Amnesty: Li Îranê bi dehan xwepêşander û girtiyên siyasî li ber darvekirinê ne
Li gorî raporê Rêxistina Efûya Navneteweyî, herî kêm 78 xwepêşander, muxalifên siyasî û kesên ku bi komên muxalefetê ve girêdayî ne niha bi gefa darvekirinê re rû bi rû ne.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûya Navneteweyî diyar kir ku 41 ji van kesan di xwepêşandanên li bajarên cuda yên Îranê di di meha Çile û Sibata 2025’an de hatine binçavkirin. Ev xwepêşandan bi girtinên berfireh, bangên çalakiyê û zextên ewlehiyê hatine tepeserkirin.
Di nava kesên girtî de kesên temenê wan 18 de salî jî hene
Beşek din a daxuyaniyê destnîşan kir ku herî kêm pênc ji wan kesên ku hatine mehkûmkirin di dema sûcdarkirinê de di bin 18 salî de bûn. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku ev yek binpêkirinek eşkere ya erkên navneteweyî yên Îranê yên di derbarê mafên zarokan de pêk tîne û daxwaza rawestandina tavilê ya darvekirina wan kir.
Rêxistinê her wiha diyar kir ku gelek bersûcan ji şêwirmendiya hiqûqî ya serbixwe, darizandinek adil û parastinek bi bandor hatine dûrxistin; û hin doz li ser îtîrafên bi zorê an raporên ji ajansên ewlehiyê hatine damezrandin.
‘Di be ku hêjmara fermî zêdetir be’
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî tekez kir ku ji ber hawîrdora zextê, sînordarkirinên giran ên agahdariyê û zexta li ser malbatên girtiyên siyasî, hejmara rastîn a girtiyên ku di rêza mirinê de ne, dibe ku ji hejmarên fermî zêdetir be. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku astengiya têkilî û parvekirina agahdariyê ji bo gelek girtiyan ji bo rêxistinên mafên mirovan zehmet dike ku asta rastîn a zextê diyar bikin.
Rêxistinê bang li rayedarên Îranê kir ku tavilê darvekirinan rawestînin, hemî biryarên li ser pêvajoyên dadwerî yên neheq betal bikin û piştrast bikin ku girtî gihîştina parêzerên serbixwe û mafê wan ê darizandinek adil heye.
Beşek ji siyaseta tepeserkirin û kontrolkirina civaka Îranê
Hişyariya dawî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di nav pêlek raporên ku hûrgulî didin ser zêdebûna girtinên li Îranê di mehên dawî de ku çalakvanên civaka sivîl, xwepêşander, welatiyên Kurd û Belûç û rexnegirên siyasî hedef digirin de tê. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku piştî destpêkirina pevçûnên herêmî hawîrdora ewlehiyê teng bûye, ku bûye sedema zêdebûna tepeserkirina navxweyî û cezayên dijwartir li dijî muxalifan.
Çalakvanên mafên mirovan hişyar dikin ku bikaranîna berfireh a cezayê mirinê li dijî xwepêşander û dijberên siyasî beşek ji siyaseta tepeserkirin û kontrolkirina civaka Îranê ye. Ew îdia dikin ku ev pêvajo bi tengkirina qada medyayê û bûyîna welat hîn bêtir li ser ewlehiyê hatiye lezandin.