Şoreşger Zîlan li Hesekê bi mitingekê hat bibîranîn

Kongra Star bi armanca bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera wê ya 28’an de mitîngek li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê lidar xist.

Hesekê - Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan li Hesekê ya Kantona Cizîrê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi mitîngekê ku li parka Serdem hat lidarxistin, di salvegera xwe ya 28’an de hat bibîranîn. Di mitîngê de bi sedan kes ji bajarên Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê û bajarokên Hesekê amade bûn.

'Stêrka Zîlanê li Kurdistanê dibiriqe'

Piştî deqeyek rêzgirtin Seroka Desteya Jin a Kantona Cizîrê Evîn Paşo axivî û wiha got: "Ji Sema Yuca, Leyla Agirî, Zehra Berkel heta Raperîn Amed, ji Yûsra Derwêş heta Lêman Şiwêş ev in yên ku govenda azadiyê li Kurdistanê û giştî cîhanê dan gerandin û serkêşiya vê govendê jî Şehîd Zîlan kir. Tevgerên Kurd yên ku derketin û xwe spartin herêman, di têkoşîna Gelê Kurd di hin cihan de asêbûn çêkir û nedibû şoreşeke cîhanî. Lê bi derketina partiya Apoyî re hêzeke ku Kurdistanê û polîtîkayên qirkirina nasname û hebûnê biparêzin, ava kir. Ji lewra hêzên hegemon û mêtînger xwestin Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî tasfiye bikin, ji lewra Şehîd Zîlan bersiveke tund da dijmin û di nav artêşa dagirkerên Tirk de çalakiyeke fedayî pêk anî. Ji wê rojê ve şewqa bedena Zîlanan heta roja îro li giştî Kurdistanê belav dibe û stêrka wê dibiriqe."

'Kurdistan zindan e û dewleta Tirk di nav de ye'

Evîn Paşo wiha berdevam kir: "Ji her çar aliyên Kurdistanê îro rêhevalên Zîlanê tola wê hiltînin û dixwazin tecrîdê bişkînin. Çalakiya Barîn Kobanê li Efrîn û Sara û Rûken li Bakurê Kurdistanê berdewamkirina rêya şehîd Zîlan e û geşkirina agirê tolhildanê ye."

'Zîlan naveke ku dîrok dê jibîr neke'

Bi navê Kongra Star Semer El-Ebdela axivî û got ku Zîlan erşê desthilatdariya dewleta Tirk hejand û wiha dom kir: "Çalakiya Zîlan a ku dengvedaneke Kurdistanî çêkir, hişt ku Dêrsim bibe qadeke têkoşîn û berxwedanê a herî biwate. Bi awayekî cûda mirov dikare manîfesto bixwîne ango  ji Zîlan waneyan bigre û bike pratîka jiyanê. Zîlan çavkaniya hêz, wêrekî û lehengiyê ye. Zîlan naveke ku dîrok dê jibîr neke û rêya azadiyê pêşberî hemû jinan vekir û heta dawî jî em ê şopdarên rêya wê bin."

Mitîng bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.