Ji fermana 74’an ber bi doza nasname û dadweriyê ve -3
Dayê Gewrê Emîr di Fermana Şengalê de kurê xwe, birayê xwe û dayîka xwe winda kiriye. Niha nizane ka ew sax in an mirî ne û daxwaza “Ger sax bin bila wan bighînin me, ger mirî bin bila hestiyên me bidin me”dike.
‘Hûn biçin? Dibêjin DAÎŞ keç û jinên ciwan dibe’
CÎHAN ZEMO / GULÎSTAN EZÎZ
Şengal – “Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de dayîka min, birayê min û kurê min hatin girtin. Heta niha ti agahiya me di derheqê wan de nîne.” Ew winda ne…
Piştî Komkujiya Dêrsimê ya 1938’an, zarokên keç bi zorê ji malbatê wan hatin qutkirin û dan leşkeran. Ew zarok ji kokên xwe hatin qutkirin û ber bi pişaftineke bê rehm ve çûn. ‘Keçên winda yên Dêrsimê’ bû navê şîneke bêdawî. Winda ne…
Carna girîng nîne ku çiqas sal ketiye navberê. Carna cih jî wateya xwe winda dike. Dibe ku kesên xwediyê çîrokê jî, ne wek hev bin, lê dîrok di hêla bûyeran de xwe gelek caran dubare dike. Di şer, komkujiyan de bi armancên cuda cuda zarok tên revandin, tên windakirin.
‘Heta niha tu agahî ji kurê min, birayê min û dayîka min tune’
Dayê Gewrê jî ketiye pey kurê xwe yê winda ku di fermanê de ketiye destê DAÎŞ’ê. Hê kurê wê 12 salî ye, zarok e. Tenê daxwazek Dayê Gewrê heye, ew jî vegera êsîrên wan e. Dibêje: “12 sal e çavê me li rê ye ku rojekê mizgîniya rizgarbûna wan bidin me. Tenê ew kurê min ê 12 salî hebû, birayê min hîn 14 salî bû, dîsa dayîka min bû.”
Ji hikûmeta Iraqê daxwaza êsîrên xwe dike û dibêje: “Ev 12 sal in jiyan li me heram bûye; em ne dikarin razin, ne dikarin xwarin bixwin. Her tim çavê me bi hêsir e, em digirîn, her birînên me nû dibe.”
‘Navê kurê min Emîr Hesen Xelef Xwedêda ye’
Navê kurê wê Emîr Hesen Xelef Xwedêda ye. Navê dayîka wê Şêrîn Xelef Hecî, navê birayê wê jî Sufyan Brahîm Xelef e… Roja fermanê hatine girtin û ji wê rojê ve tu agahî ji wan nehatiye. Tenê agahiyek girtine ku kurê wê birine bajarê Reqqaya Sûriyeyê.
‘Hûn biçin? Dibêjin DAÎŞ keç û jinên ciwan dibe’
Dayîka Dayê Gewrê sibeha fermanê seat 4’ê sibehê lê geriyaye. Ew jê re dibêje DAÎŞ hatiye. Nizane ku DAÎŞ ji bo wan hatiye. Wê sibehê kur û keça xwe amade dike, siwarî erebeya bavê wê dibin û diçin pişt gund. Lê belê erebe biçûk e û hejmara wan jî zêde ye. Dayê Gewrê dibêje: “Dayîka min got, cih teng e ez ê dakevim. Wê her erebeyek min bigre. Jixwe dibêjin DAÎŞ keç û jinên ciwan digrin, hûn xwe rizgar bikin, tiştekî li me pîra nakin. Ji kurê xwe re jî dibêje, xwişkên xwe bighîne cihekî ewle û dîsa were min bigre.”
‘Me xwest wan jî bigrin, lê me bihîst ku DAÎŞ’ê hemû girtine’
Birayê Dayê Gewrê û kurê wê jî ji erebê dadikevin. Naxwazin wê jina extiyar bi tena serê xwe bihêlin. Her çiqas Dayê Gewrê naxwaze dakevin, dibêje ferman e jî, ew dibêjin, herkes dimeşe, em ê jî bimeşin û xwe rizgar bikin. Dayê Gewrê herî dawî wê demê kurê xwe, birayê xwe û dayîka xwe dibîne.
