtîgehan re li hemberî binpêkirin û bêhiqûqiyê û wiha axaftina xwe domand: “Girtiyan li dijî van polîtîka û şert û mercên dijmirovî banga piştevaniya derve kirin. Dema desng derdikeve ev polîtîkayên xwe gav paş de davêjin. Însiyatîfeke mezin dan rêveberiya girtîgehê. Di vê wateyê de pêwîste em hîn zêdetir deng bidin girtiyan û bibin yek.
‘Min pir bêriya xwezayê kir’
Jiyan Ateş, anî ziman ku di girtîgehê de bêriya xwezayê kiriye û got, piştî azadbûna tişta ku destpêkê kir ew bû ku li şûna hemû hevalên xwe yên girtî xwezayê hembêz kiriye û wiha bi dawî kir: “Min dît ku gelek tişt hatiye guhertin. Di girtîgehê de min herî zêde bêriya xwezayê dikir. Dema ez tehliye jî bûm şûna hevalên xwe min xwezayê hembêz kir. Dema ez tehliye bûm li kur meyze dikim, çi hîs dikim li şûna hevalên xwe vê tiştê dikim.”