Kaniyên Çiyayê Kizwanan ziwa bûn: Jin riyên alternatîf ava dikin

Jinên gundê El-Biwêda û Xera yên Çiyayê Kizwanan ku barê wan ji ber pirsgirêka avê giran e, gotin ku tunebûna avê dibe sedema nexweşînan. Jinan destnîşan kir ku riya herî guncaw, çêkirina depoyên bin erdê ye.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Çiyayê Kizwanan heta niha bi kaniyên xwe yên zêde dihat naskirin. Beriya ku ev kanî bimiçiqin û guherîna avhewayê bandorê li wê derverê jî bike. Ji ber miçiqîna piraniya kaniyên wê, jin neçar dimînin bi tevî keran bi hezaran metre bimeşin da ku avê ji kaniyên mezin bînin. Ji ber hejmara zêde ya malbatan, ava vexwarinê her dem dibe pirsgirêk.

Rejîmê çênekir

Çiyayê Kizwanan ji hêla rejîma Baasê ve hatibû paşguhkirin. Di serdema rejîma Baasê de torên avê nehatin çêkirin û li gundan nehatin belavkirin. Derfetên Rêveberiya Xweser jî, ji bo çêkirina torên avê û belavkirina wê ya ji gundan re, têr nakin.

Jin çawa avê peyda dikin?

Gel bi riya sarincên avê ava şêrîn ji bo vexwarinê dikire. Lê belê hemwelatî neçarî çêkirina bîrên avê yên deryayî dimînin, da ku zelal bikin û piştre vexwin. Vê avê, di heman demê de ji bo çandiniyê jî bi kar tînin. Gel beşek depoyên avê yên plastîk bi kar tîne û beşa din jî depoyên avê yên binerdê ye. Lê beşa herî mezin jî ew e ku jin bi keran bi mesafeyên pir dirêj dimeşin û avê tînin malê. Jin di bin pileyên germê û sermayê de her dem vê rewşê dijîn. Ji bo ewlehiya xwarin û vexwarinê biparêzin, neçar dimînin tenduristiya xwe paşguh bikin û li ser civaka xwe bifikirin.

Kişandina li ser pişta keran û depokirina ava bin erdê

Fatima Xilêf a ji gundê El-Biwêda ye. Şêniyên vî gundî, depoya ava binê erdê çêkirine û bi kar tînin. Fatima dibêje ku ew tengasiya dabînkirina ava vexwarinê dijîn, ji lewre rêbazeke nû ya depokirina avê dîtine û wiha pêl da gotinên xwe: “Rêbazên anîna avê ji demên berê heta îro hatiye. Jin bi saetan di rê de dimînin û ava ku bi kerê tînin ji 70 lîtreyî derbas nake. Rojê 2-3 caran diçin, lê dîsa têra malbatê nake. Weke alternatîf jî bapîrên me depoyên ava binerd çêkirin. Ev depoyên bi çîmento û hesinan di bin erdê de bi qasî 2 metre dirêj bûn û 3 metre çêkirine, armanc jê parastina avê ye. Av di germahî û her avhewayê de cemidîbûna xwe diparêze û bêhna plastîkê jî nakevê. Aliyê herî baş jî, xwezayî dimîne.”

Çima jin bikaranîna depoya ava binerd ji depoya plastîk zêdetir dipejirînin?

Fatima Xilêf di berdewama axaftina xwe de sedema ku nahêle depoyên plastîk bikar bîne, bi van gotinan anî ziman: “Ava ku demên dirêj di depoyên plastîk de dimîne, nexweşînan çêdike. Ji lewra têra malbatan jî nake. Sarinc ji bo 5-10 bermîlan nayê gundan, ji ber ku rêya wê dirêj û xirab e. Ji ber depoya binerd 60 bermîl av radike. Her cara ku ava wê diqede jî, em dadikevin wê paqij dikin û careke din tijî dikin da ku nexweşî çênebin û av her paqij û tendurist bimîne, ji lewra em vê tenê ji bo vexwarinê bikar tînin û ji bo çandiniyê jî ava bîrên deryayî hene. Temenê depoya ava binerd, zêdetirî 30 sal in û heta niha jî şeklê xwe parastiye. Berê jinan roja xwe hemû bi çûn û vegerê diqedandin, lê ev depo barê me sivik kiriye. Ji lewra çareseriya herî guncaw avakirin û bikaranîna depoya ava binerd e.”

Bendewar û çav li rê ne

Fatima Xilêf di dawiyê de hêviyên xwe yên çêkirina torên avê anî ziman: “Em bendewarê çêkirina torên avê û gihandina wê ji gundan re ne. Çavê jinan li rêya çareseriyên bingehîn yên avê ne ku barê wê û kerên ku bi wan diçin avê tînin û diwestin, sivik bike.”

Depoya plastîk dibe sedema nexweşinên hundirîn

Ayşa Ehmed a ji gundê Xera ya depoya plastîk bikar tîne ye jî wiha dibêje: “Bi giştî li çiyayê Kizwanan pirsgirêkeke bingehîn e ku her kes jê bandor dibe. Av ne tendurist e carnan dibe sedema nexweşiyên zikçûnê. Lê rastiyeke wiha jî heye ku em nikarin depoyên ava binerd çêkin, ji ber ku derfeta wê tuneye. Depoya plastîk jî bi demê re xirab dibe. Di germahiyê de zêdetir ji avê kurm çêdibin û wiha jî dibe sedema nexweşiyên hundirîn. Ji lewra tedbîrên ku em digrin jî ew e, her cara ku av diqede em depoyê dişon û careke din dadigrin. Ruxmî ku av kêm û şor e jî.”

Ji ber avê bûye nexweşa gurçikan

Ayşa Ehmed tîne ziman ku ji ber avê bûye nexweşa gurçikan û wiha berdewam dike: “Eger em taseke pafûn bavêjin avê piştî heftiyekê wê reş an jî hemû kilis bigre û spî bibe. Bifikirin ku wê gurçikên me çawa bin û çiqas zirar bibînin ji vê avê. Rojê çend caran ez diçim nexweşxanê, ji ber ku kevir di gurçikê min de çêbûne û ger derman bikar neynim, rewşa min aloz dibe.”

Daxwazên çareseriyê û pêşkêşkirina parzûnên avê

Ayşa di dawiya axaftina xwe de daxwazên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Em bang li aliyên pêwendîdar û saziyên mafê mirovan yên têkildarî avê dikin, bila daxwazên me bicih bînin ku tenê aveke tendurist û paqij pêşkêş bikin. Piragirêkên ceyranê çareser bikin û parzûnên avê li me belav bikin.”