‘Armanc bi tecrîdê berdewamkirina komployê ye’
Hevseroka Desteya Ekolojî ya Kantona Firatê Almaz Romî bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û got: “Armanc bi tecrîdê domandina komployê ye.”
ÊLVÎN MIHEMED
Kobanê- Piştî 43 mehan hevdîtin bi Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di 23’Cotmehê de bi biraziyê wî Omer Ocalan ê parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan re hat kirin. Di 21’ê Mijdarê de careke din cezayê disîplîne yê 6 mehan li pêşengê felsefeya Jin Jiyan Azadî, Abdulah Ocalan hat birîn. Li hemberî tecrîd, pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û cezayên disîplînê yê li ser Rêbere Gelê Kurd Abdulah Ocalan her diçe zêde dibin. Li dijî vê gelê Kurd û dostên wan li ser piyan in û têkoşîna xwe didomînin.
Der barê tecrîd û pergala îşkence û qirkirine ya Îmraliyê de hevseroka Desteya Ekolojî ya Kantona Firatê Almaz Romî axivî.
‘Parêznameyên Rêber Apo nexşeriya têkoşîne ne’
Almaz Romî anî ziman ku tecrîd li ser gelê Kurd û gelê azadîxwaz e û wiha berdewam kir: "Komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêber Apo hat meşandin ne tenê li ser Rêber Apo bû. Armanca vê komployê tunekirin û tecrîdkirina gelê Kurd bû. Di heman demê de xwestin projeya neteweya demoratîk jî tune bikin. Ji ber vê jî destên hemû hezên hegemon di vê komployê de hebû. Rêber Apo girtin û xistin zindanê, hesap kirin bi vî awayî bêdeng bikin û dawî li têkoşînê bînin. Lê Rêber Apo di zindanê de jî proje û fikrên xwe tîne ziman. Îro parêznameyên Rêber Apo ji bo me bûne nexşeriya têkoşîne.”
‘Komploger negihîştin armanca xwe’
Almaz Romî axaftina xwe wiha domand: "Armanca komplogeran pêk nehat û berovajî wê her ku çû fikir û felsefeya Rêber Apo li cîhanê deng veda. Îro bi armanca ku gel û Rêber Apo ji hev veqetînin tecrîdê bi awayekî giran didin meşandin. Nahêlin hevdîtin bi Rêber Apo re bên kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel baş fikra Rêber Apo nas kiriye û li ser projeya ku ji wan re pêşkêş kiriye xwe bi rêve dibe."
‘Pêwistî bi berxwedan û têkoşîneke mezin heye’
Hevseroka Desteya Ekolojî ya Kantona Firatê Almaz Romî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di hevdîtina dawî de, Rêber Apo diyar kir ku tecîd heye û her diçe dijwartir dibe. Ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji her demê zêdetir pêwistî bi berxwedan û têkoşîneke mezin heye."