Şêniyên Mexmûrê: Gelê ku xwe bi rêxistin û perwerde bike tu hêz pê nikare
Şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 12’emîn salvegera êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser wargehê de ji bo şermezarkirina vê rojê beşdarî daxuyaniya ku ji aliyê meclîsê gel ve hat dayîn bûn.
Mexmûr – Di 3’ê Tebaxa sala 2014’an ve çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û piştî 3 rojan ji bo ku êrîşên xwe li ser gel û neteweyan berfireh bikin di 6’ê Tebaxê de pêleke êrîşên qirkirinê dan destpêkirin. Di 6’ê Tebaxê de wan çeteyên terorsît êrîşî wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kirin û xwestin gelê berxwêder û têkoşer ê Mexmûrê jî di qirkirinê re derbas bikin. Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi boneya salvegera 12’emîn a êrîşên çeteyên DAIŞ’ê daxuyanî hat dayîn.
Beriya daxuyaniyê, ji bo tevahî pakrewanên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Bedran Pîranî li ser navê gelê wargehê axivî û got:
‘DAIŞ nikaribû 24 saetan li Mexmûrê bimîne loma paşve vegeriya’
Bedran Pîranî di destpêka axiftina xwe de diyar kir ku 12 sal di ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de derbas bûye û wiha gotinên xwe domand: “Sala 2014’an di bin navê misilmantiyê de hêzeke reş a bi navê DAIŞ’ê derket û li seranserê Iraq û Sûriyeyê êrîşên qirkirinê dan destpêkirin. Ji ber ku em jî li Iraqê dijiyan û me li ser fikrên Rêber Apo xwe bi rêxistin dikir xwestin weke gelê Êzidî me jî di qirkirinê re derbas bikin. Lê belê wan çeteyan nizanibûn ku 32 sal in gelê wargeha Mexmûrê bi fikrên Rêber Apo xwe bi rêxistin dike. Ji ber wê wan hesabên wan ên şaş vala derketin û zû paşve vegeriyan. DAIŞ li cihên din zêde ma. Lê ji ber berxwedanî û xwerêxistinkirina gelê wargehê me dît ku nikaribû 24 saetan jî li vir bimîne û paşve vegeriya.”
‘Gelê Mexmûrê hem xwe parast hem jî gelê heremê parast’
Bedran Pîranî bal kişand ser hêzên li herêma Iraqê ku nikaribûn gelên vê heremê biparêzin û wiha gotinên xwe dawî kir: “Li vê heremê gelek hêzên cuda hebûn lê belê nikaribûn gelê Iraqê, Başûrê Kurdistanê û Mexmûrê biparêzin. Gelê Mexmûrê hem xwe parast hem jî gelê herêmê parast. Ji bo wê berxwedaniya gelê Mexmûrê ya 2014’an mînakeke ku her dem mirov dikare di dîrokê de bi bîr bîne. Ji ber ku me dît çeteyên DAIŞ’ê li gelek heremên din êrîşên qirkirinê pêk anîn. Lê belê li vê derê nikaribûn vê yekê pêk bînin û bersiva xwe girtin. Em dubare dibêjin gelê ku bi fikrên Rêber Apo hatiye perwerdekirin kesek nikare rêxistinkirina wî gelô têk bibe. Her wiha em hemû şehîdên ku li hemberî êrîşên DAIŞ’ê ji bo parastina herêmê canê xwe dane bi bîr tînin.”
Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.