Ayşe Gokkan li HSYK’ê gilî kir bê sedem hat redkirin
Endama TJA’yê Ayşe Gokkan, ji ber ku dadgehê ew şiband "Sîsîfosê", serî li HSYK’yê da û gilî kir. Dadgehê serlêdana wê bê hincet red kir.

Navenda Nûçeyan – Şaredara berê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan, di 19’ê Nîsana 2023’an de, serî li Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) da. Ayşe di gilînameya xwe de diyar kir ku heyeta dadgeha lê hatiye darizandin, ew şibandiye fîgurê "Sîsîfos" a di mîtolojiya Yewnanî de ye. Bersiva ji bo serlêdana Ayşe Gokkan, 2 sal şûnde hat dayîn. Hat hînbûn ku biryar hatiye redkirin. Hinceta redkirina serlêdana wê jî, nehatiye gotin. Derheqê redkirina serlêdanê jî ti sedem nehatiye parvekirin.
Cezayên hevdu nagirin
Ayşe Gokkan ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve bi hinceta "endamtiya rêxistinê" du caran bi tevahî bi 30 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin. Piştî ku li biryarê hat îtîrazkirin, 3’yemîn Daîreya Cezayê ya 3’yemîn Dadgeha Bilind a Îstînafê, cezayê 7 sal û 6 meh ê girtîgehê ku bi sûcê "alîkariya bi zanebûn û dilxwazî ya ji bo rêxistinê" hatibû dayîn, betal kir. Dadgehê ev hincet wek "bêpîvan û bê hevsengî" dît. Di darizandina ji nû ve de, Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê xwar.
Şibandina ‘Sîsîfos’
Di hinceta biryara dadgehê de, Ayşe Gokkan şibandin ‘Sîsîfos’ ku di mîtolojiya Yewnanî de cezayê bê dawî di dinyaya binê erdê de lê hatiye birîn. Biryarê bal kişand ser wê rastiyê ku Sîsîfos mecbûr maye ku kevirekî mezin heta hetayê ber bi lûtkeyê ve gêr bike. Li ser vê şibandinê Ayşe Gokkan serlêdan kir û got “hiqûqa dijminahî tê pêkanîn”, lê ev gilîname bê sedem hat redkirin.