Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bû alternatîfa jiyana azad – GOTAR
Em binêrin di dema şoreşa 1979'’an a li hemberî pergala şah de, yên ku pêşengiyê ji gel re dikirin, têdikoşiyan û biser xistin jin in. Em dikarin dojeha ku pergala hegemon a mêr ava kiriye veguherînin bihuştê û car din mirovahî di bihuştê de bijî.

DENÎZ DERYA
Hêzên mêr-dewlet ku bi hezaran salan e li ser nirxên jinê ava dibin û hebûna xwe didin domandin, ji her alî ve êrîş dikin. Dixwazin di şexsê jinê de civakê bê deng bikin û di nava xwe de bihelînin, bê nirx bihêlin, ji tekoşînê dûr bixin û tune bikin. Lê jinan bi tekoşîna xwe ya bê hempa li meydanên serhildanan nîşan dan ku tu hêz nikare vîna wan teslîm bigre û ji nirxên dîrokî yên bi hezaran salan qut bike. Di dîroka mirovahiyê de heya îro, dema jin herikîne meydanan pergalên desthilatdar li hemberî tekoşîna jinan bê çare mane. Ji bo vê jî her tim serî li serjêkirinê dane, ev jî bêhêziya desthilatdariya heyî dide diyarkirin. Rêjîma Îran’ê jî serî li heman rêbazan dide û ji bo ku biserkeve, dixwaze bi zagonên xwe yên li dijî jinan, jinan bêdeng bike. Şoreşa jinê, bi felsefa “jin jiyan azadî” li hember pergala mêrdewlet alternatîfek e, hemû planên rêjîma Îranê ku jinê tune dihesibîne, vala derdixe.
Jinan pêşengiya şoreşa li dijî Şah kir
Îro em dibînin ku jin bi tu şêwazî pergala sêdarê ya Îranê qebûl nakin û li hember vê feraseta qirêj dibin xwedî deng û tekoşîn. Di dîroka mirovahiyê de heta îro jî jin her tim li hemberî pergala tineker bûne xwedî sekneke bi helwest. Dîsa di cîhanê de yên herî zêde bûne qurbaniyên şeran ku bi destê pergala mêrsalar tê birêvebirin, jin in. Em binêrin di dema şoreşa 1979’an a li hemberî pergala şah de, yên ku pêşengiyê ji gel re bi baweriyeke pir mezin dikirin, têdikoşiyan û biser xistin jin in. Ji ber ku di hişmendî û karektera jinê de guhertin û veguhertin esas in, lê ne bi şer û pevçûnan, berovajî bi têkoşîna siyasî û civakî ku ehlaqê temsîl bike, dike bingeha şerê xwe.
Şoreşa jinê, vegera li jiyana jin-dayîk e
Helbet jin her tim li pey edaletê û jiyana azad çûye, ji ber ku jin wî ruhê xwe yê azad parastiye. Dema xeteriya tinebûna mirovahiyê dîtiye rabûye serpiyan nehiştiye mirovhayî tune bibe. Şoreşa jin jiyan azadî daxwaza jiyana azad e û qebûlnekirina pergala mêr-dewlet a bi hezaran salan e. Şoreşa jin jiyan azadî şoreşeke feraset û şikandina qalibên bi hezaran salan e. Şoreşa jinê, vegera li jiyana jin-dayîk e ku mirovhiyê tê de azad jiyan dikir. Dema jin li hemberî vê pergala mêrsalar ya ku bi hezaran salan xwe li ser tunekirina mirovahiyê dida meşandin, rabûne ser piyan. Ji bo ku tenê turban-desmal-kefiye red bike, an jî hin daxwazên ranebû, rabûna jinan ji bo jiyaneke hevbeş ya etlaqî û polîtîk bû. Redkirina desmalê jî pir binirx e. Ji ber ku dewletê beşek ji zagonên xwe li ser hîzara jinê daniye, serîrakirina li hember wê û ruxandina wê şerek mezin dixwaze. Jinan ew bi cesaret dan berçav û daketin meydana têkoşînê. Lê li kêleka wê gelek mijarên heyatî yên din jî hebûn ku jin ji bo wê şoreş dike.
