‘Armanca me guhertina feraseteyê ye’
Aktîvîsta TJA’yê Başak Saridal, diyar kir ku tevgera jinên Kurd xwedî mîsyoneke guhertin û veguherîna civakê ye û got: "Ger em pirsgirêkê wekî 'pirsgirêka ferasetê' pênase bikin, vê demê divê guhertin û veguherîn jî ji ferasetê dest pê bike."
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Riha – Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistineke sîwanî ya jinên Kurd e ku li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê birêxistin bûye û li dijî zayendperestî, mîlîtarîzm, kedxwariyê û her cure tundiyê têdikoşe û çareseriyan digere. TJA’yê, ji 20’ê Mijdara 2016’an zû vir ve têkoşîna azadiya jinê didomîne.
Bê guman têkoşîna rêxistinkirî ya jinên Kurd, bi TJA’yê dest pê nekiriye û xwedî dîrok û mîrateyeke kûrtir e. Her çend têkoşîna jinên Kurd, di çarçoveya têkoşîna neteweyî ya salên 1980 û 1990’î de bi taybet bi şewitandin û valakirina gundan, îşkenceya zayendî ya di binçavan de û kuştinên bêdaraz re zêdetir berbiçav bûbe jî jinan di têkoşîna mafan û piştre jî di partiyên siyasî de rolek çalak lîstin.
Jinên Kurd, qadên têkoşîna xwe û komên ku dê bi wan re bixebitin re sînordar nebûn. Jinên Kurd, him li Tirkiyeyê him jî di qada navneteweyî de bi tevgerên cuda yên jinan re torên têkiliyan ava kirin. Bi taybetî jî li dijî tundiya mêr-dewletê û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek çalakiyên hevbeş li dar xistin.
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ya yekemîn rêxistina sîwanî ya tevgera jinên Kurd e, di sala 2003’an de hate damezrandin. Di sala 2015’an de damezrandina Kongreya Jinên Azad (KJA) hate ragihandin. Piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an û ragihandina Rewşa Awarte (OHAL), KJA’yê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin û tevgerê xebatên xwe di bin navê Tevgera Jinên Azad (TJA) de berdewam kir. Berdevka TJA’yê ya Rihayê Başak Saridal, di 10’emîn salvegera TJA’yê de nirxandinên xwe yên der barê qonaxa niha ya têkoşîna jinên Kurd de anî ziman.
'TJA’yê li dijî ferzkirina pergala dewletê ya serdest a mêran derket holê'
Başak Saridal, diyar kir ku her çend têkoşîna jinan di salên 1960 û 1970’î de hebû jî, di salên 1980 û 1990’î de ev têkoşîn bi hişmendiyeke civakî û neteweyî veguherî helwesteke rêxistinî û destnîşan kir ku ev pêvajo bingeha avakirina rêxistineke sîwanî ya jinan pêk anî: “Bêguman beriya TJA’yê jî, di bin navên cuda û di demên cuda de bingehek ji bo têkoşîna jinan hebû. Bi TJA’yê re ev têkoşîn hinekî bêtir rêxistinkirî û sazûmanî bû, ji aliyê civakî ve xurtir bû û li deverên cuda qada xebatê berfirehtir bû.”
Başak Saridal, balkişand ser sedemên bingehîn ên pirsgirêka Kurd û got ku îşkenceya li girtîgehan, înkarkirina nasnameyê, tunekirin, valakirina gundan, tacîz û destdirêjiya li ser jinan di dema valakirina gundan de, tundiya fîzîkî, derûnî û aborî ya ku jin pê rerûbi rû man, pêwîstiya têkoşînekê ji bo nasname û wekheviya zayendî derxiste holê. Başak Saridal, diyar kir ku TJA’yê di encama berxwedana li dijî înkar, tunekirin, redkirina nasnameya jinan û ferzkirina pergala serdest a dewlet-mêr de derket holê.
‘Partiyên siyasî yên Kurd di têkoşîna jinan de roleke bi bandor lîstin’
Başak Saridal, diyar kir ku partiyên siyasî yên Kurd di yekbûna jinên Kurd de û di pêşxistina têkoşîna rizgariya jinan de roleke girîng lîstine û got: “Bêguman em dikarin bibêjin ku partiyên siyasî yên Kurd di têkoşîna rêxistinkirî ya jinan de roleke pêşeng lîstin.”
Başak Saridal, axaftina xwe wiha domand: “Têkoşîna jinan ne tenê piştgirîdayîna têkoşîna neteweyî an jî tevlîbûna têkoşîna çekdarî bû. Di heman demê de armanca wê ew bû ku jin di qada siyasî de bibin kirdeyên siyasî û xwedî biryar. Lewma jinên ku ne tenê guh li siyasetê digirtin û siyasetê birêve dibirin, perspektîf diafirandin û ji bo armancên xwe têdikoşiyan. Bêguman, ji bo gihîştina vê astê berdêlên giran hatin dayîn. Hêj jinên girtî hene û hevalên me yên jin jiyana xwe di vê rêyê de feda kirin.”
