Akademiya Jîna dest bi xebatên xwe dike
Akademiya Jîna, îro di 3’emîn salvegera Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de bi dirûşmeya "Li dijî tunebûn, têgihîştina fêrbûnê ya mîna berxwedan û hevgirtin di çalakiyê de" dest bi fealiyetên xwe bike.

Navenda Nûçeyan – Îro di 3’emîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaqê ya Îranê ve hate qetilkirin de, wê di platforma Zoomê de panelek serhêl bê lidarxistin. Ev panel, armanc dike ku di nava 3 salên dawî de şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” binirxîne û di heman demê de Akademiya Jîna dê fealiyetên xwe yên di aliyê Zanîstên Beşerî û Lêkolînên Civakî de bide destpêkirin.
Di panela ku ji aliyê Akademiya Jîna ya li bajarê Torontoyê ya Kanadayê ve tê organîzekirin de, dê akademîsyen Şeko Seki, Havajin Baqalî, Nasrîn Saramî, Nilufer Golkar, Sardar Saadî û Şaho Mahmudî beşdarî têkiliyên akademîk bibin û moderatora rûniştinê ji aliyê Rožin Mukryan ve bê kirin.
Akademî ya ku navenda wê li Kanadayê ye, bi dûrişmeya "Li dijî tunebûnê têgihîştina fêrbûnê ya mîna berxwedan û hevgirtin di çalakiyê de" hate damezrandin.
Akademiya Jîna, xwe mîna pêşxistina ji nû ve fikirîna kolektîf, fêrbûna pirzimanî û berxwedana zanîstî ya ji têkoşîn û tercûbeyan çêdibe pênase dike. Ev akademî, xwe ne mîna zanîngehek bi wateya kevneşopî, mîna platformek navneteweyî ya ku li ser kevneşopiyên femînîst û dijî kedxwariyê hatiye avakirin, pênase dike.
Bernameya ewil a akademiyê, dê di payîza 2025’an de dest pê bike û dê ji bo qursên serhêl, atolyeyên nivîsandin û lêkolînê, bi projeyên afirîner û kolektîf re lêkolînên qadê, werger û hilberîna medyayê piştgiriyan bide. Dê dersan bi zimanên Kurdî, Îngilîzî û Farisî bên pêşkêş kirin.
Akademî, niha bi hevkariya zanîngehên Kanadayî re ji bo bidestxistina akredîtasyona fermî xebatên xwe didomîne û tomarkirin ji bo hemû kesên xwediyê dîplomaya lîseyê belaş û vekirî ye.