Tirsa li hemberî rêjîma sêdare ya Îranê ji holê hat rakirin
Ji aliyê din ve jixwe şoreşa jinê, şoreşek çandî ye ku hemû zincîrên koletiyê yên bi hezaran salane tên birêvebirin lêpirsîn kirin. Ew mêrê ku bi aqil û feraseta desthilatdar civakê birêve dibir û bi vî aqilî nirxên çandî yê civakê tine dikirin; em îro dibînin ku jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo wî aqilî û ferasetê red dikin û ji her alî de dikin bin lêpirsînê. Pergala malbatê ku bi hemû rê û resmên curbecur tên birêvebirin û bîrdoziya wê bi wan maskeyan vedişêrin, lêpirsîn dikin û hesab dixwazin. Rêber Apo jin anîn astekê ku êdî dizane çi dixwaze. Ji bo wê jî vê şoreşê ji xwe re pir nirxên mezin afirandin, deng û helwestên jinan jî kirin yek. Ev tirsa li hemberî rêjîma sêdare ya Îranê ji holê hate rakirin û ayîdiyeta-xwebûna xwe bi dest dixe. Em dibînin ji bo mirovahî tine nebe jin li her derê li hemberî pergala mêr ya nexweşiyê çêdike dibin xwedî sekneke fedayî.
‘Jin xwe bi bîirdoziya jiyana azad bi pergaldikin’
Bê guman di salên 57’an de jî daxwazên jinan û gelan jiyana azad û hev beş bû. Lê bi hatina dewleta bi navê Îslamî, ji her alî de êrîş birin ser qada jiyanê ya jin û gelan. Jinan bi tekoşîna xwe bi hezaran bedêl dan û li hemberî pergala şah serkeftin bidest xistin û bûn xwedî baweriyek. Lê bi hatina rêjîma komara îslamî re ev şoreş veguherandin û kirin vesîleya komkujiya gelan, jinan û partiyan. Rêjîma serdest a Îranê bi her şêwazî li ser keda gelan û jinan xwe bi pergal û bi hêz kir. Lê me dît ku şoreşa jin jiyan azadî şoreşeke zihnî ye û bi xwe re feraseta heyî kir bin lêpirsînê. Ji bo wê jî vê şoreşê bi xwe re pir tişt afirandin. Pergala ku li ser bingeha bîrdoziya tundrev qanûnên tinekirina jinan danîn û di kesayeta jinan de civak kirin armac. Lê jin jî bi bîrdoziya jiyana azad xwe bi pergal dikin û li dijî rêjîmê rabûn.
‘Sedsala bîst û yekemîn wê bibe sedsala jinê’
Şoreşa jin jiyan azadî derbeyek pir mezin li feraseta mêr-dewlet a bi hezaran salan da. Jinan bi tekoşîna xwe ev feraseta xwedî qalibên bi kevneşop civak dorpêç kiribû, şikandin. Mêr jinê wek namûs didît, nedihişt bibe xwedî deng û reng, lê îro em dibînin mêr mil dide milê jinan, di nav qadên tekoşînê de cih digre û jin ji xwe re weke sengereke jiyanê dibîne. Lê di rastiyê de em binhêrin bi derketina Rêber Apo re jin ji bo mirovahiyê bû qada jiyana azad. Mêr dewletan bi qanûnên xwe yên qirêj bi salane bê sebeb darizandina civakê dikirin, lê îro ji aliyê jinan ve têne darizandin. Ji bo vê Reber Apo got: “Sedsala bîst û yekemîn wê bibe sedsala jinê, yêkitiya jin û mêr.” Rêjîma zextkar hemû hêza xwe kir meriyetê da ku pêşiya wê sedsalê bigre, an jî asteng bike. Lê nekarî.
‘Dewleta sêdare ya Îranê gel di salvegera şoreşê de ditepisîne’
Bi kuştin, darvekirin, tecawiz, qedexeyan, her wiha bi qanûnên nû jî nekarîn şoreşê bêdeng bikin. Belkî ev şoreş, şoreşa paradîgmaya neteweya demokratîk e, ji bo vê jî dewleta sêdare ya Îranê pir tirsiya û bi vê tirsê ve jî tawîzên mezin ji pergala modernîteya kapîtalîst dan. Dewletên ku her roj Îran tehdît dikirin da ku ev şoreş sernekeve destek dane dewleta bi navê îslamî û xwestin bi xeta ku ew dixwazin bidin meşandin. Jin û gel her tim bi van qirêjiyên desthilatdaran re rû bi rû mabûn, lê di tekoşîna xwe de gav paş de neavêtin û serê xwe netewandin, Em dizanin şoreşa jin jiyan azadî 4 sal li pey xwe hişt, lê dewleta sêdare ya Îranê gel di salvegera şoreşê de ditepisîne da ku tu gav ji aliyê kesek ve jî neyên avêtin. Lê dîsa jî nekare ew daxwaz û rihê geşbûyî yê jinan û gelan ji bo jiyaneke azad têk bibe. Jinên pêşeng ên di qadên zîndanan de bi seknên xwe yên berxwedêr asta tekoşîna şoreşa jin jiyan azadî gîhandin lutkeyê.
