Aktîvîsta Morîtanyayî: Lêgerîna me ya maf ne dirûşm e têkoşîneke bênavber e
Aktîvîsta femînîst a Morîtanyayî El-Salka Ehmîda destnîşan kir ku kêşeyên jinan li herêmê ne cuda ne û got: " Lêgerîna me ya maf ne dirûşm e, têkoşîneke berdewam û bênavber e."

HENAN HARÎT
Mexrib – Aktîvîsta mafên jinan a Morîtanyayî El-Salka Ehmîda dengê jinên li taxên çîna karker e. Ew balê dikşîne ser rastiya jinên paşguhkirî û tekez dike ku hevgirtina jinan, bûye pêwîstiyek ji bo rûbirûbûna cudakarî û tundiyê.
Ji hişmendiyê ber bi çalakiyê ve
Aktîvîsta femînîst a Morîtanyayî El-Salka Ehmîda wiha qala serpêhatiya xwe dike: "Beşdarbûna min a li têkoşînê, bi koçkirina paytext Nouakchottê re dest pê kir. Li wê derê ketim zanîngehê û min tevgera femînîst a serbixwe ya yekem a Morîtanyayê bi navê "Talkalmî" ku di sala 2012'an de hatibû damezrandin, nas kir. Ev ezmûn di hişmendiya min a li ser mafên mirovan de xala werçerxê ya diyarker nîşan da. Min fêm kir ku êş ne takekesî ne, kolektîf in. Li zanîngehê min wêjeya femînîst xwend û ji wir dest bi xebata meydanî kir. Komeleya "Pêşketina Xêrxwaziya Civakê" ava kir."
Valahiya zagonî û nebûna edaletê
El-Salka Ehmîda diyar kir ku jinên Morîtanyayî bi tundî, xizanî, paşguhkirin û adetên civakê yên weke sunetkirinê re rûbirû ne û wiha got: "Bi riya hişyarkirin û zexta civakê, em di pêşîgirtina li hinek rewşan de bi ser ketin lê nebûna bicîhanîna hişk a zagonan, dihêle ku ev pratîk bi dizî berdewam bike. Hinek jinên mezin neçar in di bin zexta mêrên xwe de sunet bibin. Mirina dayîkan di dema zayînê de hê jî gelek zêde ye, ev jî bûye sedem ku komeleya min çalakiyên xwe berfireh bike da ku perwerdeya tenduristiyê û tenduristiya hilberandinê jî di nav xwe de bigre. Zagon şêweyên şîdeta li dijî jinan, weke tacîz û tecawizê baş pênase nakin. Hinek dozên tecawizê weke "Zînayê" tên hesibandin ku mexdûr ji tiştên hatine serê wan, berpirsyar tên dîtin."
Bihêzkirina aboriyê riyek ji bo parastinê ye
El-Selka Ehmîda da zanîn ku komeleya wê bi riya qursên pîşeyî ji bo jinan hewl dide aboriya wan bihêz bike û wiha domand: "Bi armanca zêdekirina serxwebûna wan a aborî ku ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û cudakariyê ev şertek pêşîn e, bihêzkirina zagonî û aborî bike yek, qursên pîşeyî dide jinan. Tevî zehmetiyan hevgirtina femînîst zêde dibe, bi taybetî li taxên paşguhkirî ku jin ji bo nîqaş û danûstandina piştgiriyê, bêyî darizandina civakî, qadên bi ewle diafirînin."
Kêşeyên jinên herêmê yên girêdayî hev
El-Salka Ehmîda destnîşan kir ku tiştên jin li Morîtanyayê pê re rûbirû dimînin ji tiştên ku jinên li welatên din ên herêmê pê re rûbirû dimînin ne cuda ne, di nav de tundiya çandî, zewaca bi darê zorê û dûrxistina qanûnî jî hene. El-Selka Ehmîda wiha got: “Pirsgirêkên herî mezin ne tenê zagonî ne, di heman demê de îdeolojîk in jî. Medyaya civakî ji bo jinan bûye çekek girîng da ku ji serdestiya medyaya kevneşopî derbas bikin û dengê xwe li derveyî çarçoveya fermî bidin bihîstin.”
Peyama hêvî û berxwedanê
El-Salka Ehmîda bang li jinên ciwan ên li Morîtanyayê û herêmê kir û wiha got: "Ji mafên xwe û hebûna xwe haydar bibin û sebir û îsrar bikin. Rastî dikare were guhertin û têkoşîn ne luks e pêdivî ye. Mafên jinan ne dirûşmên vala ne, hişmendiyeke kûr e ku têkoşîn û hevgirtina berdewam a di navbera çîn û meqaman de hewce dike, ji ber ku dema edalet tunebe her kes rastî binpêkirinan tê."