Şoxan Mihemed: Fêrbûna ajokariyê ji bo jinan avabûna baweriyê ye
Li herêma Raperîn Şoxan Mihemed wek jinek pêşeng, bi rêya ofîsa Asa hewl dide çanda ajokariyê di nava jinan de pêşbixwe û got: “Fêrbûna ajokariyê ne tenê fêrbûna erebeyê ye, ji bo jinan avabûna baweriya bi xwe ye.”
Ranya- Di civakê de hertim jin ji bo derbikevin û bibin xwedî rol, di nava dîtina derfetek mezin dene. Li bajarokê Ranya yê girêdayî devere Raperîn, Şoxan Mihemed wek mamosta û perwerdekar a ofîsa Asa ya fêrbûna ajokariya jinan, kariye xeyalê gelek jinên ku dixwazin belgeya ajokariyê bigrin pêkbîne. Lê belê ji ber nebûna jîngehek guncaw dudiliyê dijîn.
‘Jin li gel zayenda xwe aramiyê hîs dikin’
Şoxan Mihemed têkildarî fikrê vekirina ofîsa ajikariyê wiha got: “Demek bû min dixwest karekê ji bo jinan bikim, da ku jin bikarin bêne ji derve. Gelek jinan dixwestin fêrî ajokariyê bibin û belgeya wê hebin. Lê belê cihek aram an jî mamostayek jin nebû fêrî bike. Her wiha xwezaya mirovan wisane ku hertim li gel zayenda xwe zêdetir aramiyê hîs dikin û kêfxweş in. Ji ber wê min biryar da li gel komek jin bi hevre em vê ofîsê vekin û wê valetiyê tije bikin.”
‘Di aliyê hêzê de di navbera jin û mêran de ti cûdahî nîne’
Şoxan Mihemed wiha got: “Di civaka mede, derfetên wiha ji bo jinan nehatiye avakirin, jin zêdetir bi çandinî û lawirvaniyê ve mijulin. Piştî sala 2000’an jinan dest bi karkirinê kirin. Niha em dibînin jin dixwazin fêrî ajokariyê bibin. Herçend di aliyê hêzê de ti cudahî di nava jin û mêran de nîne, ji bo destpêkê jin hertim li gel zayenda xwe kêfxweştir in.”
‘Niha mêr piştgiriya me dikin’
Şoxan Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Destpêkê ez û havalên xwe em rastî rexneyan hatin. Bi taybet di demê dersan de, lê belê li gel xelkê Ranya pêşketine, bi derbasbûna demê re pêşwaziyek germ li me kirin. Mêr jî êdî piştgiriya me dikin. Her wiha niha ji bo jin bibin xwedî belgeya ajokariyê bav û bira dema keç an jî xwişkên wan digihin 18 saliyê tinîn perwerdeya ajokariyê daku bibin xwedî belgey ajokariyê.”