Anatomiya Şerê Taybet: Rizîna ku ji kes belavî civakê dibe

Abdullah Ocalan dibêje: “Di şaristaniya Rojhilata Navîn de diyardeya jinê, di nîvenga çareseriya hemû pirsgirêkên civakî de ye. Ji bo vê demê dirûşmeya me ya bingehîn divê şikestina mezin ya zayende sêyem di mêr de pêkanîn be.”

KÎBRİYE EVREN

Navenda Nûçeyan – Modernîteya kapîtalîst ku sîstema mêr ava kiriye, di roja me ya îro de rûbirûyî krîzek kûr e. Aborî, ekolojî, polîtîk, zayenda civakî, siyaseta nasname û çêkera exlaqî ya civakê mînakên herî giring yên vê krîzê ne. Ev krîza ku weke ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ tê binavkirin, li giştî cîhanê û bi taybet li erdnîgariya ku em lê dijîn, di rewşa gihaye asta herî bilind ya çaxa me de ye. Ne pêkan e ev krîza li ser gel baş bibe, bandorên demdirêj û xiraker ava dike û ger pêşî lê neyê girtin wê hê kûrtir bibe. 

Teyîsîna krîzê ya civakê bi têgînên weke qetliamên jin û zarokan, mirin, xizanî, tecawîz, tacîz, madeyên hişbir, fuhuş, tundiya bi uniforma, koç, penabertî, şerê taybet, xweza û qetliamên lawiran xwe dide der. Ev mijar, her ku derbas dibe, tê halê pirsgirêkên ku hê zêdetir were nîqaşkirin û nivîsîn. Ji ber em neçar dimînin ku bi vê rastiyê re hevrû bibin em şerm dikin; lê belê sîstema patriyarkal, ji ber çalakiyên ku dike qet şerm nake.

Ji bo şerê taybet her rê mubah e

Ji Machiavellî ku ‘ji bo hedefê her riyê mubah dibîne’ di roja me de şerê desthilatê, tundî, siyasetê weke amûrekê bikaranîn, di vê pêvajoyê de yek ji mînaka herî diyar e. Şer ne tenê amûrek ya tundiyê ye; di heman demê de bi riyên cûda weke stratejiyek siyasî jî hatiye ceribandin. Tundî rê li ber  ji navçûna jiyana civakê, lewazkirina bertekên kesan li hemberî tiştên tê jiyîn vedike, tundî ji bûna çalakiyek ya fîzîkî wêdetir, dibe normek civakê. Ev rewş dibe sedem ku tundî bi taybet li ser jin û zarokan zêde bibe û di civakê de ne wekheviya zayendî kur bibe. Têgînên nasnemayê yên girêdayî bedena jin û civaka zayendî, dibe nîvenga şer û pevçûnan, dejenerebûn û hilweşîna exlaqî, weke rûyê herî bê rehm yê vê krîzê derdikeve pêşberî me.

Kedxwarî û qirkirina zîhniyetê

Kedxwarî ne sîstemek ku tenê bi zor û zextê pêşdikeve ye. Rêya herî bi bandor ya ku çanda kedxwariyê mayînde bibe, qirkirina zîhniyetê ye. Di vî şerî de, tenê perçeyek ya xakê nayê dagirkirin; di heman demê de erdnîgariya ku were dagirkirin û nirxên ku were xesbkirin, divê ji bo xwediyê wan rêbazên şerê taybet û psîkolojîk bixin dewrê. Di nava van rêbazan de komkirina îstixbaratê, propagandaya ajitasyon (Medya), reşkirin, xirakirina moral, biçûkxistin, bê nasnamekirin, fuhuş, madeyên hişbir, tecawîz, qirkirina çandî, talanên ekolojîk, tunekirina nirxên dîrokê, bi awayek exlaqî xistin, tirs û pêkanînên qeyûm cih digre.  

Şerê bê qural û bê exlaq

Şerê taybet, weke ji navê xwe jî tê famkirin, ne tenê civakê, her kesê ku divê civakê de yek yek dike hedef. Ji kes re ‘taybet’ dixebitin, jiyana kes lêkolîn dikin, aliyên wê yên bihêz û lewaz, zaaf, xwarin, terzê jiyanê, heskirin û kîn, bi kêre digere û weke têkiliyên civakê taybetmendiyên bingehîn digrin bin mercekê. Di vê wateyê de şerê taybet nasnameya kes û ji bo jiyana wan dejenere bikin û cûda bikin dixebitin. Kesê ku ji cewherê xwe qût dibe, hem ji nirxê xwe û hem jî ji nirxê civakê biyanî dibe û dikeve pêvajoyek ya rizandinê.

