Arzo Temo: Azadiya jinan azadiya civakê ye
Berdevka Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Arzo Temo teqez kir ku qetilkirina jinan ji ber pirsgirêkên hişmendiya baviksalarî tê û got têkoşîna wan a li hemberî vê hişmendiyê dê bi kûrbûnê bidome.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Li gor agahiyên Rêxistina Sara li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di meha Tîrmeh û Tebaxê de 5 jin hatin qetilkirin 5 rastî lêdanê hatin, 28 bûyerên xwekuştinê, 2 hewldanên xwekuştinê, 4 hevberdan pêk hatine. Têkildarî vê mijarê berdevka Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Arzo Temo nirxandin kir.
Arzo Temo teqez kir ku qetilkirina jinan ji ber ferzkirina kolkirina civakê tê û wiha axaftina xwe domand: “Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve heya roja îro ruxmê ewqas têkoşîn, kar û xebat, perwerdeyên ku hatine dayîn, herdu zayend hatine hedefgirtin hem jin hem mêr lê di 2023’an de bûyerên qetilkirina jinan zêde bû. Hêzên desthilatdar bi riya hedefgirtina jinan û kolekirina wan mêr û civakê dikin koleyên xwe. Ji ber ku jinên azad civakek azad ava dikin lê ger jin kole bin ew civak kole ye.”
‘Hişmendiya baviksalarî sedema hemû pirsgirêkên civakî ye’
Arzo Temo di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser çareseriya pirsgirêkan û wiha got: “Sîstemek 5 hezar sal e ku li ser jinan û civakê hatiye meşandin hemû rengên tundiyê li ser jinan hatiye pêkanîn. Ew tundî wekî çandeke di nava civakê de hatiye belavkirin. Gelek jinan jî ev çand ji xwe re wekî qeder dîtin. Gelek jinan jî têkoşînek mezin li hemberî vê çandê dan meşandin heya îro em gihîştin asta ku şoreş bi şoreşa jinan were pênasekirin lê heya niha çima ev hişmendiya baviksalarî nehatiye guhertin? Ji ber ku hişmendiyek bi hezaran salan e çanedek qirêj li ser civakê û jinan daye ferzkirin û qebûlkirin. Lewma bi hêsanî nayê guhertin.”
‘Bi şoreşa Rojava re zincîra koletiyê hat şikandin’
Arzo Temo destnîşan kir ku hêzên desthilatdar bi riya qetilkriina jinan dixwazin hêza wan a di şoreşê de derketiye holê û bi pêş ketiye têk bibin û wiha anî ziman: “Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan hat naskirin û yên ku pêşengiya vê şoreşê dikin jin in. Jinan di her qadê de cih girtin û xwedî rol û misyon in, zincîrên koletiyê şikandin û ji bo bidestxistina mafên xwe berxwedanê didomînin, serê xwe li hemberî tundiyê bilind kir. Ji ber ku jin bi pêş ketin û doza mafên xwe kirin zihniyeta bavksalar wan qetil dike, bi vê qetilkirinê hewl dide peyamek bide.”
‘Pêwîst e her jin û mêr zagon û mafên jinan bizanibin û biparêzin’
Arzo Temo diyar kir ku di Rojhilata Navîn de kevneşopiyên eşîrtî li pêş in, qetilkirina jinan di bin navê şeref û namûsê de di wan eşîran de zêde ye û got: “Hemû bûyerên qetilkirinê di bin navê namûsê de tên kirin. Rêvberiya Xweser ji bo vê yekê zagon derxist ku jinek were qetilkrin di bin navê namûsê de ew sûcek e û wekî her sûcî were cezakirin. Qatilên jinan tên girtin û cezakirin. Bûyerên qetilkirinê li aliyê pêkhateyên Ereb zêdetir e, ji ber ku pêkhateyên Ereb zêde bi eşîran ve girêdayî ne, sîstema desthilatdar li ser wan daye ferzkirin û qebûlkirin. Lewma pêwîstî bi pêşxistina perwerdeyan di wî milî de heye ku mafê her jinek heye bi azadî jiyana xwe berdewam bike, pêwîst e her jin û mêr zagonên mafên jinan bizanibin.”
‘Pêşxistina hevjiyana azad di nava civakê de gaveke baş e û çareseriyê bi xwe re tîne’
Arzo Temo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo rêgirtina li ber qetilkirina jinan pêwîstî bi guhertina zihniyetê heye, ew jî demek jê re pêwîst e, heya ev gav were avêtin ji ber em dixwazin zihniyetek bi hezaran salan bidin guhertin. Ji bo wê jî pêwîst e hemû rêxistinên jinan, dezgehên jinan û saziyên jinan giranî bidin perwerdeyan li ser esasê hevjiyana azad, mafên jinan û dîroka wan. Em rêxistineke li dijî cureyên tundiyê ne, heya tundî li ser jinan hebe ew ê civaka me civakek kole û bindest be. Ji bo wê ez bang li her jinê dikim ku asta zanîna xwe bi pêş bixin. Bang li hemû rêxistinên jinan dikim ku asta perwerdekirina civakê zêde bikin da ku em bi hev re bigihîjin civakeke azad, rast xwedî exlaq û polîtîk a ku mafê her zayendê diparêze.”