Ji bo jiyanake azad ew rih her diçe mezin û geştir dibe
Rêjîma sêdare ya Îranê zindanan weke qadên teslîmiyetê pênase dikir. Li hemberî vê siyaseta qirêj jinên tekoşer yên ku ji bo jiyaneke demokratîk têdikoşin û roj bi roj tevahî zindaniyan bandor dikin, bi tekoşîna xwe kiryarên rêjîmê vala derdixin. Em dibînin ji bo jiyaneke azad ew rih her diçe mezin û geş dibe û di nava civakê de tekoşîneke hevbeş dide çêkirin.
Xaleke din ya girîng ewe ku ti şoreş bê bedel nayên bidestxistin. Ji bo ku em xwedî li wan bedelên me dayî derkevin, pêwîst e ji her alî de em xwe rêxistin bikin. Tenê, bi xwe rêxistinkirinê emê bikaribin dagirkeriya heyî hilweşînin û têk bibin. Ji bo tu li hemberî pergala nexweşiyê çêdike tekoşînek xurt bimeşînî, divê tu pergala xwe ya çareseriyê ava bikî. Pergala me ya çareseriyê ji paradîgmaya konfederalîzma demokratîk ya Rêber Apo pêk tê. Dema te xwe di vê pergalê de kûr kir û xwe birêxistin kir, tu dikarî pir xurt li hemberî pergala nexweş a dagirker bisekinî. Dibe ku her kes vê bizanibe, pergala îro di cîhanê de tê meşandin ewlehiya tu kesî tê de nîne. Ev pergal ji bo kes jî, ji bo mirovahiyê jî xeteriyeke pir mezin çêdike. Ji bo em wek mirov wan xeteriyan ji holê rakin, hewce ye em paradîgmaya Rêber Apo baş saz bikin.
Xwe parastin xwedî li nirxê mirovahiyê derketin sekneke ehlaqî ye
Ji bo ev paradîgma neyê rûniştandin, ji her alî ve hêzên hegemonîk êrişî ser gelê Kurd û gerîlayên azadiyê dikin. Dixwazin di şexsê Rêbertî de jinan û gelê Kurd û mirovahiyê tine bikin. Xwedî li paradîgma Rêber Apo derketin xwedî li xwe derketin e. Mîmarê jiyana azad ku bi felsefeya jin jiyan azadî birêve diçe, Rêber Apo ye. Dewleta Îranê ji bo ku ew paradigma nekeve meriyetê û gel bê helwest û bê parastin bihêle û marjînal bike. Li hemberî vê pergala tineker, yekkirina helwest û tekoşîna xwe pir girîng e û heyatî ye. Bi teybetî divê jin tekoşîna xwe hevbeş bikin û ji her alî de parastina xwe çêkin. Xwe parastin xwedî li nirxê mirovahiyê derketin sekneke ehlaqî ye. Rêber Apo dibêje: “Ya ku xwe neguhere dê tine bibe.” Di rastiye de jî waye ya girîng ew e ku demokratîkkirina pergalê û rê li ber sîyaseta demokratîk vekirine. Reber Apo bi tekoşîna xwe ya 52 salan qonax anî astekê ku her kes dikare dersên mezin jê derxe. Pergala Îmraliyê ya tenê mirinê temsil dike veguherî qada ku aştî tê de tê pêşxistin û ji mirinê jiyan û vejîn esas girt. Em dikarin dojeha ku pergala hegemon a mêr ava kiriye veguhere bihuştê û car din mirovahî di bihuştê de bijî. Lê ji bo wê jî hişmendiya têdikoşe û xwedî pîvanê red û qebûl e, yekitiya xwe ava dike û jê hêz digre hewce ye.
ENDAMA KOORDÎNASYONA KJAR’ê