Şêrîn Oso: Bi yekitiya xwe em ê xwedî li banga dîrokî derkevin
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk Şêrîn Oso destnîşan kir ku tu astengiyên navxweyî li pêşiya yekîtiya Kurdan tuneye lê destwerdana ji derve, astengiya herî mezin e û got: “Em ê bi yekîtiyê xwedî li banga dîrokî derkevin.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Bi hilweşandina rejîma Baasê ya Sûriyeyê ku di Kanûna 2024’an de hilweşiya re, Sûriye ket qonaxeke siyasî ya nû. Di vê çarçoveyê de qadên siyasî û leşkerî li gorî pêdiviyên pêvajoyê û guhertinên meydanî û herêmî dest bi tevgerê kirin. Di heman demê de mijara yekîtiya Kurdan derket pêş û mîna çareserî û parastina doza Kurd hat binavkirin.
Têkildarî hewldanên xurtkirina yekîtiya Kurdan, Endama Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şêrîn Oso ji ajansa me re axivî.
‘Astengî tune, lê destwerdanên ji derve hene’
Şêrîn Oso diyar kir ku her gavek merheleya şoreşê bi yekîtî û hevgirtinê hatiye avêtin û wiha got: “Gelê Sûriyeyê 14 sal a têkoşînê li pey xwe hişt û weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qonaxeke pir hesas re derbas bû. Di nava vê aloziyê û şerê ku didome de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek hêja li dar ket û gavên girîng hatin avêtin. Yek ji xalên girîng ên hatine avêtin, bidestxistin destkeftiyên pîroz ên bi pêşengiya jinan bû. Ji destpêka şoreşê heya îro her dem pêwistî bi yekîtiya Kurdan hebû, tu astengiyên navxweyî li pêşiya yekîtiyê tunebûn lê destwerdanên derve, bi taybetî jî dewleta Tirk a dagirker, astengiya herî mezin e li pêşiya vê pêvajoyê.”
‘Desthildarî dixwaze gelê Kurd ji geşedanên ku li Sûriyeyê çêdibin dûr bixe’
Şêrîn Oso bal kişand ser girîngiya hebûna Kurdan a di geşedanên ku li Sûriyeyê diqewimin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Rola Kurdan û hebûna wan a di geşedanên ku niha li Sûriyeyê çêdibin de xalekî girîng e û çarenûsa gelê Sûriyeyê diyar dike. Ji ber ku di Şoreşa Rojava ya pêşengên wê keç û xortên Kurdan bûn û li kêleka xwe jî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn birêxistin kirin, bi yek destî xwe parastin û gavên serkeftî avêtin. Dema yekîtiya Kurdan xurt bibe dê siyasetên hêzên desthilatdar têk biçin û di nava civakê de werin helandin. Ji bo wê heya ku ji destê wan tê dixwazin yekîtiya Kurdan asteng bikin. Ji ber hebûna Kurdan li Şamê dê Sûriyeyê ber bi demokrasî û wekheviyê ve bibe.”
‘Partiyên ku xwe dûr kirine pêwîst e tevlî yekîtiyê bibin’
Şêrîn Oso destnîşan kir ku gel partiyên xwe weke mêjiyê xwe dibîne lewma xwedîderketina gel bi yekîtiya Kurdan pêkan e û wiha anî ziman: “Pêvajoya niha hewcedariya wê bi yekîtiya Kurdan heye. Yekîtî hebû lê hinek partiyan xwe dûr xistin û cuda dîtin. Divê ev partî beşdasrî yekîtiy, bibin. Dema em dibêjin em partiyek Kurd in û temsîla civakê dikin, em dixwazin bêjin ku em rêveberiyê ji civakê re dikin. Ji bo me berjewendiyên gel esas in.”
‘Bûyerên li peravên Sûriyeyê ji yên dema DAIŞ’ê cuda nîn in’
Şêrîn Oso di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku yekîtiya Kurdan, xelasiya ji komkujiyan e û wiha got: “Di vê pêvajoya dîrokî ya hebûn û tunebûnê de pêwîst e partiyên ku xwe cuda didîtin li xwe vegerin û cihê xwe di nava yekîtiyê de bigrin. Gelê Kurd ji dîrokê heya îro rastî gelek komkujiyan hatiye tevî wê jî, bi îsrar têkoşîna xwe berdewam kiriye û li pey doza xwe ye. Di vê pêvajoya hesas de divê em komkujiyên li peravên Sûriyeyê çêdibin, di ber çav re derbas bikin. Ger em ne birêxistinkirî bûna yekîtiya me tune bûya û helwestek me li hember dewletên ku gelê Kurd qebûl nakin tune bûya, em ê jî rastî komkujiyên weke yên li peravên Sûriyeyê bihatana. Em dikarin bêjin, pêvajoya ku niha welatiyên me yên Elewî li peravên Sûriyeyê tê re derbas dibin, bi pêvajoya ku DAIŞ’ê gelê Kurd û Xirîstiyan kir hedef re yek e, ango heman kes heman hovîtiyê dikin.”
‘Şîrovekirin û xwedîderketina li banga dîrokî ya Ocalan girîng e’
Şêrîn Oso da zanîn ku lidarxistina kongreya neteweyî ya partî û tevgerên Kurd li Rojava dê helwestên Kurdan di dan û standinên di siberojê de li Şamê xurtir bike û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em gelê Kurd gerek xwedî li banga Rêber Apo derkevin û yekîtiya xwe ava bikin. Da ku bikaribin jiyana azad û bi aştiyane bijîn. Gerek her partiyeke Kurd vê bangê baş şîrove bike, xwedî lê derkeve û bike bin xizmeta gel.”