Şoreşa 19'ê Tîrmehê: Rizgariya Reqayê ya ji tarîtiyê
Şoreşa 19’ê Tîrmehê îradeya jiholêrakirina paçê reş ê ku Reqayê pêça bû nîşan da û bajar ji rewşa wê ya nêzîkî mirinê vejand. Piştî ku tariya wêranker a DAIŞ’ê jiya, xelkê Reqayê bi saya şoreşê vejînê jiyan kir.

SÎLVA EL-IBRAHÎM – AVRÎN NAVDAR
Reqa – Kantona Reqayê gelek şaristanî û abîdeyên bilind li kolanên xwe dîtine ku resenî û mîrateya wê ya dîrokî nîşan didin. Tevî hemû zehmetiyên jiyan kiriye, ji nav kavilan rabûye û Şoreşa 19'ê Tîrmehê rizgarkera wê ya ji tunekirina nasnameya wê ya dîrokî bû.
Kantona Reqa ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, bajarek dîrokî yê Sûriyeyê ye. Reqa, li bakurê Sûriyeyê 160 kîlometre dûrî Helebê û li ser qeraxên Çemê Firatê ye. Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran Meryem Îbrahîm a ku li Reqayê ji dayîk bûye. Meryem yek ji wan jinan e ku serdema kontrola DAIŞ'ê jiyane û şahidiya sûcên ku DAIŞ’ê li Reqayê pêk anîne, kiriye.
‘Reqa xwedî nasnameya dîrokî ye’
Meryem El-Ibrahîm li ber Deriyê Bexdayê ku yek ji girîngtirîn cihên arkeolojîk e û Reqa pê navdar e, li ser dîroka kevnar a Reqayê axivî. Meryem da zanîn ku Kantona Reqayê xwedî girîngiyeke dîrokî ye, ji ber ku di serdema Ebbasiyan de jê re digotin Bajarê Harûn El-Reşîd û ev agahî dan: “Ew yek ji bajarên ku xwedî çand û mîrateyeke dewlemend a nirxên civakî yên wek comerdî û ehlaqê bilind e. Ji ber pirrengiya xwe ya çandî û etnîkî, bi yekbûna xwe ya çandî û civakî tê naskirin ku dîrok şahidiya wê dike. Ji ber ku Kurd û Ereb li kantona Reqayê dijîn.”
'Reqa bi binpêkirin û dijwariyan re rû bi rû mabû'
Meryem El-Ibrahîm, behsa serdema Osmaniyan kir, vê yekê wek serdema kirêt bi nav kir û wiha got: “Ji ber ku Reqa yek ji bajarên nêzî sînorê Tirkiyeyê ya li bakurê Sûriyeyê tê hesibandin, para wê ji binpêkirinên Osmaniyan ên di vê serdemê de hebû. Adet û kevneşopiyên ku bajêr pê dihat nasîn û tevî hewldanên rêjîma Baasê ya ji bo tunekirina wan, xelkê bajarê Reqayê bi hemû dijwariyan re rû bi rû man û bêtirs xwe li ax û mîrateya xwe ya civakî girtin. Rêjîma Baasê, hewl da ku ziman, çand û adetên Kurdî asîmîle bike. Heta di serdema kontrola DAIŞ'ê de jî, para giran li ser Kurdan bû û piraniya wan di şert û mercên dijwar de bi fermana DAIŞ'ê rastî koçberiya bi darê zorê hatin. Xiristiyanan jî para xwe ji binpêkirinên DAIŞ’ê girtin."
'DAIŞ’ê avahiya çandî û mîratî ji holê rakir'
Meryem El-Ibrahîm, der barê cilên kevneşopî yên ku jinên Reqayê li xwe dikin de, wiha got: "Jinên Reqayê cilên kevneşopî ku mîrata wan a çandî nîşan didin, wek 'zbûn, habbarî û kelabiye' li xwe dikin. Lê di serdema serweriya DAIŞ'ê de, hemû cûreyên cilên rengîn hatin qedexekirin û yên reş hat ferzkirin. Her kesê ku van biryaran binpê dikir, bi awayên cûrbecûr dihat qamçîkirin an cezakirin. DAIŞ’ê di dema kontrola xwe de xwest ku avahiya çandî û mîrateyî ji holê rake û her tiştî reş bike."