Piştî tên gundê Sikêniyê, birayê Gewrê cardin dixwaze vegere da ku dayîk, bira û xwarziyê xwe xilas bike. Lê belê agahî tê ku DAÎŞ’ê hemû kesên li paş mane girtiye, kesek nehiştiye.
‘Dibe ku rojekê vegere’
Dayê Gewrê hêviya xwe qet winda nekiriye. Kengî êsîr vedigerin, diçe gel wan û pirsa wan dike. Hinek ji wan dibêjin me dîtiye, hinek dibêjin me nedîtiye, tiştekî zelal nîne. Dayê Gewrê dibêje: “Gelek caran me li Dihokê nasnameyên wan dane rayedaran û me li wan pirsiye lê me heta niha tu encam negirtiye.”
Tu daxwazeke mal û milk ji dewletê nake dayê, tenê dawa êsîrên xwe dike. Bi nêzîkbûna roja fermanê dîsa hemû tiştên jiyan kirine êrîşî mêjî û dilê wê bûye. Dibêje: “Dema salvegera fermanê nêz dibe, ji bo me jiyan gelekî zehmettir dibe. Ji fikirandinê bişev nikarim razêm. Ez her li wêneyê kurê xwe dinhêrim, dibêjim dibe ku rojekê vegere.”
‘Hêviya min heye ku beriya mirinê ez bighêm kurê xwe’
Dayê Gewrê dibêje: “Heke saxbin bila wan bighînin me, heke mirî bin bila hestiyên me bidin me. Herî kêm rojên cejnan em herin ser gorên wan behna xwe derxin. Ji ber em tiştekî nizanin debara me nayê, bila kes ji me gazinan neke. Em daxwaziya hemû êsîrên xwe dikin. Mala dayîka min gel me ye, ez diçim hewşa dayîka xwe digirîm. Em dixwazin dengê me bighêje her kesî ku bila bizanibin me çiqas kul û derd kişandiye.”
Dayê wêneyê kurê xwe nîşanî me dide, dixwaze em bikşînin û dibêje: “Dengê min dighêje kê û kurê min ditîbin bila agahiyakê bidin me. Hêviya min heye ku kesek kurê min bibîne û beriya mirinê ez bighîjim kurê xwe. Kengî ez wêneyê kurê xwe dibînim nikarim xwe bigrim. Digirîm. Behna min dernakeve, ez li wêneyên kurê xwe mêze dikim. Hêvî dikim yên ku bûne sebeb û kezeba me şewitandine heman tiştî jiyan bikin. Xwedê heqê me li wan nehêle.”
‘Bê suc û bê sebeb destê wî ji destê min deranîn’
Dayê tîne ziman ku Êzîdiyan tu carî niheqî li tu kesî nekiriye bes wan xwişk, bira, dê û bavê wan ji wan birine. Dayê Gewrê hawara xwe bi van gotinan vedibêje: “Dayîka min, kurê min, birayê min ê 14 salî... Hemû çûn. Dîsa gelek nas û xizmên me, yên xwedî zarok hemû çûn. Em Êzîdî hemû yek in jixwe, tu ferq nîne. Dema ez li wêneyê kurê xwe mêze dikim ma wê çawa debara min bê? Bê sûc û bê sebeb destê wî ji destê min deranîn. Heta niha nizanim sax e yan miriye, çawa debara min bê? Dema dibe salvegera fermanê, weke roja fermanê li serê me tê, em nikarin bipeyvin jî. Şevan ez wêneyê kurê xwe dikim bin balîfê xwe, wisa radizêm.”
Di Tebaxa 2014’an de dema DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir, ji zarokên ber pêsîra dayîka xwe heta kalên 70 salî bi hezaran mirov dîl girtin.
Li gor agahiyên li ber dest in hê jî aqubeta 2 hezar û 700 Êzîdiyan ku di nav de jin, zarok, mêr hene ne diyar e. Çend ji wan hatine kuştin, çend sax in û hê jî di destê DAÎŞ’ê de ne nediyar e. Ferman bi temamî ji holê ranebûye. Hê jî gelek mal çavên wan li derî ne û li bendê ne rojek ji rojan agahiyek ji windahiyên xwe bigrin.
Wê berdewam bike...