Abdullah Ocalan ji bo gelê Mexmûrê peyam şand
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şêniyên Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî peyam şand. Peyama Abdullah Ocalan li wargehê bi girseyî, bi kelecanek mezin û tîliliyan hat guhdarkirin.

Mexmûr – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şêniyên Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî peyam şand. Pêyama Abdullah Ocalan li Saziya Malbatê Şehîdan a Mexmûrê bi girseyî ji gel re hat xwendin. Şêniyên wargehê bi girseyî, bi kelecanek mezin û tîliliyan hat guhdarkirin.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:
“Ji bo gelê Mexmûrê yê hêja,
Ez silavên xwe yên germ ji bo hemû gelê me yê li Mexmûrê jiyan dike re dişînim. Gelê me yê Mexmûrê di dîroka têkoşîna me de roleke pir girîng lîstiye û bûye xwediyê cihekî pir bi nirx. Ruxmê hemû zehmetiyan jî bi pratîka xwe nîşan daye ku jiyan berxwedan e û qehremanên mezin derxistine û barê têkoşînê yê giran bi awayekî serkeftî hilgirtiye ser milên xwe. Îspat kiriye ku şert û merc çi dibin bila bibin jiyana azad ser her tiştî re ye. Û bûye xwediyê sekn û kedekî layiqî gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd.
Ez di wê baweriyê de me gelê me yê Mexmûrê, çawa ku berê bû stûna bingehîn a têkoşîna me, di pêvajoya Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de jî wê bibe xwediyê heman rol û mîsyona girîng. Wekî hêza dînamîk a vê pêvajoyê bûyîna xwedî berpirsiyarî û pêşengî kirin, pêwistiya mîrasa wan a têkoşînê ye. Xalek ya hevdîtinên me jî li ser rewşa gelê me yê Mexmûrê ye. Bê guman bi pêşketina pêvajoyê re vegera wan a ser xaka xwe wê çêbe. Lê belê pêwiste were zanîn ku divê nêzîkatiyên ferdî û malbatî dernekevin pêş. Em ê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî wê bi awayekî kolektîf werin destgirtin û li ser vê esasê ber bi çareseriyekî ve biçin.
Der barê yên Mexmûr, yên Ewropa û tevahî yên penabertiyê de wiha difikirim: Vegera hemûyan wê kolektîf be û erdnîgariyê em ê hilbijêrin. Dixwazin vegerin?
Em wisa hesab bikin ku nîv bi nîv dixwazin vegerin. Divê em vegerê kolektîf bifikirin. Di vê çarçoveyê de silavên min li Mexmûrê bikin.
Li ser vî esasî di serî de jin û ciwan silavên xwe û hezkirinên xwe yên kûr û bêdawî ji tevahî gelê Mexmûrê re dişînim.
Abdullah Ocalan
27 Tirmeh 2025
Girava Îmraliyê”