'Armanca sereke ya HES’ên tên çêkirin herêmê bêmirov hiştin e’

HES'ên di çemê Qulpê de li herêmê dibe sedema hişkesalî, berhema di zeviyên çandiniyê de jî kêm kir. Gel û ekolojîst baldikşînin ku armanca sereke bêmirov hiştina herêmê ye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- HES'ên ku Kurdistanê tên çêkirin talan û tunekirina xwezayê didomînin, dibe sedema koçberiyek cidî jî. Santralên Hîdroelektrîk ên ku tên çêkirin li herêmê dibe sedema hişkesalî ye, robar û çeman zuha dibin jî li gelek deveran çandinî anî asta qedandinê. Bi Bendava Farqînê ya çêkirina wê didome re, li Qulpa ku bi dehan gund û zeviyên çandiniyê di bin avê de bîminin, cihên ku di bin avê de nemînin jî rastî hişkesalî tên. Ji ber HES’ên ku di navbera Qulp û zozana Şênê de cih digrin û li çemê Qulp heye, Şenyayla zeviyên çandiniyê hişk bûn. Geliya ku ji ber girtina avê ya HES'an veguherî çolê, zirareke mezin dide gelek cotkarên ku li deştê bi çandiniyê re mijûl dibin jî.

Ji aliyekî bendav û ji aliyê din jî qeleqol!

Çemê ku bi salan e li geliyê diherike, ji ber HES'an veguherî herêmeke hişkesalî. Hejmarek zêde gund û bexçeyên di nava geliyê de cig digrin bê av hatin hiştin, ji herikîna avê ya kevin a çemê tu şop nema. Çemê ku ji aliyê zozana Şênê ve dihat ji bo deşta Qulpê jî dibû çavkaniya avê. Bi av girtina santralên a ji ber HES’anbi giştî hişkesalî tê jiyîn. Welatiyên herêmê ku bertek nîşanî mijarê dan, diyar kirin ku bendavan jiyana wan têk biriye û hatin xala nikarin çandiniyê bikin. Welatiyan ji bilî bendavan bal kişandin ser qeleqolan jî û dan zanîn ku hewl tê dayîn herêm bêmirov hiştin.

'Qirkirina tê jiyîn, gihişt asteke tirsnak'

Endama Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Dîlan Guneş, qirkirinên ekolojîk ên li herêmê hatine afîrandin nirxand. Dîlan Guneş, da zanîn ku Kurdistan di nava destrêşkek cidî ya ekolojîk de ye, diyar kir ku pergal bi hincetên 'ewlekariyê' tahrîbata tê jiyîn rewa nîşan dide. Dîlan Guneş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ava ku di nava ekosîstemê de yek ji mûşterekek hevpar e, dest bi pêşkêş kirina şîrketan kir. Bi HES’ên ku li herêmê zêde dibin re, rastiya gelê ku bi salan ji gundên xwe koçî bajaran dibin û bêmirov hiştin heye. Niha jî çemên ku azad diherikin; Tê xwestin ku çerxa xwezayî, çandinî, cihêrengiya biyolojîk û cihêrengiya jîngehê bi rêya HES û bendavan bên tunekirin. Qirkirina tê jiyîn hem ji bo xweza, hem çandinî û hem jî ji bo jiyana mirovan hat astek tirsnak.”

‘Dema hişkesalî zêde dibe zeviyên çandiniyê jî tune dibin’

Dîlan Guneş, got ku bi HES’an re li qadên avê polîtîkayek xepsê tê meşandin û ekosîstema herêmê hatiye guhertin. Dîlan Guneş, bal kişand ser cûrên zindiyan û zeviyên çandiniyê yên ku dê zirarê bibînin û wiha got: “Ev rewş hevsengiya civak-xwezayê bihejîne, qeyrana avhewayê hin kûrtir bike û di berdewamiya xwe de gelek pirsgirêkên civakî bi xwe re bîne. Ji bo kêzik, kurm, bakterî û kivkarik yên di parastina hevsengiya ekolojîk a li ser û binê erdê de rola xwe dilîzin, ji bo jiyana xwe bidomînin bi naveroka xwe ya organîk hewceyê avê ne. Dema ku ava ji bo hemû zindiyan û çerxa xwezayî girîng e, tê desteser kirim; dê hevsengiya ekolojîk xera bibe, cihêrengiya biyolojîk kêm bibe, xebatên çandiniyê dê pêkneyên û ajalvanî neyê domandin. Her wiha ji ber guherina avhewayê ya çemên berê wan tê guhertin an jî herîkina wê tê astengkirin hişkesalî kûrtir dike, bi taybetî çandî gelek xebatên debarê yên li herêmê tên meşandin bi dawî bibin.”

'Rewşa jiyana mirovan bi her wateyî bandor dibe'

Dîlan Guneş, da zanîn bendavên li Qulpê gel tîne rewşa nikarin karbikin û neçarî koçberiyê dike û got gel li hemberî van şert û mercan têkoşîna xwe didomîne. Dîlan Guneş, diyar kir polîtîkaya bêmirov hiştine ji salên 90'î û vir ve bi sepandinên cuda tê meşandin û wiha got: “HES’an di xwezayê de ne; di dema avakirin û xebata xwe de gelek wêrandin çêdike. Li ser navê avakirina HES’an teqîna dînamîtan, birîna daran û di pêvajoya înşaetê de, zirar dide jîngehê û taybetmendiyên anhewa û erdnîgariya herêmê diguherîn e. Avakirina santralek hîdroelektrîkê, avakirina bendavek û çêkirina rezevûarê avê tê wateya bin avkirina nebatan û madeyên organîk ên din. Hesabên kevneşopî yên bandora hawirdorê ya hîdroelektrîkê vê hilweşandinan li ber çavan nagre. Dîsa bendavên ku li herêmê tên çêkirin, bêyî ku ji gel were bipirsin û hevsengiya xwezayê li ber çavan bê girtin tên çêkirin. Ev yek jî hem di roja me ya îro de û hem jî di pêşerojê de bandorek cidî li ser şêwaza jiyana gelên herêmê dike.”