Artêşa Îsraîlê li Xeza banga tehliyekirinê li sivîlan kir
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz piştî plana artêşê ya ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê erê kir, li herêmên derdora Cibaliye û bajarê Xeza banga tehliyeyê li sivîlan kir.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên hêzên Îsraîl li dijî Zîvala Xeza ya di bin dorpêç û ambargoyê de di roja 684’an de didome, artêşa Îsraîlê di saetên sibehê de carek din kesên li benda alîkariyê bûn kir hedef.
46 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di heman demê de ji ber dorpêça Îsraîl, li Zîvala Xeza ku xela lê tê jiyîn, di 24 saetên dawî de 3 kesên din ji birçan re jiyana xwe ji dest dan, bi vî awayî hejmara kesên ji birçî re jiyana xwe ji dest dane giha 266’an. Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya di saetên sibehê de, di nav de kesên li benda alîkariyê 33 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên Îsraîlê konek li kampa koçberên Şati ya kesên ji cihên xwebûne kir hedef. Di êrîşê de ji heman malbatê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Laşkerên Îsraîl li ser kesên ku li bakurê kampa koçberan a Nusayrat a li beşa navend a Zîvala Xeza de gule barandin. Di êrîşê de 8 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.
Plana dagirkirinê hate erêkirin
Li gorî medyaya Îsraîlê; Wezîrê Parastinê Îsrael Katz, plana dagirkirina Xezayê ya artêşê erê kir. Wezîr Îsrael Katz, plana dagirkirinê weke “Cîbicîkirina biryara qebîneyê ya ji bo kontrolkirina bajarê Xezayê” pênase kir.
Di çarçoveya plana dagirkirina bajar ya Wezîrê Parastinê Kats de hate diyarkirin ku ji bo milyonek Filistînî biçin herêmên başûr amadekariyên tê meşandin jî erê kir. Êrîşên dagirkirinê yê bajarê Xeza navê ‘Tankên Şer ên Gedeon 2’ lê kiriye.