‘Aştiyeke bi rûmet bi îradeya jinan dikare çêbibe’
Jinan bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî çeteyên ku êrişê Sûriyeyê dikin û diyar kirin ku aştiyeke bi rûmet tenê bi îradeya jinan dikare çêbibe.
Amed- Jinan bertek nîşanî êrişên HTŞ’ê, Tirkiye û çeteyên SMO’yên girêdayî dewleta Tirk dan û gotin ku li dijî şer divê têkoşîna aştiyê mezintir bibe.
Ji ber êrişên ku çend roj in li ser Sûriyeyê didomin, bi sed hezaran kes koçber bûn, gelek jin jî ji aliyê çeteyan ve dîl hatin girtin, rastî tecawizê hatin û hatin qetilkirin. Êriş û gefên ku didomin, nîşan didin dê sûcên şer zêdetir bibin.
Jinên Amedê diyar kirin ku divê tu kes bêdeng nemîne û her kes ji bo aştî li hêrêmê çêbibe tiştek bike.
‘Li dijî şer îsrara me ya aştiyê dê bidome’
Endama Meclisa Şaredariya Bismilê Amîne Kutlay diyar kir ku jin herî zêde zirarê didin jinan û destkeftiyên wan û got ku şerê li Sûriyeyê didome xuya ye dê bigihîje welatên din jî. Amîne Kutlay diyar kir ku li Rojhilata Navîn a ku îradeya jinan tune tê hesibandin, jin têkoşîneke mezin dimeşînin û got ku bi êrişan di heman demê de destkeftiyên jinan hedef tên girtin.
Amîne Kutlay bal kişand ku dive jin ji bo jiyan û azadiya xwe li hemû cîhanê banga aştiyê bikin û got ku dewlet ji jiyana mirovan zêdetir berjewendiyên xwe difikirin. Amîne Kutlay, axaftina xwe wiha domand: “Li Rojhilata Navîn û cîhanê her dem şer hebûne. Di wan şeran de jin rastî komkujiyan hatine, mafên wan hatine tunekirin. Ji ber şeran jin û zarok neçarî rewşên gelek xirab mane. Tevî van binpêkirin û talanê jî îro li her derê cîhanê jin ji bo aştiyê di nava hewldanan de ne. Dewletên desthilatdariya mêr jî her dem berjewendiyên xwe esas digrin û jinan dikin hedefa êrişên xwe.”
‘Bi şer re binpêkirin û sûc zêdetir dibin’
Endama Meclisa SES’ê Fatma Yildizhan jî got ku jinên Sûriyeyê bi salan e li dijî şer têkoşîna jiyanê didomînin û wiha got: “Di sedsala 21’ê de me hemûyan dît ku jin li bazaran hatin firotin û bûn xenîmetên şer. Di vê serdema ku jê re serdema cîhana nûjen tê gotin de jinên Êzidî weke xenîmetên şer hatin firotin.”
‘Jinên Kurd pêşengiyê ji têkoşînê re dikin’
Fatma Yildizhan diyar kir ku li Rojhilata Navîn bi bûyerên ku van rojên dawî qewimîn re pêvajoyeke ku nasnameya jinan nayê naskirin dest pê kiriye û wiha domand: “Diyar e dê îradeya jinan nayê naskirin û êrişên li dijî wan zêde bibin. Li dijî van polîtîkayan jixwe têkoşîneke mezin a jinan didome. Jinên Kurd îro hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê pêşengiya vê têkoşînê dikin.”
‘Hêzên hegemon ji bo rant û mêtinkariyê her tişt dikin’
Fatma Yildizhan bal kişand ku ji bo parastina destkeftiyên jinan divê dengê ji bo aştiyê bilind bibe û got ku aştiya bi rûmet bi saya jinan dikare çêbibe. Fatma Yildizhan, diyar kir ku divê li dijî aqilê mêr ê ku şeran derdixe û belav dike divê têkoşîne hebe û wiha domand: “Ji bo ku ji xwe re cihê qada û mêtinkariyê ava bikin her tişt dikin. Ji dîrokê ve heta niha wiha bû, bi taybetî li ser jinan vê yekê meşandin. Ger em îro ji bo aştiyê têbikoşin û behsa aştiya bi rûmet bikin, destpêkê divê îrade û mafên jinan werin naskirin.”
Fatma Yildizhan bi gotinên; “Pêvajoya demokratîk tenê bi îradeya jinan dikare çêbibe” got ku dê jin di vê pêvajoyê de bi têkoşîna xwe serkeftî bin.
‘Ji bo aştiyê divê em bi hev re bin’
Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan Rosa Esra Çîçek Mercan jî diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê SMO’yê yên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji bo aştiyê bang kirine û got: “Komeleya me, ji bo ku jin ji bo aştiyê werin ba hev deklerasyona xwe eşkere kir. Bi xebatên jinan em ê bigijîn cihê em dixwazin. Aştiya ku ji aliyê jinan ve pêk were dê bi rûmet be. Ji bo aştiya bi rûmet divê em jin dest bidin hev. Aştî bi yekitî hevgirtinê pêkan e.”