Aktivîsta Îskoçyayî: Min îlhamê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girt
Heather Sweeney ji Îskoçyayê ye ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû qala çavdêriyên xwe kir û got ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêviyek dîtiye û îlham ji Şoreşa Jinan girtiye.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê – Li ser bangewaziya Komîteya Têkilî û Hevgirtinên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star a Rojava ku di Mijdara 2024’an de kiribû, gelek şandeyên jinan ji gelek welatan serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.
Aktivîst Heather Sweeney ji Îskoçyayê ye, di Rêxistina This Is Rigged de aktîvîst e. This Is Rigged, li hember krîza avhewayê têdikoşe û di heman demê de li cem dewletê di xebateke li ser jinên ku mala wan tuneye re mijûl dibe. Heather Sweeney di nav jinên ku ji Îskoçyayê di heftiya borî de serdana Rojava kiribûn de cîh girt. Heather çavdêriyên xwe yên li ser hatina Rojava bi ajansa me re parve kir.
‘Li Kurdistanê êrîşên li ser çandinî, aborî û çanda jinan têk diçin’
Heather Sweeney di destpêka axaftina xwe de behsa hatina xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û tiştên ku bala wê kişandine, wiha vegot: “Wexta ku hatim Kurdistanê, min ferq kir ku êrîşên ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tên bandorê li çandinî, aborî û çanda jinan dikin. Lê belê ev êrîş têk diçin. Tiştên ku min anî ziman girîng in û bi taybet jî hedefgirtina aboriya jinê û çanda jinan. Di heman demê de niha mayîna me li Kurdistanê ji me re nîşan daye ku tevî ewqas qirkirin, ewqas hewldanên tinekirina gelê Kurd û taybetmendiyên wan, berxwedanî heye. Lê ez bawer im ku gelê Kurd bi vî awayî nikare were tunekirin. Tiştê ku tê bîra min, di nav gelê Filistinê de jî tevî ku ewqas tişt ji destê wan hatine stendin jî, berxwedanek heye, ken û kêfxweşî heye.”
'Kulîlkeke berxweder e'
Heather Sweeney da zanîn ku tevî êrîşan avakirin heye û ev rewş şiband kulîlka gezgezkê ya ku li Îskoçyayê jî şîn dibe. Heather wiha dom kir: “Ji bo min hatina Peymangeha Bilind a Hûnerê-Hîlala Zêrîn pir bi wate ye. Ji ber ku cara yekemîn mirov dikare bibîne ku tevî qirkirin û êrîşên li ser vê çandê, dîsa jî avakirin û çêkirin heye. Ev kulîlka gezgezk (Thistel) ku li Îskoçyayê şîn dibe tîne bîra mirov. Kulîlkeke berxweder e, ferq nake mirov çi bike, lê ev kulîlk li hember baranê jî bayê jî her tim mezin dibe. Em jî di demên borî de li Îskoçyayê ji aliyê Brîtaniya ve hatine metîngehkirin û rêbaza sereke, qirkirina çanda me û tunekirina çandiniyê bû.”
'Me îlham ji gelê Kurd girt'
Heather Sweeney balkişand ser ekolojiya Îskoçyayê, êrîşên li ser jîngeh û ekolojiya li Kurdistanê bibîr xist û wiha dan ber hev: “Li Bakurê Îskoçyayê zozanên ku mîna ‘highlands’ tê binavkirin, ev wekî daristanekê bû, lê hatiye tunekirin. Ev daristan destpêkê ji bo çandiniyê tê bikaranîn, piştre ji bo lawiran û xwedîkirina pez û mîhan. Lê di dema niha de tiştek ji wê derê nemaye, tenê çend kes li wî cihî mane. Niha wexta ez dibînim ku li Kurdistanê ewqas cihên çandinî hatine wêrankirin, axa vir hatiye talankirin û mirovên ku bi darê zorê hatine koçberkirin, kezeba min diperite. Ji ber ku ez dizanim bi vî awayî guhertinên pir mezin di welatek de çêdibin. Me îlham ji gelê Kurd girt ku çawa ew qirkirin derbas kirine û bi vî awayî nîşan dane ku ji wan kiryaran mezintir in. Ferq nake, dewleteke wekî Tirkiye çi jî bike, gelê Kurd dê her tim serî hilde.”
