Alozî li Kendavê gihîşt asteke bilind
Aloziya leşkerî ya di navbera DYE û Îranê ku di rojên dawî de zêde bûye, bi êrîşên dualî û daxuyaniyên tund ket qonaxeke nû. Geşedanên li derdora Tengava Hurmizê metirsiyên ewlehiyê li herêmî zêde dikin û fikar hene ku şer li Rojhilata Navîn berfireh bibe
Navenda Nûçeyan – Zêdebûna aloziyên leşkerî yên di navbera Emerîka û Îranê de, bi êrîşên beramber û daxuyaniyên tund gihîştiye qonaxeke nû. Geşedanên li derdora Tengava Hurmuzê fikarên li ser ewlehiya herêmî zêde kirine, di heman demê de operasyonên Emerîkayê yên li dijî hedefên leşkerî yên Îranê û êrîşên tolhildanê yên Tehranê li ser baregehên Emerîkî li Kendavê bû sedema tirsê û xuya ye ku pevçûn dê li herêmeke berfirehtir li Rojhilata Navîn belav bibin.
Li gundewarên bajarê Ahvazê yê parêzgeha Xuzistanê, di encama êrîşeke hewayî ya Emerîkayê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Cîgirê Parêzgarê Xuzistanê Welîulah Heyatî daxuyand ku êrîşê rasterast derdora Ahvazê armanc girtiye û agahiyên der barê hejmara kuştiyan de piştrast kir.
CENTCOM: Me 90 armancên leşkerî yên Îranê kirin hedef
Fermandariya Navendî ya Hêzên Emerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di 8’ê Tîrmehê de li Îranê li dijî nêzîkî 90 armancên leşkerî operasyoneke nû hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku binesaziya leşkerî û sîstemên parastina hewayî hatine hedefgirtin. CENTCOM'ê destnîşan kir ku armanca vê operasyonê, lawazkirina şiyana Îranê ya êrîşên li ser keştiyên bazirganî û deryavanên sivîl ên li Tengava Hurmizê ye.
Ji Trump hişyariya “Operasyonên Girantir”
Serokê DYE’yê Donald Trump hişyarî da Îranê û ragihand ku eger êrîşên li ser keştiyên li Tengava Hurmizê berdewam bikin, ew ê operasyonên leşkerî yên “gelekî girantir” li dijî vî welatî pêk bînin.
Bingehên Emerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê bûn hedef
Supayê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê wekî bersivdanekê daxuyand ku wan bingehên leşkerî yên Emerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê hedef girtine. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi mûşek û firokên bêmirov êrîşî bingehên Arifcan û Elî El-Salem ên li Kuweytê û bingehên Cufeyr û Şêx Îsa yên li Behreynê hatiye kirin. Îranê her weha gef xwar ku eger Emerîka êrîşên nû bike, dê bingehên din ên Emerîkayê yên li herêmê jî bibin armanca wan.
‘Tengava Hurmizê bi gefan nabe’
Sermuzakerevanê Îranê yê di gotûbêjên bi DYE'yê re Mihemmed Baqir Qalîbaf anî ziman ku siyaseta zext û gefan a Emerîkayê dê bêencam bimîne. Qalîbaf got: “Vê yekê bi zelalî bizanibin; ger hûn lê bidin dê li we jî bide. Tengava Hurmizê bi gefên Emerîkayê nabe, ew ê tenê di çarçoveya wan şert û mercên ku Îran destnîşan dike de ji nû ve vebe.”