Aktivîsta Madleen Rîma Hassan: Ev bêdengî têkçûnekê cidî ya siyasî ye
Parlementer Rîma Hassan ku ji Îsraîlê hatî dersînorkirin got: “Parlementoya Ewropayê Îsraîlê şermezar nekir. Ev bêdengî têkçûnekê cidî ya siyasî ye.”

Navenda Nûçeyan – Parlementera Parelemntoya Ewropa (PE) Rîma Hassan ku di keştiya Madleen de bû ku hewl dida alîkariya mirovî bigihîne Xezayê û di 9’ê hezîranê de ji aliyê Îsraîlê ve hatin desteserkirin, bêdengbûna PE’yê yê li dijî çalakiya nehiqûqî ya Îsraîlê rexne kir.
‘Der qanûnî em di bin çavan de hatin girtin’
Rîma Hassan piştî hate berdan xîtabî Lijneya Giştî ya PE kir û got: “Di 9’ê Hezîranê de, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve em di avên navnetewî de hatin revandin. 10 jê welatiyên YE, em 12 kes bûn. Em hemû hatin girtin, ji aliyê Îsraîl ve em bi zorê hatin dersînorkirin. Çend rojan em derqanûnî hatin binçavkirin û girtin.”
Rexne li PE kir
Rîma Hassan da zanîn ku PE di vê pêvajoyê de Îsraîlê şermezar nekiriye û ji bo ew werin berdan tu bangek nekir û wiha got: “Ez dikarim bibêjim çalakiya keştiyê zagonî bû. Ji aliyê raportorên taybet yên NY, bi hezaran welatiyên YE, bi sedan parlementer û STK’yên navnetewî ve hate destekkirin.”
‘Bêdengî têkçûnekê cidî ya siyasî ye’
Rîma Hassan ev tişt got: “Mafê Xeza heye ku alîkariya navnetewî bigre û hemû welat ji bo xelaya li Xezayê û bidawîkirina qirkirinê divê erkê exlaqî bigrin. Ev bêdengî têkçûnekê cidî ya siyasî ye.”
Rîma Hassan destnîşan kir ku bêdengiya PE ziyanê dide saziyê û got: “Ger meclîs dengê xwe dernexe, êdî emê ji bo mafê mirovan nekarin têbikoşin.”
Çi bûbû?
Keştiya bi navê Madleen a Koalîsyona Fîloya Azadiyê (Freedom Flotilla Coalition-FFC) dixwest alîkariyê bigihîjîne Xezeya di bin êrîş û dorpêça Îsraîlê de ye. Keştî di 1’ê Hezîranê de ji peravên San Giovannî Li Cuti yê bajarê Katanya yê Îtalyayê ber bi Xezayê ve bi rê ket.
Artêşa Îsraîlê di 9’ê Hezîranê de mudaxeleyî keştiya Madleen ku hewl dida dorpêça li Xeza bişkîne kir û 12 dilxwazên di keştiyê de desteser kirin. Dilxwaz anîn Îsraîlê, 4 jê sibeha 10’ê Hezîranê, 5 aktivîst ji piştî du rojan dersînor kirin.
Sê parêzvanên mafê mirovan jî di 16’ê Hezîranê de li ser Urdun hatin dersînorkirin.