‘Agirê Zindî’ yê Kamkaran piştî 6 salan li Îranê vêket

Koma muzîka Kurdî ya navdar a bi navê Kamkaran, piştî 6 salan konserek bi navê ‘Agirê Zindo’ li Tehranê lidar xist. Jinan bi dengê xwe yê bilind, careke din nîşan dan ku ewê muzîk û stran tu car venemirin.

Amene İzedi

Tehran - Li Îranê ji ber ku dengê jinan di fermiyetê de di stranan de hatiye qutkirin, ev 45 sal in bi dizî hebûna xwe didomîne.

Yek ji komên ku jin dengê xwe bilind dikin jî, Koma Rojhilatî ya bi navê Kamkaran e. Kom, di sala 1961’an de li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê malbata Kamkaran ve hatiye avakirin. Heta niha gelek albûmên serkeftî çêkirine û li tevahiya cîhanê tên nasîn. Lê konserên komê li Îranê ji ber dengê jinan qedexe bûn. Koma Kamkaran, piştî 6 salan li Otêla Espînas konsera xwe ya bi navê “Agirê Zindo” lidar xist. Konsera Kamkaran ji du beşan pêk hat. Şefê orkestraya Koma Kamkaran Arslan Kamkar, endamên komê Erşeng, Ardeşîr û Ardavan Kamkar û Meryem Îbrahîmpur şevê din beşdarî konserê bûn. Di konserê de jin hem endamên koroyê bûn, hem li piyanoyê dixistin hem jî li amûrên din ên muzîkê. Bi enstrumanên xwe yên Îranî hêz û hebûna xwe careke din nîşan dan.

Komê guhdar birin çiya û zozanên Kurdistanê

Kamkaran di konserê de albûma xwe ya bi navê “Agirê Zindo” pêşkêş kir. Albûm, ji bo bîranîna muzîsyen û pisporê stranan Alî Merdan hatibû çêkirin. Kamkaran bi stranên xwe guhdar birin çiya û deşt û zozanên Kurdistanê. Jinan wek her gavê hem stran gotin hem giyan dan amûran. Bi vî awayî dîsa hêza xwe nîşan dan. Meryem Îbrahîmpur bi performansa xwe ya efsûnî bala herkesî kişand ser xwe. Di destpêka konserê de vîdeoyek hat nîşandan. Di vê vîdeoyê de Meryem daxwaza xwe ya ji bo azadiya stranan anî ziman û wiha got: “Wek hemû jinên Îranê ev demeke dirêj e min xeyala atmosferek konserê ya azad û bêsînor dikir.”

Bi şerta ku du mêr pê re stran bêjin destûr hatiye dayîn

Lê dîsa jî Meryem Îbrahîmpur, ji ber sînorkirinên heyî yên li Tehranê neçar ma bi du stranbêjên mêr re duet bike. Lê dengê wê ji yê mêran gurtir û zelaltir bû. Bi taybetî jî gava ku du helbestên Forugh Ferruhzade ji pirtûka wê ya bi navê “Vejînek Din” xwend.

Beşek ji helbesta Forugh wiha bû:

“Min ji stêrkan neke

Binhêre findên şevê

Çawa dilop dilop dihelin

Peyala awirên min ên reş

Bi lorandina te ya germ

Bi şeraba xewê tije dibe

Li dergûşa helbestên min binhêre

Tu pif dikî û tav derdikeve...”