Başak Saridal, destnîşan kir ku bi saya hewldanên jinên ku di her warî de xwe rêxistin kirin, pergala kotayê di siyaseta jinan de hate pêşxistin û diyar kir ku di destpêkê de kotayên ji sedî 25, paşê ji sedî 35 û 40 di partiyan de hatin bicihkirin. Başak Saridal, da zanîn di dawiyê de bi Partiya Civaka Demokratîk (DTP) re biryara pergala hevserokatiyê hate dayîn.
Başak Saridal got ku di sala 2009’an de bi sepandina pergala temsîliyeta wekhev, jin karîn di qada siyasî de bibin kiryarên siyasî û bi vê yekê li hemberî hişmendiya yekreng, modela rêveberiyê ya li ser bingeha demokrasiya beşdar pêş bixin. Başak Saridal, diyar kir ku nirxandin û nêrînên Abdullah Ocalan ê di vê pêvajoyê de bandorek girîng e.
Başak Saridal, destnîşan kir ku di demekê ku hebûna jinan di civakê û li Rojhilata Navîn de dihat nîqaşkirin deü veguherîna wan ji bo kiryarên çalak ên siyasî yên ku dikarin mudaxeleya siyasî bikin û di biryargirtinê de bibin xwedî rol, yek ji gavên herî girîng ên di dîroka têkoşîna rêxistinkirî ya jinan de bû.
‘Ji bo azadkirina netewekî bindest, divê pêşî jin azad bibin’
Başak Sarîdal, di berdewamiya nirxandinên xwe de diyar kir ku armanca li vir belavkirina temsîliyeta wekhev a li her qada jiyanê ye û wiha pê de çû: “Li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê ku lîberalîzm, kapîtalîzm û hêzên mîlîtarîst lê bi bandor in, temsîliyeta wekhev tenê bi vê pergala ku jinan li dijî rewşeke kûr a şer pêşxistiye dikare pêk were. Jinên Kurd li gel têkoşîna netewî têkoşîna rizgariya jinan jî dimeşînin. Ji bo azadkirina netewekî bindest, divê pêşî jin azad bibin. Wekî ku Abdullah Ocalan jî gotiye divê tiştê windabûyî li cihê ku lê winda bûye bê lêgerîn û divê rêya rizgariyê li wir bê dîtin. Bêguman ev yek jî dê bi rêya jinan pêk were.
‘Têkoşîna Hevbeş a Jinên Kurd û Femînîst’
Başak Sarîdal, diyar kir ku jinên Kurd bi rêxistinên jinan ên ji herêmên cuda re xeteke têkoşînê ya hevpar ava kiriye û wiha axivî: “Tevgerên femînîst ên li Tirkiyeyê li dijî kuştina jinan, li Kurdistanê bi jinên Kurd re dihatin ba hev. Lê niha jinên femînîst dizanin ku tundiya jinên Kurd pê re rûbirû dimînin kûrtir e. Wan dît ku sedemên vê yên bi hev ve girêdayî hene. Ji salên 1990’î vir ve jinên li Kurdistanê ji 7 heta 70 salî, bi berdewamî bi metirsiya gefxwarin, destdirêjî û kuştinê re rûbirû ne. Niha ev metirsî ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo hemû jinan derbas dibe.
Başak Saridal, axaftina xwe bi van gotinan domand: “Armanceke avabûna TJA’yê heye; ew jî ew e ku li dijî polîtîkayên pergala mêrsalar û serdest ên li ser jinan, têkoşîna rizgariya jinê û ya neteweyî bidomîne. TJA’yê li ser bingeha pêdiviyên civakê xwe ji nû ve bi rêxistin dike. TJA, ne avaniyeke nû ye, lê li ser mîrateyeke dîrokî hatiye avakirin. TJA’yê, ne tevgereke jinan e ku tenê bang li beşekî diyar dike, xwe li ser bingehekê birêxistin dike ku baweriya xwe bi hêza veguherîner a jinan tîne û xwe wekî wê îradeyê dibîne ku dikare li her derê bi her jina ji her qada civakê re biaxive.”
