Aktîvîsta Suweydayî Hind Salah jiyana xwe ji dest da
Aktivîsta Suweydayî Hind Salah, piştî têkoşîna li dijî nexweşiyê, di 61 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Hind Salah li pey xwe mîrasa têkoşîna bi rûmet a li dijî zext û bêedaletiyê hişt.
Suweyda – Aktivîsta Suweydayî Hind Salah bi hebûna xwe ya li qada Karamayê balê dikişand, bi sekna xwe ya cesûr li dijî zulmê dihat nasîn. Hind Salah ku bû şahida serdema binpêkirin û zextê, heta dawiyê dilsoza nirxê xwe yê azadî û rûmetê bû.
Aktivîst Hind Salah piştî demek dirêj têkoşîna li dijî nexweşiyê, roja Sêşemê 16’ê Kanûnê di 61 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Gelek kesên navdar û aktivîstên jin û mêr, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal wê bi bîr anîn û dan zanîn ku ew jineke alîgirê aştiyê bûye, li dijî zilmê disekinî û bi gotina: “Me jinek ku ji aştiyê hez dike û li dijî zilmê têdikoşe winda kir” xemgîniya xwe anîn ziman.
Hind Salah bi sekna xwe ya li dijî rêveberiya zextê dihat zanîn. Bû yek ji jinên ku di sala 2023’an de li qada Karama bi daxwaza azadî û rûmetê disekinî.

Gelek caran biryardariya xwe ya têkoşînê anîbû ziman
Hind Salah di gelek roportajên dane ajansa me de her dem balê dikişand ser armanca daxwaza mafan, biryaradariya domandina tevegra li qada Karamayê û wiha gotibû:
“Em mirovên azad, ji bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe û ji bo hemû Sûriyeyiyan bi armanca avakirina dewleta hiqûqî daketine qadan. Ji ber vê çi dibe bila bibe em ê ji sekna xwe gav paşve navêjin. Em her dem dixwazin jin bigihîjin asta biryardayînê û peywira ku heq dikin. Ev tevgera me berdewamiya şoreşa 2011’an ne.”
Hind Salah ji ber muxalefeta xwe ya rêveberiya Esad dema xwendekara pola duyem a beşa Îngilîzî bû li Zanîngeha Şamê, hat dûrxistin. Tevî hemû zextan têkoşîna xwe domand û dest ji sekna xwe ya li dijî zilmê berneda.
Bûyerên ku di Tîrmeha sala borî de li Suweydayê qewimîn di Hind Salah de şopên kûr hiştin. Bû şahida êrîşên cîhadîstên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam. Li gorî nêrînên kurê wê, ev yek bû sedem ku rewşa wê ya tendurustî û derûnî xirabtir bibe.
Heta kêliya dawî xwedî li azadî û rûmetê derket
Ji tiştên ku li bajarê Suweydayê qewimîn gelek bi bandor bû, bi taybetî koçberiya bi zorê û dema vegeriya, mala xwe bi awayek hilweşandî û talankirî dît gelek xemgîn bû.
Hind Salah, şahidî ji zilma dema rejîma Esad heta Heyet Tehrîr el-Şam dirêj dibe kir. Jiyanê wê û êşên kişandin, bûn sembola jinên Sûriyeyê ku li dijî zext û hilweşîne sekinîn.
Hind Salah ne tenê aktivîstek e, di heman demê de sembola têkoşîna jinên Sûriyeyê ya li dijî zext û bêedaletiyê ye. Jiyana wê salên dirêj di meydanên protestoyê de, bi koça bi zorê û nexweşiyan derbas bûye, bû şahida gelek binpêkirinan, heta kêliya xwe ya dawî xwedî li azadî û rûmetê derket.
