Şoreşa Jin Jiyan Azadî heqîqeta hemû jinan e – ANALÎZ
Jinan bi şoreşa Jin Jiyan Azadî re careke din nasnameya xwe ku beriya 7 hezar salan hebû bi dest dixin. Şoreşa Jin Jiyan Azadî îfadeya heqîqeta hemû jinan e.

ZEYNEB XORESAN
Li ser axa pîroz, şoreşa Jin Jiyan Azadî li Zagrosan û li cihê vejîna civaka xwazayî û azadîxwaziya jinan dest pê kir. Em salvegera 3’yemîn a şoreşa jinan Jin, Jiyan Azadî bi ruhekî nû pêşwazî dikin.
Ev şoreşa ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo dest pê kir, îro di dîroka jinên xwedî lêgerîn de, bûye meşaleya ronîbûn û xwegihandina riya heqîqetê. Em dikarin bi rehetî bibêjin ku vê şoreşê li ser mîrasa têkoşîna çil salan, xwe bi rêxistin kir û ket ser riyeke ku hemû rojan rewnaq û şewq dide dil û mêjiyê mirovahiyê. Ji ber vê ev şoreş bûye çavkaniya herî mezin ji hemû jinin Kurd û Kurdistane re. Kesên ku li pey xeta azadiyê bûne îlhama xwe ji sekna vê şoreşa Jin Jiyan Azadî digrin û têdikoşin. Ew agirê azadiyê ku li Rojhilatî Kurdistan dest pê kiriye, pêl bi pêl li hemû cîhanê belav bû, niha jî di ocaxa xwe de meydan ji hemû paşverûtiyên baviksalarî re dixwîne û bi dengekî resen diqîre dibêje jin ne bi tenê ye. Ew qîrîn tu ferq û cudatiyê naxe navbera jinan û civakê her kesê bi wijdan hembêz dike.
Jin xwedî çandeke kevnar in li Rojhilatê Kurdistanê
Ji bo pirsa yekem em dikarin wisa bibêjin. Li Rojhilatê Kurdistanê jin xwedî çandeke kevnar a dayîktiyê ye. Ji ber ku jin li ser şopa çanda xwedawendan dimeşin, gelek caran dibin hedefa pergala zilamsalar, rastî destdirêjî, kuştin, zewaca di temenê biçûk û dagirkirina ruhî tên. Vê şoreşê bi jinan re hêza jixwebawer, hezkirina ji bo jinan anî. Ger jin nebin we civak jî nebe û jin gihîştiye wê qenaetê ku pêwist e perdeya tarî biqetîne û parçe, parçe bike.
Nîzama Îranê di şexsê jinan de dixwest civakê binixumîne û civakeke bêhiş û bê lepirsîn ava bike. Ji ber jin bingeha jiyanê ne û jinên zana dikarin bibin pêşengên civaka azad. Beriya vê şoreşê jin nikaribûn xwedî li hebûna xwe derkevin lê îro jin meydanê ji hemû paşverûtiyan re dixwînin. Pergala ku 46 salan, li ser xwîna zarokên gelan û bi tirs û xof temenê xwe dirêj dike, ji aliyê jinên zana û berxwedêr ve îro tê lêpirsînkirin.
Bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ şifreyên koletiya civakê dikarin bên şikandin
Ji bo pirsgerekên gelan li Îranê çareser bibin, tenê riyeke çarseriyê heye. Ew jî bi felsefeya şoreşa Jin Jiyan Azadî pêkan e. Dermanê hemû êşên civakên ku li Îranê dijîn, di çarçoveya jiyana demokratîk de û bi lihevkirina jinan dibe. Ev şoreş bi fikereke nû, bi nîzameke nû, bi ruhekî nû ku bêyî ferq û cudahiyê bixe navbera mirovan û civakê bi pêş ket. Vê şoreşê li ser wijdan û exlaqê kolektîf tevna azadiya gelên Îranê rêsa û ji bo hemû civakê bû dengê stranên wan. Bû destan, romana jiyanê û xwe bi ked û xwîna zarokên xwe di dilê jinan de neqişand. Li Îranê pirsgirêka herî kûr pirsgirêka jinan e, di şexsê jinan de hemû civakê kir kole, ji ber vê em jî dibêjin wê bi jinên azad cewherê civaka azad biteyîse jiyanê û jiyan xweşik û bedew bibe. Tenê bi vê felsefeyê re şifreyên koletiya civakê dikarin bên şikandin. Civaka Îranê di şexsê jinan de winda kiriye û wê di şexsê jinan de civak careke dine vegerin ser cewherên xwe û bi ser bikevin.
