Aktivîsta Mafê Jinan: Bila kiryarên sûcên li dijî jinan bên darizandin
Parêzvana Mafên Jinan Rabab Baldo, xwest ku kesên êrîşa zayendî li jinan kirine hem li Sûdanê û hem jî di asta navnetewî de werin darizandin, bang li jinan kir û got: “Hûn hêza guherînê ne. Pêşerojek baştir ewê bi destê we bê avakirin.”
ZUHÛR MEŞRIQÎ
Tûnis – Şerê li Sûdanê û krîzên mirovî, li ser jin û zarokên keç ên Sûdanê bandorek neyînî dike. Jinên ku rastî kêmaniyên birçîbûn, koçberî, xizmetên bingehîn û çavkaniyan tên, li gel zêdebûna tundiya zayendî ya civakî, hê zêdetir ketiye bin xeteriyê.
Aktivîsta Mafên Jinan û Femînîsta Sûdanê Rabab Baldo xelata aştiyê ya sala 2025’an a Weqfa Sumatzî, Xelata Aştiyê ya Tora Konseya Jinan (PWA) ji hikûmeta Îsvîçreyê girtiye. Rabab, jinên Sûdanê ku li dijî şer û hilweşînê têdikoşin, wek tacîdarkirina jinên Sûdanê nirxand. Rabab Baldo dilsoziya xwe ya bi taybetî di demên wisa dijwar de bi jinên di pêkanîna aştiyê de wek aktorên bingehîn divê werin destekkirin re nû kir û wiha got: “Dinya bi qasî ku nêzî şerê cîhanê yê sêyemîn bûye, niha ji her demê zêdetir divê em bi hevre bixebitin. Divê em aştiyê bihêz bikin û tundiyê bisekinînin. Aştî ne xeyalek e, berpirsyariya me hemûyan e. Jin di avakirina pêşerojê de divê di navendê de cîh bigrin. Ev xelat ne tenê rûmetek e, di heman demê de banga çalakiyê ye jî. Jinan di avakirina aştiyê de her tim di çeperên pêş de cîh girtine. Êdî dem hatiye ku divê sûdên wan bi awayek cidî were naskirin û destekkirin.”
‘Divê ev binpêkirin bê ceza nemîne’
Rabab Baldo da zanîn ku ev xelat bibîrxistinek bihêz a rola jinên Sûdanê dilizîne, dilsoziya jinan a di oxira aştî û edaletê de nîşan dane û wiha got: “Jin di van şeran de hatin qetilkirin, kolekirin û rastî destdirêjiyê hatin. Divê ev binpêkirin bê ceza nemîne. Divê binpêkirinên mafê mirovan tu car ji nedîtî ve neyê dîtin. Di darizandina Serokkomarê berê Omer El Beşir a li Dadgeha Cezayê Navnetewî de min şahidî kiriye, niha di civaka sivîl a Sûdanê de ji bo darizandina sûcan hewl didim. Em ji daraza Sûdanê bi hêvî ne. Jin ji bo têkoşîna edaletê, ji desteka hiqûqî ya herêmê û di asta Efrîqayê de bawer in.”
‘Em binpêkirinan belge dikin’
Rabab Balo bal kişand ser girîngiya belgekirina sûcên tundiyê yên ku jinên Sûdanê lê rast hatine û da zanîn ku divê ev sûc di dadgehên netewî û nevnetewî de werin darizandin û wiha got: “Ji ber şer, herçend em di xwegihandina hinek herêman de zoriyan bikşînin jî, em belgekirina bi awayek rast a binpêkirinan didomînin.”
‘Divê jin beşdarî pêvajoyên aştiyê bibe’
Rabab Baldo rola bi bandor a jinên Sûdanê di hevdîtinên aştiyê de bi bîrxist û ev tişt gotin: “Em beşdarî hevdîtinên jinên Juba yên aştiyê, lihevkirina aştiyek berfireh, muzakereyên Darfurê li Abu Jabrah û muzakereyên Doha bûne. Di pêvajoyên aştiyên yên pêşerojê de beşdariya jinan ferz e. Em xwe di mijarên agahî û netewî de ji mêran kêmtir nabînin. Aliyên ku şer dikin hê şer weke pirsgirêkek aydî mêran a wek leşkerî dibîne. Divê jin beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin. Ji bo jin beşdarî pêvajoyên muzakereyê bibin, divê werin perwerdekirin. Ev jî hem mafê destûra bingehîn û hem jî erkê netewî ye.”
‘Jin rastî gelek zehmetiyan tên’
Rabab Baldo bal kişand ser rewşa jinên koçber ên Sûdanê ya li welatên cîran û anî ziman ku li van welatan bicîhbûn û parastin pêk anîne. Rabab Baldo wiha domand: “Lê belê jin rastî tengasiyên cidî yên wek ewlehî, kêmaniya dahatê û şertên zor yên jiyanê bûne. Divê destek ji bo jinên ku ji destdirêjiyê bi saxî rizgar bûne destek bê dayîn. Ji sedî 40 qutkirina alîkariyên mirovî, pêkanîna pêwîstiyên bingehîn ên jinan, dijwartir dike.”
‘Zagonên ku mafên jinan diparêzin hene lê tên astengkirin’
Rabab Baldo destnîşan kir ku mafên jinan di destûra bingehîn a Sûdanê de divê bên bicîhkirin û wiha dom kir: “Zagonên ku hene, avakirina zagonên sabît ên mafên jinan diparêzin, lê tên astengkirin. Ji ber vê yekê jî niha em ji bo jin beşdarî destûra bingehîn a pêş de bê kirin, dixebitin. Beyannameya Nairobî, bang dike ku nûnertiya jinan di hikûmeta pêşerojê de di rêjeya ji sedî 40 de be. Tora piştevaniyê di navbera rêxistinên jinan ên li Rojhilata Navîn û Efrîqayê de bihêz bûye. Bi saya van toran, jinên cûda yên Ereb û Efrîqayî destek didin dozên hev. Wek mînaka desteka jinan a ji bo Xezayê.”
Banga li jinên Sûdanê
Rabab Baldo di dawiya axaftina xwe de bang li jinên Sûdanê kir û wiha got: “Gelî jinên Sûdanê! Hûn hêza guherînê ne. Her çiqas zorî hebin jî hûn ronahiya vî welatî ne. Pêşerojek baştir ewê bi destê we bê avakirin.”