Meydana ku şahidî ji tarîtiya DAIŞ’ê û kêliyên serkeftinê re kir
Meryem El-Ibrahîm, destnîşan kir ku çarxeriya El-Naîm li navenda bajarê Reqayê ye û DAIŞ’ê kiryarên xwe li vê çarxeriyê kir û got: "Çerxerêya El-Naîm navenda bajêr temsîl dike û ji ber ku derdora wê bi dikan û xwaringehan dewlemend e, cihekî ku niştecih bi berdewamî lê dicivin e. Berovajî dîmenên dojehê yên ku di serdemeke tarî ya dîroka bajêr de dîtiye, navê "El-Naîm" ji bihuştê îlhamê digre. Li vê çerxerêyê hovîtî hatin kirin, wek qamçikirina jinan, serjêkirin, birîna endamên laş û hiştina cenazeyan bi rojan a li erdê. DAIŞ’ê ji ber qerebalixiya wê ya zêde, bi zanebûn van sûcan li vê çerxerêyê dikir da ku niştecihan bitirsîne. Ez û zarokên xwe bûn şahidê bûyerek li çarxeriyê ku dema DAIŞ’ê serê sivîlan jê dikir."
'Rizgarkirina Reqa yek ji destkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê ye'
Meryem, qala aramî û ewlehiya ku vegeriya çarxeriya El-Naîm kir û wiha got: "Piştî hemleya rizgarkirinê ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jinê ve, carek din rihê bajêr vegeriya û ev çarxerê di nava aramiyê de ma. Rizgarkirina Reqayê berhema Şoreşa 19'ê Tîrmehê bû. Ev çirûsk destpêka rizgarkirina hemû bajarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Rizgarkirina Reqayê ji bo rizgarkirina kantona Dêrazorê ya ji DAIŞ'ê destpêka hêviyê bû.
‘Jina Êzidî ya dîl girtibûn xwe ji pirê de avêt çem’
Pira Reşîd li başûrê kantona Reqayê ye, gelek çîrokên ji jiyana xelkê Reqayê vedihewîne. Ev pir, di dema êrîşên hewayî yên rejîma Baasê de hat hilweşandin. Meryem El-Ibrahîm derbarê Pira Reşîd de wiha got: “Berî ku pire bi tevahî were hilweşandin, ez bi zarokên xwe re çûm li kêleka Çemê Firatê û meşiyam. Dema ku em li kêleka çem bûn, me dît ku otomobîlek DAIŞ'ê li yek ji xalên kontrolê rawestiyaye. Dema ku yek ji çeteyan derket ku bi çeteyek din re biaxive, jinek ji otomobîlê daket û xwe ji pirê avêt. Dema ku jinek din ya girtiyê DAIŞ'ê bû, hewl da xwe bavêje hate girtin. Piştre me fêm kir ku ew jin Êzîdî bûn û hatibûn dîlgirtin. Em ji nû ve avakirina vê pirê mîna yek ji destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin."
Jinên Reqayê piştî rizgarkirinê mafên xwe bidest xistin
Meryem El-Ibrahîm, rewşa jinên Reqayê berî û piştî şoreşê anî ziman û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Dema kontrola DAIŞ'ê ya li ser herêmê de, jin ji cihên xweş û dîrokî bêpar man û bi hinceta ku jin şerm in, ji hemû mafên xwe bêpar man. Piştî rizgarkirinê, jin vegeriyan jiyana xwe ya normal û dest bi bikaranîna mafên xwe kirin. Jin karîn rola xwe bilîzin û mafên xwe bikar bînin, ew bi hemû hewildanên xwe beşdarî baştirkirina rastiya civaka Sûriyeyê dibin û dibin modelek ku were şopandin."