‘Em ne tenê jinan, guhertina feraseta civakê jî dixwazin’
Başak Saridal, destnîşan kir ku ew wekî tevgera jinên Kurd ji bo guhertina civakê û vegera wê ya li ser cewherê xwe mîsyonek girtiye ser milê xwe û bal kişand ser girîngiya atolyeyên ku bi taybetî mêran di nav xwe de digirin. Başak Saridal, bi van gotinan rave kir ku çima ew girîngiyê didin, atolyeyên ji bo mêran:
“Ger pirsgirêkek hebe, em bawer dikin ku îradeya çareserkirina van pirsgirêkan tenê ji têkoşîna rêxistinkirî ya jinan nayê, her wiha rastiya civake jî heye ku her roj xwe rêxistin dike, mezin dibe û li hember tundiya dewletê ya mêrserwer jî bi ser dikeve. Lewma em veguhertin û guhertina civakê derdixin pêş. Ne tenê ji bo jinan, di heman demê de ji bo mêran jî pirsgirêka azadbûnê heye. Ger em guhertin û veguhertinê esas bigirin, em nikarin bi dûrxistina beşekî civakê vê yekê pêk bînin.
‘Dewletê hesta mêraniyê di civakê de çand’
Dewletê, bi salane hestê mêraniyê di nav civakê de çandiye. Di vê çarçoveyê de her çend ji bo guhertin û veguhertina mêraniyê atolye hatibin lidarxistin jî mêran di destpêkê de serî li tundiya fîzîkî nedan, lê hêdî hêdî dest bi pejirandina tundî aborî û derûnî kirin. Ew destpêkirin ku ji xwe pirsîn ‘Gelo ya ku me kir tundî bû?’ Çêbûna wê pirsê bi xwe xaleke gelekî girîng bû. Em dibînin mêrên ku beşdarî wan atolyeyan bûne êdî hatine wê astê ku ji xwe bipirsin. Ger em pirsgirêkê wekî pirsgirêka hişmendiyê pênase bikin, nexwe divê guhertin û veguhertin jî ji hişmendiyê dest pê bike. Ji bo vê yekê jî atolye û perwerdeyên fikrî pêwîst in. Atolyeyên li ser mêraniyê ku mêr di nav de cih digrin, ji civakê, ji koka tundî û ji wan faktorên ku wan dikişînin nav tundiyê dipirsin. Di vê wateyê de xwedî roleke gelekî girîng bûn.”
‘Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye'
Başak Saridal, diyar kir ku jin dê 25'ê Mijdarê Roja Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, bi awayekî bihêztir û rêxistinkirî pêşwazî bikin û bi dirûşmeya 'Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye' ber bi sala 2027'an ve biçin.
Başak Saridal, da zanîn ku armanca lidarxistina meşa yekem a 25'ê Mijdarê ya li navçeya Sêweregê ya Rihayê ew bû ku balê bikişînin ser sûcên li hemberî jinan ên li bajêr û wiha axivî: “Riha bajarekî wiha ye ku jinên ji nasname û pêkhateyên wekî Ereb, Kurd û Tirkmen lê dijîn, bi hev re ne. Lê ligel vê yekê rastiya civake ku bi nirxên tund ên feodal hatiye mezin kirin jî heye. Me li dijî vê rastiyê li Sêweregê dest bi çalakiya xwe kir. Di vî warî de Abdullah Ocalan tespîteke bi vî rengî dike, ‘Pirsgirêkek çiqas kûr bibe, ew qas nêzî çareseriyê dibe.’ Li Sêweregê em dibînin ku kuştin û destdirêjiya li hemberî jinan di asteke gelekî bilind de ye. Bi vê baweriyê ku em dikarin ji vir çareseriyekê derxin holê û ji bo Kurdistan û Tirkiyê bibin mînak.”
‘Têkoşîna çekdarî encamek bû, divê em sedemên ku bûne sedema vê encamê bibînin’
Başak Saridal, diyar kir ku jinên Kurd di pêşengiya têkoşîna serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne: “Jinên Kurd di dîrokê de her tim xwedî avahiyeke wisa bûne ku aştiyê didin pêş û xwe ji bo wê rêxistin dikin.” Başak Saridal, bal kişand ser qonaxa ku pêvajo gihîştiyê û anî ziman ku pirsgirêkên bingehîn ên ku bûne sedema pirsgirêka Kurd hêj dewam dikin û got: “Têkoşîna çekdarî rawestiyaye. Lê divê sedemên şer ji holê bên rakirin. Ji ber ku têkoşîna çekdarî encamek bû. Divê em daxwaza ji holê rakirina wan sedeman bikin ku ev encam bi xwe re anîne.”
Başak Saridal, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nirxandina Abdullah Ocalan a ‘Şerê yekem ne di navbera dewlet, netewe an jî çînan de bû. Şerê yekem şerekî zayendî yê di navbera jin û mêran de bû.’ heye. Dema mêran jin bindest kirin û îradeya wan tepeser kirin, civak jî hate bindestkirin. Ger em bixwazin ji bo vê yekê çareseriyekê bibînin, divê em vegerin ser koka pirsgirêkê. Em ê ji cihê ku me lê winda kiriye dest pê bikin. Ji destpêka pêvajoyê heta îro, jinan bi meş, civîn, atolye û çalakiyên curbecur nîşan dane ku çiqas pêvajoya aştiyê hembêz kirine.”