‘Armanca dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e’

Jinên ji herêma Ranyayê li hemberî êrişên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan dan û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê û tunekirina gelê Kurd e.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Êrişên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Dewleta Tirk rojane bi balafirên bê mirov û bi çek hemwelatiyan dike hedef. Li gorî rapora rêxistina CPT’yê; ji sala 1991’ê ve heta niha di êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Kurdistanê de 334 kesan jiyana xwe ji dest dane û 358 kes jî birîndar bûne.

Jinên herêma Raperînê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan û diyar kirin ku ew leşkerên dewleta Tirk li navçeyên sînorî bi cih kirine piranî DAIŞ’î ne.

‘Dewleta Tirk xaka Başûr dagir dike’

Çalakvana herêma Raperînê Şadî Semed wiha got: “Di van çend salên dawî de ji ber bêhelwestiya hikumeta herêma Kurdistanê dewleta Tirk bi hezaran hêzên xwe yên leşkerî li bajarokê Amûdê û gundên derdorê bi cih kirine. Dewleta Tirk rojane êriş dike, armanca wan a sereke tunekirina gelê Kurd û zindîkirina xeyalên Osmanî ye. Leşkerên ku li van herêman bi cih kirine piranî DAIŞ’î ne û dixwazin li Başûrê Kurdistanê DAIŞ’ê zindî bikin. Niha beşek zêde ji bajarên Dihok û Zaxoyê dagir kirine. Gelek gundan vala kirine û gefê li şêniyên gundan dixwin ji bo gundên xwe vala bikin. Di nava vê mehê de bi hezaran dar, bax û rezên hemwelatiyan şewitandin. Ez ji vê derê bang li partî, aliyên başûrê Kurdistanê, hemwelatî, rewşenbîr û kesên oldar dikim ku li hemberî van êrişan bibin xwedî helwest. Em ê bi dengê xwe bikaribin li hemberî êrişên dewleta faşîst rawestin.”

‘Divê em dengê xwe bilind bikin’

Şêniya navçeya Ranyayê Edîbe Elî Mihemed jî wiha got: “Divê em hemû li hemberî van êrişan rawestin û parastina xaka xwe bikin. Dewleta Tirk herêma Behdînanê dagir kiriye, desthilatdar û partiyên siyasî piştevaniya van êrişan dikin. Herêma Behdînanê hem rû bi rûyî ziyanên madî, hem jî ziyanên canî ye. Niha di rewşek nebaş de ye. Dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û împaratoriya Tirkiyeyê damezirîne. Divê em dengê xwe derbixin û li dijî êrişên dewleta Tirk têbikoşin.”