Şervanên YPJ’ê bi merasîmeke leşkerî 8’ê Adarê pîroz kirin
Şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi merasîmeke leşkerî Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Rojava pîroz kirin û tekez kirin ku pêwist e YPJ di qonaxa pêş de parastina jinan bidomîne.
Hesekê – Şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê di merasîma leşkerî ya îro ji bo 8’ê Adarê tekez kirin ku YPJ nûnertiya hemû jinên Sûriyeyê dike û gotin: "Bi hêz û îradeya xwe, em dikarin di vê riyê de berdewam bikin."
‘Hewcedarî bi domandina têkoşînê heye’
Îsal roja jinên cîhanî di nava şert û mercên ewlehî, leşkerî û mirovî yên dijwar de tê pêşwazîkirin ku gelê Sûriyeyê bi giştî û jin bi taybetî tê de derbas dibin. Ev yek ji aliyê fermandara Yekîneyên Parastina Jin, Newroz Ehmed ve, di axaftinê xwe de hat tekezkirin û tê de îşaret bi girîngiya berdewamiya têkoşîna jinan li gorî felsefeya Jin Jiyan Azadî kir.
Newroz Ehmed got ku têkoşînê di bin dirûşma azadiya jinan de dest pê kiriye û berdewam dike, şehîdên YPJ’ê yên di bihara 2019’an de li dijî DAIŞ’ê şer kirin û beşdarî operasyonên têkçûna wê li Sûriyeyê bûn bi bîr anî û tekez kir ku têkoşîn berdewam dike.
‘YPJ hêza parastina me ye’
Di merasîma leşkerî de, gul li şervanên jin û malbatên şehîdan hatin belavkirin. Xwişka yek ji şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jin ku di şerên li dijî DAIŞ’ê de li bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest dane, Heyfa Mihemed ji ajansa me re got: "Em piştgiriyê didin YPJ’ê ji ber ku ev YPJ, hêz û îradeya jinan temsîl dike. Di vê têkoşînê de tu ferq di navbera Ereb û Kurdan de tune ye. Ji ber ku em ji bo azadiya jinan bang dikin û dibêjin bijî jin û Yekîneyên Parastina Jin. Em fesihkirina Yekîneyên Parastina Jin red dikin, ji ber ku ev hêz bi salan e me diparêzin, li dijî DAIŞ’ê û rêxistinên din ên terorîst şer dikin. Ev hêz hemû jinan diparêzin. Divê werin naskirin.”
‘Tenê jin dikarin jinan biparêzin’
Şervana jin Sara Qamişlo tekez kir ku YPJ nûnertiya hemû jinên Sûriyeyê dike û destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hewl dide tevgera jinan ji holê rake û got: “7 sal in di nava refên YPJ’ê de cih digrim û bi îrade û hêza xwe em dikarin vê riyê bişopînin. Jin dikarin her tiştî bikin. Tenê jin dikarin jinan biparêzin ji ber ku hêz, îrade û wêrekiya wan heye li hemberî dijminan bisekinin. Divê tu jin xwe lawaz hîs neke û kes nikare îradeya wan bişkîne. Ez ji bo jinên Sûriyeyê serkeftinê dixwazim û divê jin li her deverê ku lê bin piştgiriyê bidin hev da ku em serkeftina xwe bi dest bixin.”