Heather Sweeney a ku dibêje wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêviyek dîtiye û îlham digre, bi van gotinan vegera Îskoçyayê û tiştê ku ewê li wir bike, anî ziman: “Çand û cihên ku me li vir dît pir berfireh in û em jî wekî hêvîyeke dibînin. Min îlham ji wê girt ku dema ez vegerim Îskoçyayê ezê li her derê behsa têkoşîna vir bikim. Lê di heman demê de ji ber têkoşîna me jî li her derê cîhanê heye, gelên ku hatine mêtîngehkirin û êrîş li ser wan çêbûne jî hene. Lê belê ew nikarin çanda me piştguh bikin, sedema ku li ser çanda me êrîş tê kirin jî ew e ku hîn dewam dike. Çanda me mezin û baştir bûye, ji lewra li hember vê yekê hêzên dagirker nikarin tiştekî bikin.”
‘Dîtina jineke ku mast çêdike wekî xeterî ji min re asta lawaziya dewleta Tirk nîşan dide’
Heather Sweeney êş û xemgîniya xwe ya ji ber hedefgirtina balafirên dewleta Tirk a dagirker ku jinên di Kargeha Zozan a çêkirina mast û penêr a li Dêrikê de dixebitîn hedef girt û ew qetil kirin, parve kir. Heather nerazîbûna xwe ya li hember vê rewşê, bi van gotinan anî ziman: “Ji bo min ev tiştekî pir bi êş e, bi taybet piştî ku em çûn kargeha çêkirina şîr û mast ku ji aliyê lêdanên hewayî ya dewleta Tirk ve hatine hedefgirtin. Eger mirov bifikire, jinên mast û penêr çêdikin dibin hedefa êrîşên hewayî, ev ji me re hêza jinan a li vê herêmê nîşan dide ku ew çiqas bihêz in. Ji ber eger jineke mast çêdike ji bo dewleta Tirk wekî xeterî tê dîtin, ji min re nîşan dide ku dewleta Tirk pir lawaz e. Jinên Kurd yên ku hatine hedefgirtin, nîşana vê ye ku tenê dewleteke bê hêz pêwistî dibîne ku bi awayekî hovane û wêranker çanda jinan tune û qetil bike. Li gorî min ev pir tişt ji min re li ser zanista jin Jineolojî û helwesta jinan a li vir, zelal dike. Dema ku ez li ser wan jinan difikirim ku bûne hedefa êrîşên hewayî, ez pê xemgîn dibim. Ji ber ku ew jin ne tenê Kurd in, ew jî wekî me jin in wekî me ne. Ji bo min pir zehmet e ez dibînim ku jin tenê tên hiştin û êrîş li ser çêdibin. Her çiqas jin parçeyeke pir girîng ji vê çandê ye jî.”
Piştgirî: Eşkerekirina êrîşên li ser jinan û jibîrnekirina têkoşîna jinên Kurd
Heather Sweeney balkişand ser piştevaniya jinan a di van demên tengav de jî. Heather bi vî awayî behsa pêwîstiya piştgiriya welatên derve ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir: “Ez bawer im wexta ez vegerim welatê xwe, ezê ji herkesî re bêjim. Gerek çiqas ji destê me tê, em berhem û saziyên Tirkiyê boykot bikin. Ev rêbazek e, lê ya herî girîng ezê ji herkesî re ragihînim ku li vir çi diqewime. Di heman demê de eşkerekirina êrîşên li ser jinan jî, ku li kêleka wê jin rola herî sereke di civak û çandê de dilîzin. Ez bawer nakim ku bê hêza jinan ev herêm wê wisa be û bikaribe bi vî awayê heyî kar û xebatê bimeşîne. Ez pir dixwazim ku hikûmeta Britaniyayê kiryar û êrişên Tirkiyê li hemberî Kurdan şermezar bike. Bi taybetî ji ber ku li Îskoçyayê penaberên Kurd pir zêde ne. Lê herî zêde ez pê bawer im ku mifteya çareseriyê ev e ku mirov bişopîne û rewşa heyî wisa ragihîne. Girîng e ku em çarenûsa jinên Kurd di dil û mejiyê me de her tim zindî bihêlin, ji ber ku jibîrkirin xiyanet e. Ya girîng ew e ku wan jinan bînin bîra xwe û têkoşîna wan a her roj li vir dimeşînin jibîr nekin.”
‘Tenê li Kurdistanê min xwe rihet hîs kir’
Heather Sweeney kêfxweşiya xwe ya ji ber hatina Kurdistanê dubare kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Herî dawî ez tenê dixwazim bêjim ku gelek spasiya her kesê li Kurdistanê dikim ku pir germ û aşkera bixêr hatina me kirin û her tişt ferî me kirine. Bi qasî li vir li Kurdistanê min li tu herêmeke din xwe bi vî awayî rihet hîs nekiriye.”