Li Somaliyê asta birçîbûnê zêdetir dibe
Du ajansên çavdêriya ewlehiya xwarinê yên navneteweyî eşkere kirin piştî ku ji sala 2022’an û vir ve herêm gihîştiye astên birçîbûnê yên bêhempa, deverên li başûrê Somaliyê, bi xetereya birçîbûnê re rû bi rû ne.
Navenda Nûçeyan – Li başûrê Somaliyê ji ber ku nîşaneyên nû yên krîza birçîbûnê ya xerabtir li çend deverên gundewarî derdikevin holê, fikarên mirovî zêde dibin. Welat di hilberîna çandiniyê de kêmbûnek mezin dijî û bihayên xwarinê zêdetir dibin.
Krîzek mirovî: Birçîbûn
Du ajansên çavdêriya ewlehiya xwarinê yên navneteweyî, duh ragihandin ku deverên li başûrê Somaliyê di xetereya birçîbûnê de ne. Ajansan got ku di heman demê de herêmek gihîştiye astek birçîbûnê ku ji sala 2022’yan vir ve nehatiye dîtin. Somalî, ji ber hişkesaliyên dubare, pevçûn û xizaniyê yek ji welatên herî bêewlehiya xwarinê ya cîhanê ye. Wê birçîbûna xwe ya dawî di sala 2011’an de jiya. Nêzî 250 hezar kes mirin û di salên 2017 û 2022’an de nêzî rûbirûbûna birçîbûneke din bû.
Krîza heyî ji ber kêmbûna alîkariyê û bandorên şerê Emrîka-Îsraîlê li ser Îranê, dijwartir dibe. Hewldanên çareserkirina kêmbûna xwarinê yên ji ber barana kêm a di çend demsalan de û bêewlehiya berdewam çêdibin, nebûn çareserî.
Li gorî raporek ku ji hêla Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ve bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî hatiye weşandin, ji sedî 37’an zêdetir zarokên li bajarê Burhakaba yê li herêma Bay a başûrê Somaliyê ku nifûsa wê nêzîkî 200 hezar e, ji ber kêmasiya akût dikşînin.
Raporê rave kir ku analîza Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) nîşan da ku bajarê Bor Hekba bi xetereya birçîbûnê re rû bi rû ye û got ku “Ger senaryoya herî xirab çêbibe, ango nebûna baranê di demsala “Ju” de ku ji Nîsanê heta Hezîranê dirêj dibe, ji bilî bilindbûna bihayên xwarinê û astek kêmtir ji ya ku tê çaverêkirin a alîkariya mirovî ya têkildarî ewlehiya xwarinê.”
Her roj 10 hezarî du kes ji birçîna dimirin
Di dema ku ji sedî 20’ê malbatan li herêmek bi kêmbûna xwarinê re rû bi rû dimînin de, birçîbûn wê demê çêdibe. Bi kêmanî ji sedî 30’ê ji zarokan ji kêmasiya akûtê cefayê dikşînin. Her wiha ji 10 hezar kesan du kes rojane ji birçîna dimirin.
Tora Sîstemên Hişyariya Lezgîn a Birçîbûnê (FEWS NET), ajanseke ku balê dikişîne ser dayîna hişyariyên zû li ser krîzên birçîbûnê ye. Torê, di daxuyaniyek de destnîşan kir ku senaryoya herî muhtemel texmîn dike ku baranên demsalî dê têra xwe baştir bibin da ku rewşê demkî aram bikin. Dibêje ku lê senaryoyek alternatîf a maqûl kêmbûna baranê vedihewîne, diyar dike ku ev jî dibe sedem ku berhema çandiniyê dîsa kêm bibe.
Rapora Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) texmîn kir ku nêzîkî 6 milyon Somaliyî bi astên krîzê yên bêewlehiya xwarinê an jî xerabtir re rû bi rû ne. Her çend ev hejmar ji texmîna Sibatê ya 6.5 milyon kêmtir be jî, ew ji pêşbîniyên berê yên 5.5 milyon bilindtir dimîne, ji ber ku demsala baranê ji ya ku dihat hêvîkirin xirabtir bû.
Kêmkirina alîkariyê bûye sedema kêmbûneke girîng di mîqdara piştgiriya ku ji Somaliyê tê şandin de. Di raporê de hat destnîşankirin ku alîkariya mirovî ya ku di demên dawî de hatiye peydakirin, zêdebûneke girîng dîtiye. Lê dîsa jî tenê ji sedî 12’ê kesên hewcedar ên ku bi asta krîzê ya bêewlehiya xwarinê an jî xerabtir re rû bi rû ne, pêk tê.