Şibandina Girtîgeha Evînê wek ‘otel’ rastî bertekan hat
Daxuyaniya Faîze Haşimî ku girtîgeha Evînê wek ‘otel’ pênase kir, ji aliyê girtiyên siyasî yên berê û rêxistinên mafên mirovan ve bi bertekên tund hat pêşwazîkirin.
Navenda Nûçeyan- Li Îranê şibandina girtîgeha Evînê wek ‘otel’, ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û girtiyên siyasî yên berê ve rastî bertekên tund hat.
Daxuyaniyên rojnamevan û endama berê ya Parlamentoya Îslamî ya Îranê Fayze Haşimî di dezgehên medyayê yên nêzîkî dezgehên ewlehiyê de hatin weşandin. Ji ber ku raporên ku îşkence, muameleya xerab û nebûna gihîştina lênêrîna tenduristiyê ya di girtîgehan de belge dikin paşguh kiriye, Fayze Haşimî hat rexnekirin. Parêzvanên mafên mirovan bangên xwe yên ji bo çavdêriya serbixwe ya girtîgehan, dubare kirin.
Di dîmenek kurt ku bi rêya kanalên medyayê yên girêdayî hêzên ewlehiya Îranê hatine weşandin de, tê dîtin ku Faîze Haşimî gotiye “Girtîgeha Jinan a Evînê wek otelê ye û xwedî gelek derfetan e.” Dîmena mijara gotinê, ji derveyî gelek platformên fermî, di medyaya dijîtal de jî hat parvekirin. Ev yek jî bi taybetî di nav girtiyên siyasî yên berê û malbatên girtiyan de bi bertekên tund hat pêşwazîkirin.
Rastî tê berovajîkirin
Komên girtiyên siyasî yên berê, aktivîstên mafên mirovan û ên ku di medyaya dijîtal de destek didin girtiyan, ragihandin ku ew pênasekirina girtîgeha Evînê wek ‘otel’, red dikin. Ev beş bûyerên îşkenceyê, bêparhiştina girtiyan ji lênêrîna tibî û gelek raporên ku zextên di nava girtîgehan de belge dikin bibîr xistin, vê pênasekirinê wek hewldana rayedaran a berovajîkirina rastiyan nirxandin.
‘Propagandaya dewletê’
Girtiyên berê jî diyar kirin ku tiştên di dîmen de hatine gotin bi tu awayî rastiyê nîşan nadin. Girtiyan destnîşan kirin ku weşandina dîmenan a bi rêya medyayên nêzî saziyên ewlehiyê, propagandeyek e ku hedef dike sûcdariyê derbarê binpêkirinên mafên mirovan de înkar bikin.
Rayedar, bi lidarxistin serdanên bijartî yên dem bi dem û bi weşandina nûçeyên çêkirî, hewl didin dîmenek îdeal bidin girtîgehan. Girtiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan vê pêkanînê berê wek ‘pêşandana vîtrînê’ pênase kiribûn. Rexnegiran jî diyar kirin ku weşandina van cûreyên dîmenan ji aliyê kesên naskirî yên endamên malbata desthilatê ve, wê bandorên du qat bi xwe re bîne. Rexnegiran dan zanîn ku li aliyekê îtirazên sivîlan tê bêbandorkirin, li aliyê din jî pergala girtîgehê ya heyî tê rewakirin.
Daxuyanî peyamên sê alî digre
Perlementera berê û keça Serokkomarê berê yê Îranê Faîze Haşimî, di salên dawî de bi caran li ser şertên girtîgehan nivîsand û li gel girtiyên siyasî li ber raya giştî, cûdahiyên nêrînan hate jiyîn. Çavdêrên muxalîf, pênasekirina dîmen a wek ‘propaganda’, bi sê sedeman eşkere kirin:
Ya yekem, belavkirina vê dîmenê ji aliyê saziyên medyayê yên nêzî saziyên ewlehiyê ve û ev jî derbarê di bê alîbûnê de fikar derxist.
Ya duyem, gelek rapor û belgeyên ku berê derbarê girtîgeha Evînê û navendên din ên binçavkirinê de, îşaretkirina bi îşkence, lênêrîna tibî ya kêm û girtinên demdirêj di bin şartên giran de.
Ya sêyem jî vegotinên ‘otel’ ên ji aliyê navek ji malbata desthilatê ve derbarê binpêkirina mafê girtiyan de, peyamên bêbandorkirina angaştên navnetewî hem di raya giştî ya navxweyî û derve hildigre.
Bandora medya û hiqûqê
Ji ber ku dîmen di saetên zû de di kanalên dewletê de hat weşandin, rê li ber du nêrînên dijber vekir. Alîgirên hikûmetê vê wek ‘nîşaneya şertên guncaw’ pêşkêş kirin, muxalîf û malbatên mexdûran wek ‘hewldanek sîstematîk a derbarê veşartina belegeyên binpêkirinên mafên mirovan de’ nirxandin.
Li aliyê din Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Zehra Şehbaz Taberî li girtîgeha Evînê tên ragirtin û di girtîgehên Îranê de rû birûyî cezayê darvekirinê ne. Beşek girîng a parêzvanên mafên mirovan û girtiyên siyasî yên berê, destnîşan dikin ku dîmenê dawî ne ‘ nûçeyek bê alî ye’, paeçeyek ji gotinên biçûkxistina raporên navnetewî û giliyên raya giştî ku hatiye belgekirin e.