Agirê azadiyê ev 2725 sal in geş dibe
Di pîrozbahiya Newroza îsal a li Hesekê de, gelên din jî li kêleka gelê Kurd beşdar bûn û peyama yekîtiyê dan cîhanê.

HESNA MUHEMED
Hesekê – 21'ê Adarê dîrokek ji bo gelê Kurd pir girîng û bi wate ye. Ew tê wateya destpêka serhildana herî mezin a li dijî bindestî, koletî û zilmê. Kawayê Hesinkar bi pêxistina agirê li ser qesra zalimê Dehak, gel ji koletiyê rizgar kir û rê li ber azadiyê vekir. Newroz an jî Roja Nû ji bo gelê Kurd destpêka saleke nû, jiyana nû ye. Bi pêxistina agirê Newrozê Kurd her sal têkoşîn û berxwedana xwe nû dikin. Kawayê hemdem Mazlûm Dogan jî li hemberî Dehakên sedsalê bi agirê bedena xwe têkoşiya û meşaleya azadiyê bilind kir.
‘Di baweriya Zerdeştî de em pîrozbûna agir dibînin’
Her sal 21'ê Adarê li seranserê Kurdistanê bi girseyî û kelecaneke mezin tê pîrozkirin. Ev roj weke Cejna Kurdan a Neteweyî tê hesibandin. 2725 sal in agirê azadiyê li dijî zaliman geş dibe. Di baweriya Zerdeştî de em pîrozbûna agir dibînin. Agir tê wateya îfadeya başî, ronahî, edalet, wekhevî, hevgirtin û yekîtiyê. Yanê agir tê wateya têkoşîn û berxwedana li dijî zalim û niheqiyan. Di vê rojê de gelê Kurd bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe dide qadên azadiyê û li dijî zilim û koletiyê agirê azadiyê geştir dikin. Em dikarin agir bişibînin têkoşîna gelê Kurd jî. Eger tu baş bikar neynî, ew ê te bişewitîne. Tevî ku agirê Newrozê ji aliyê rejîm û desthilatan ve hatibû qedexekirin û digel ku Kurd rastî îşkence û dîlgirtinê jî dihatin, di şeva Newrozê de agirê berxwedanê geş dikirin. Bi dizî agirê azadiyê pêdixistin û cejna xwe pîroz dikirin. Piştî Tevgera Azadiya Kurd bi pêş ket, Kurdan bi ruhekî nû Newroza xwe pîroz kirin. Bi milyonan Kurd berê xwe didin qadên azadiyê, li derdora agir kom dibûn û dîlana azadiyê digerînin.
‘Pîrozbahiya wek misogeriya azadiyê’
Kurd îsal bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" herikîn qadên Newrozê, cejna xwe pîroz kirin û gotin em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Em dikarin behsa Newroza îsal a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Milet li vî bajarî ji saetên sibehê ve beriya ku tîrêjên rojê derkevin, amadekariyên xwe dikirin û berê xwe didan qada Newrozê. Dema ku tu di rê re derbas dibûy, te didît ku milet di wesayîtên xwe de bi gotina stranan û dirûşmên berxwedanê, bi çepik û nîşaneya serkeftinê her dem li jor in berê xwe didin qada Newrozê. Min moral ji wan girt. Wan vê rojê wek misogeriya azadiyê pîroz dikir. Her sal gelê Rojava bi taybetî piştî şoreşê bi azadî û bê sînor cejna xwe ya Newrozê pîroz dike.
Agirê azadî û berxwedanê
Dema ku ez daketim qadê rengên biharê, xwe bi cil û bergên mirovan diyar dikirin. Jin, zarok û heta mêran bi lixwekirina cilên xwe yên folklorî ku neteweya wan diyar dike herikîbûn qada Newrozê. Kenê li ser rûyê jinan, hêviyên di çavên wan de û nîşana serkeftinê yên ji destpêka Newrozê heya dawiyê her dem li jor bûn mirov dikare azadiyê bibîne. Agirê azadî, berxwedan û serkeftinê ya Newroza Hesekê ji aliyê dayîkên pakrewanan ve hat geşkirin. Dayîkan bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" agirê azadiyê pêxistin û li dorê geriyan.
Bi cilên xwe yên folklorî jî li kêleka gelê Kurd sekinîn
Li her cihê qada Newrozê miletê dîlana azadiyê digerand. Di van govendan de rengên curbircur xwe nîşan didan. Gelê Ereb bi cilên xwe yên folklorî jî li kêleka gelê Kurd sekinîn û cejna Newrozê bi hev re pîroz kirin. Ev jî wekheviya gelan li herêmê nîşan dide ku cudahî di navbera pêkhateyan de nîne. Heta Aşûrî, Xirîstiyan û Ermen jî vê cejnê bi rengên xwe pîroz kirin. Di rûyê wan de xuya dibû ku naxwazin ev roj bi dawî bibe û dixwazin her dem li qada azadiyê agirê serkeftinê geş bikin.
Newroza azadiyê li we pîroz be!