Amnesty International: Cezayê îdamê ji sedî 32 zêde bûye
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya bi navê “2024’an de Cezayê bidarvekirin û darvekirinê” de ragihand ku li seranserê cîhanê hejmara kesên di sala 2024’an de hatine darvekirin li gorî sala borî ji sedî 32 zêde bûye.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî encamên rapora bi sernavê “Cezayên bidarvekirin û darvekirina 2024” an bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2024’an de li gelemperiya cîhanê hejmara kesên hatine darvekirin li gorî sala borî ji sedî 32 zêde dibe.
Di raporê de hat ragihandin ku di sala 2024'an de hezar û 518 cezayên îdamê hatine înafzkirin, ev nîşan dide ku li gorî 1153 îdamên di sala 2023'an de hatine tomarkirin zêdebûneke girîng nîşan dide. Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporta xwe de bal kişand ku ev kar berovajî prensîbên mafên mirovan e, ji ber bikaranîna cezayê îdamê ji bo tawanên ku pîvana "kuştina bi qestî" pêk naynin, bi zagonên navdewletî yên mafên mirovan re li hev nake.
Îran Iraq û Erebistana Siûdî li pêş in
Li gorî raporê, zêdekirina darvekirinan di sala 2024’an de ji ber pêkanînên li Îran, Iraq û Erebistana Siûdî ye. Dema ku 1,041 îdam li van her sê welatan di sala 2023-an de hatine tomarkirin, ev hejmar di sala 2024’an de gihîştiye 1,380’ an. Ev her sê welat bi tena serê xwe ji sedî 91’ê îdamên cîhanî pêk tînin. Rêxistinê da zanîn ku berhevkirina daneyên tevahî li seranserê cîhanê ji ber sirên dewletê û qedexeyên agahdarkirinê li Çîn, Koreya Bakur û Viyetnamê dijwar e.
Divê bê îstîsna were rakirin
Rêxistinê amaje bi wê yekê dike ku der barê cezayên îdamê de geşedanên erênî hene û amaje bi rêziknameyên qanûnî yên li Zambiya û Zimbabwe dike. Ji aliyê din ve hat bibîrxistin ku di biryara rawestandina cezayê îdamê de (moratorium) ku cara dehemîn li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî deng hat dayîn de, "Ji sê parên duyê zêdetir welatên endamên Neteweyên Yekbûyî dengê erê dan."