Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin

Navnîşana "mezopotamyaajansi42.com" a Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê li ser çapemeniyê, ji ber mekanîzmayên kontrolê yên desthilatdariyê û sererastkirinên zagonî her diçe sansur zêde dibe. Ev bi salan e tevî hemû polîtîkayên zextê Ajansa Mezopotamya (MA) ku heqîqetê bi cîhanê re parve dike, zextên li dijî wê didomin.

Navnîşana "mezopotamyaajansi42.com" a ajansa MA’yê hat astengkirin. Biryara astengkirinê nehat teblîxkirin û hat diyarkirin ku ev biryar ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 1'emîn a Semsûrê ve hatiye dayîn.