Ayşe Dahêş a Cezayirî piştevaniya jinên Xezayê dike
Aktîvîsta Cezayîrî Ayşe Dahêş bi xebat û çalakiyên xwe hewl dide alîkariya jinên Xezayê bike û dorpêça hêzên Îsraîlî ser zîvalê bi têkoşîna xwe bişkîne. Ayşe dibêje: "Piştevaniya gelê Xezayê bawerî û pîrozî bi doza Filistînê ye."

RABÎA XERÎS
Cezair – Ayşe Dahêş, aktîvîsta civakî, piştgira doza Filistînê û yek ji beşdarên fîloynên ku dorpêça li ser Xezayê şikandin bû. Ew yekem car di sala 2010'an de beşdarî "Flotîla Azadiyê" bû û cara duyem jî heman salê beşdarî fîoya "Lifeline 5" bû. Ayşe Dahêş da zanîn ku hevgirtina jinên Cezayîrî ya bi jinên li Xezayê re, gelek girîng e.
Jin di hemû waran de dikare destek bide
Ayşe Dahêş da zanîn ku jinên Cezayîrî naxwazin tenê bûyerên ku li Xezayê diqewimin temaşe bikin. Ayşe anî ziman ku ew daxwazin şopekê li dû xwe bihêlin û wiha got: "Beşdariya jinan di şikandina dorpêça li ser Xezayê de, ne berhema kêliyê ye û ne jî ya vî şerî ye. Di sala 2010'an de dest pê kir. Dema ku însiyatîfên yekem ji bo şikandina dorpêçê bi riya deryayê bi riya keştiya (Mavi Marmara) bûn, heta keştiya (Madeleine) a sala 2025’an ku bandorek mezin li ser cîhanê hişt. Ez jî beşdarî van hewldanên alîkariyan bûm. Jina Cezayîrî heta ku nikaribe beşdarî karwana bejayî û darayî bibe, dikare bi perwerdekirina zarokên xwe ser pêwîstiya têkoşînê, mezin bike."
Alîkariyên gelêrî û jinan ên ji gelê Xezayê re
Ayşe Dahêş diyar kir ku ew ji bo piştevaniya madî jî xebat dimeşînin û got: "Gelek komele di nav de komeleya Eyadî El-Beydaa ya Cezayîrî ku helw dide piştevaniya madî bighîne gelê Xezayê. Ji bo ku projeyên biçûk wek xwedîkirina sêwiyan, kolandina bîran, peydakirina nan û xwarinê, her wiha ji bo pêkanîna çalakiyên curbicur li zîvalê, pêk werin."
'Piştgiriya xelkê Xezayê bawerî û pîrozî bi doza Filistînê ye'
Ayşe Dahêş kêliyên beşdariya wê ji "Flotîla Azadiyê" ji bo şikandina dorpêça ser Xezayê û kêşeyên ku pê re mane wiha anî ziman: "Dema ku me xwest alîkariyan bighînin Xezayê, bi riya derya ji aliyê hêzên Îsraîlî ve bi kêşe û astengiyan re man. Her wiha em di zîndanên wan de hatin dîlgirtin. Lê ev astengî nebûn bend li hember îrade û biryarên me ve. Ew gule avêtin û bi dehan kes birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku em dixwazin alîkariyan bighînin gelê sivîl li Xezayê. Beşdarbûna ji bo alîkariyan wek bawerî û pîrozî, bi doza Filistînê ye. Piştî derketina min a ji zîndanên Îsraîlê carek din beşdarî fîloynên alîkariyan a "Lifeline 5" bûm û di armanca xwe de em biser ketin. Me bi îsrar alîkarî gihandin Xezayê. Têkoşîna jinan di van salên dawî de bi rêxistinkirî ye û piştegiriya hevdu dikin, di nav de destekdayîn jinên Xezayê jî heye."