Şerê taybet di heman demê weke ‘şerê bê qûral’ tê bi navkirin. Ev têgîn îfadeya ji derveyî qûralên kevneşopiya şer, sînorên etîk û exlaqê tune dihesibîne tê meşandin e. Di salên dawî de, ev cûrên rêbazên şer yek ji mînakên herî diyar ya rêbaza deqsorkirinê ye. Deqsorkirin, bûye yek ji pêkanîna  karakterîstîk ya rejîma zextê, dewlet kes û saziyên ku ji bo xwe ‘weke bi fikar’ dibîne, dişopîne û dest bi lêkolînkirina agahiyan dike. Desthilat bi rêbaza deqsorkirinê, belavî her derê jiyana kes dibe. Ev pêvajo, hewl dide têkiliyên kes yê civakê, çêkera fikirînê û nêzîkatiyên wê kontrol bike.

Deqsorkirin: Rêbazek şerê taybet

Armanca dewletê ya di deqsorkirinê de, xistina kes ya ‘tevna’ xwe ye. Piştî ku hemû taybetmendî zanî, vî kesî tinên halê li dijî nirxê çandî û civakî be. Li Kurdistanê di van salên dawî de bi vê rêbazê gelek kes kirin sîxûr. Bi polîtîkayên sîxûrkirinê, civakê li beramberî hev bê bawer dike, dixwazin rêxistina civakî û civakbûnê parçe bikin, kesên ku hertim ji hev şikê bigrin ava bikin.

Stratejiya şerê taybet; herî zêde li ser jin û mêrên ciwan dixebite. Di van salên dawî de li bajarên Kurdistanê ên weke Colemêrg, Şirnex, Wan, Amed, Dêrsimê ‘tipên taybet’ ên ji cil û berg bigre, terzên jiyanê, çêkerên exlaqî, urf û edetan dûr dîtina wan pêkan e. Ev ‘tipên taybet’, piranî cihên ku ciwan ji bo çalakiyên xweyên civakî zêde bikin diçinê hildibijêrin. Di nava van cihan de kafe, AVM, qadên konserê, dibîstan û dersxane cih digrin. Li vê derê bi jin û mêrên ciwan re hevaltî ava dikin û dixin ‘tevnên’ xwe. Fuhuş, madeyên hişber, daketina lêgerînên azadiyê di salên dawî de derketî encamên van xefikên hatine avakirin e. 

Şerê taybet xweparastina civakê dike hedef

Taybetmendiya herî şênber ya şerê taybet ew e ku rastiyan berevajî û şilo dike. Rejîmên zextê, tundiya li dijî rêxistinên jinan ên ku ji derveyî kodên wan yên genetîke, muxalîfan, rojnameger, partiyên siyasî û rêxstinên ekolojîk her ku diçe zêde dike. Ev rewş çavkaniya xwe ji desthilatê ku hebûna van koman ji bo xwe weke gefekê dibîne digre.

Li vê derê armanca bingehîn, rêxistinbûna van çêkeran û xweparastina wan belav bike ye. Dema rêxistinbûn lewaz bû, kes tenê dimînin. Kes-civaka ku ji her cûrê kêrhatiyên xweparastinê bê par tên hiştin, were belavkirin, lewazkirin û parçekirin, ji her cûrê tundiyê re vekirî dibe. Di civakê de tundî belav dibe, ji ber mirov ji rêxistinbûnê bê par dimînin, li dijî gefên rastî tên bê parastin dimînin. Civaka ku bê parastina cewherî dimîne rastî qirkirinê tê. 

‘Şikestina zayendî di aleyha mêr de pêkanîn’

 Di encam de; modernîteya kapîtalîst, weke teyîsînek ya pêvajoyên dîrokî, mêrê serdest, kurkirina sîstemên kedxwar û şer digre nava xwe. Ji bo  qirkirina jinê were derbaskirin  Abdullah Ocalan dibêje: “Di şaristaniya Rojhilata Navîn de diyardeya jinê, di nîvenga çareseriya hemû pirsgirêkên civakî deye. Bê ku dîroka kin bê dûbarekirin, ji bo vê demê dirûşmeya me ya bingehîn divê şikestina mezin ya zayendî ya sêyem di aliyha mêr de pêkanîn be. Bêyî wekheviya civakî were pêkanîn, tu azadî û daxwazên wekheviyê wate nagre û wê pêkneyê.  Hêmane mayînde û berfireh ya demokratîkbûnê, cardin azadiyê jinê ye. Aliyê herî lewaz yê sîstemê ku jin destpêkê kir amûr, di roja me de bi hemû tiştên xwe kiriye amûr, pirsgirêka jinê ye. Diyardeya ku di serdemekê de jê re çîna karkeran dihat gotin,  rola xwe bi awayê herî baş li ser  jin dike.”

Ji bo jin li dijî şerê sîstema mêrê serdest, manîpulasyon, biçûkxistin, komplo û polîtîkayên şerê taybet rawestin li qadên civakê bi fîzîkî û zîhnî têkoşînek bi hêz nîşan bidin elzem e.  Rêgeza ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kevirê bingehîn yê vê têkoşînê ava kir. Rola jinan ya divê pêvajoyê de, ji azadiyê kesî wêdetir, kilîta vegera civakê ye.

*Çavkanî: Nivîs, ji hejmara 91’yemîn ya Kovara Jin ku bi manşeta “Li dijî edaleta mêr, xweparastin” hat weşandin hatiye girtin.