Hêviyên gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hê jî weke agirê Newrozê geş in
Felsefeya Jin Jiyan Azadî, weke dareke di nava şane û bîra civakê ya kûr de rehên xwe kûr kiriye. Mirov piştî şoreşa Jin Jiyan Azadî vê yekê dibînin. Civakên li Iran û Rojhilatê Kurdistanê ruhê xwe wekî berê teslîmî tirs, xof, feqirî, tarîbûna dewleta Iranê nekirin û wê nekin. Bi taybetî jin, ciwan û civak jî di vê baweriyê de ne ku hêzên dewleta desthilatdar wê nikaribin bibin temînata jiyana wan. Bi tenê temînata jiyana wan û parastina rûmeta wan felsefeya ku Rêber Apo bi kedeke mezin av kiriye ye, ew ji dirûşma Jin Jiyan Azadî ye. Hêvî ava dibin, tên çandin, hêvî çavkaniyên xwe ji heqîqetê digrin, hêviyên gelên Îran û Rojhilatî Kurdistanê hê jî weke agirê Newrozê geş in û weke barana Nîsanê ne. Di dema dawî de jî me dît li ser şehîdên jîngehê dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan Azadî” bilind dibûn. Em hemû dizanin ku ev dirûşma şoreşa Jin Jiyan Azadî ye. Agirê şoreşê dibe sedea ku jin baştir xwe nas bikin û di kesayetên xwe de guhertina tê xwestin ava bikin.
Helwest û sekna jinan a li zindanan ji pergalên bi hişmendiya mêr û zalim re bersivek e
Jin hemû rojan bi sekn, berxwedan, bi têkoşîna xwe ya di zindanan de dibin strana cesaret û tolhildana ji hişmendiya mêrên zalim re. Beriya şoreşê, jin li Iran û Rojhilatê Kurdistan bêxwedî bûn, dihatin sêdarekirin, di nava xwînê de diperpitîn û li hemberî hêza mêrêm desthilatdar serî ditewandin. Lê îro hemû jin bi ruhekî tirsa mirin û koletiye derbas kirine û bûne xwedî dengekî ku li cîhanê bilind dibe. Tirsa windakirinê derbas kirine. Yên winda bikin wê ne civak û jin bin, wê dewlet û desthilatdariya mêr a serdest bin û yên serkeftî wê jin û civak bin. Ger ku jin li ser pîvanên rast li hev bigerin wê bikarbin xwe biparêzin û pêşengiyê ji civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan re bikin. Îro berxwedana li zindanan tê raberkirin, temsîl û xeta berxwedaniya hemû jinên e li ser vê riyê têkoşînê didomînin e.
Peyama me ev e; divê her jin xwe bi rêxistin bike. Rêxistin ji bo jinan weke xwîna diçe rehên dil û mêjî ye. Ger xwîn ji rehê mirov qut bibe wê mirov an bimre yan jî felc bibe û li erdê birize. Ev sedsala 21’ê sadsala azadiya jinan e û sedsala ku dê têkoşîna jinan cîhanî bibe ye. Ji ber vê erka jinan girantir bûye. Divê vê felsefeya Jin Jiyan Azadî bi ser bixin û çanda dayîka xwedawend misoger bikin. Ev jî bi zanbûna nasnameya fikra Jineolojiyê dikare were pratîzekirin. Divê her kes xwedî li vê şoreşa xwe derkeve. Xwedî li şehîdan û malbatên şehîdan derkeve.
Divê her jin bizanibe ku xwe çawa û li ser kîjan bingeh û şertên jiyana rast zana bike, xwe biparêze û bi rêxistin bike. Jinan bi şoreşa Jin Jiyan Azadî re careke din nasnameya xwe ku beriya 7 hezar salan hebû bi dest dixin. Şoreşa Jin Jiyan Azadî îfadeya heqîqeta hemû jinan e.
*Endama Meclisa PJAK’ê