Aktîvîstên Tûnisî: Hevgirtina jinan sînoran derbas dike

Li dijî binpêkirinên mafên jinan û hemû cureyên zilmê, hevgirtina jinan veguherî dirûşmek li dijî zilm û îşkenceyê; jin bi hemû amûr û rêbazan dengê xwe bilind dikin.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis- Jinan, li Tûnis û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hemû cureyên tundiyê bi awayekî çalak û bi bandor cih girtin, ji bo vegerandina mafên xwe têkoşiyan û hewl dan vegera li wan salên tarî asteng bikin.

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Bi taybetî jinên Kurd çek hilgirtin û keziyên xwe veguherandin sembola têkoşînê. Ji ber ku doza wan a mafdar hebû û femînîstên ji hemû welatan hevgirtina xwe bi wan re nîşan dan.

‘Jinên Tûnisê bi serkeftin û parastina mafên xwe tên nasîn’

Endama Komîteya Jinên Tûnisê Fîrdews Zouaîbî, wiha got: "Jinên Tûnisê bi serkeftin û parastina mafên xwe tên nasîn. Ji bûyerên El-Hawdh el-Munjî yên sala 2008’an û vir ve pêşengiya tevgerên protestoyê kirin û ji bo têkoşîna piştî şoreşê bi heman biryardariyê berdewam kirin."

Fîrdews Zouaîbî, da zanîn ku tu tişt nikare vê têkoşînê rawestîne û got: “Jin dema ducanî ne û bi zarokên xwe re derdikevin kolanan, ji zilm û zordariyê re dibêjin na. Jinên Tûnisê hem li welatê xwe û hem jî li welatên din hevgirtina xwe bi jinên ku rastî zilmê tên re nîşan didin."

Piştgirî û parêzvanî

Fîrdaws Zouaîbî, diyar kir ku Komîteya Jinan a Komeleya Refîqa Tamallah ji bo hevgirtinê bi jinên Kurd re daxuyaniyan daye, kovara El-Necma el-Hemra jî gotaran nivîsandiye û vîdyoyên piştgiriya şervanên jin ên Kurd weşandiye.

Komîteyê di 11’emîn salvegera berxwedana li dijî DAIŞ’ê ya li Kobanê de daxuyaniyek weşand û got: "Bajar û herêmên Rojava rastî êrîşên nû yên komên terorîst ên girêdayî HTŞ’ê, piştgiriya rasterast a dewleta Tirk û di bin siya hêzên emperyalîst de hat.”

Fîrdews Zouaîbî, bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û wiha axivî: "Divê em bi hevalên xwe yên ku li dijî DAIŞ’ê û hemû kesên dixwazin Sûriyeyê bixin nava tarîtiyê, şer dikin re, di nava hevgirtinê de bin. Pirsgirêka Kurd bi tevahî pirsgirêkek jinan e. Jinên Kurd di dilê têkoşîna hebûnê de ne û li dijî emperyalîzmê, faşîzma Tirk, rejîma Sûriyeyê ya paşverû û civaka baviksalar a ku jinan tenê mîna bedena ku tê kontrolkirin dibîne şer dikin."

‘Jinên Kurd ji bo mafên jinan û azadiya hemû gelan şer dikin’

Fîrdews Zouaîbî, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku jinên Kurd azadiyê bi dest xistine û got: "Jinên Kurd dema ku çekan hildigirtin, di heman demê de bûn xwedî hişmendî û bedana xwe ji amûrek di bin zilmê de veguherandin amûreke berxwedanê. Ew êdî tenê hedef nîn in afirînerên çalak ên dîrokê ne. Kezî ne tenê xemlek e, çalakiyeke hevgirtinê ye, di navbera jinan de girêdanek e û nîşan dide ku her jin hevkara azadiyê ye di têkoşînê de. Jinên Kurd ne li kêleka şer, li eniyên pêşîn in û hem ji bo mafên jinan, hem jî ji bo azadiya hemû gelan şer dikin.”

‘Em li pey şopa şehîdan dimeşin’

Aktîvîsta siyasî û mafên mirovan Lemîa Sharnî der barê fedakariyan de axivî, destnîşan kir ku jinên li Tûnisê li ser şop û riya kesên ku di berdêla dozên mafdar ên mîna azadî û rizgariya civakî de şehîd bûne dimeşin.

Lemîa Sharnî, bal kişand ser aktîvîsta Tûnisî Şukrî Belaid a di 6’ê Sibata 2013’an de hat qetilkirin û got: “Ew ne tenê dengê ji bo jinên Tûnisî bû, di heman demê de parêzvanek ji bo azadî, edalet û temsîlkirina jinan bû. Şukrî Belaid digot; 'Ey jin, cihê xwe bigre û daxwaza mafên xwe bike; ji ber ku tu xwedî maf î.’”

‘Ez ji bo Sûriyeyê êşê dikşînim û dizanim dê jin riya xwe bibînin’

Lemîa Sharnî, axaftina xwe wiha domand: "Em îro li Sûriyeyê, gelek binpêkirinên li dijî jinan û destkeftiyên dîrokî yên ku jin ji bo wan şer kirine dibînin. Ez ji bo Sûriyeyê êşê dikşînim û dizanim dê jin riya xwe bibînin. Ez behsa kesên ku serî li ber lixwekirina cilên reş ditewînin nakim. Ez dibêjim ku jinên Sûriyeyê dê rabin, serhildanê û mafên xwe bigrin. Wê Sûriye vegere heybeta xwe ya berê. Ez bang li jinên Sûriyeyê dikim û dibêjim; em rêhevalên şehîd Şukrî Belaid in, em we silav dikin û bi destên we digrin. Welatê xwe neterikînin û nehêlin ku tarîtî we dorpêç bike.”

‘DAIŞ tenê amûrek e ku ji bo tunekirina gelan tê bikaranîn û ew ê rojek dawî lê were’

Lemîa Sharnî, diyar kir ku jinên li Lîbya û Filistînê jî dê riya xwe ya şoreşgerî bibînin û got: "Rewşa li Filistîn û Sûdanê, nîşan dide ku jinên li Sûriye, Iraq û Sûdanê dê rabin û li ber xwe bidin. Ji ber ku DAIŞ tenê amûrek e ku ji bo tunekirina gelan tê bikaranîn û ew ê rojek dawî lê were."