Şêniyên Helebê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şêniyên Helebê derketin kolanan û meşiyan.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/11/20241114-heleb-14-11-2024-mes-azadiya-reberti-jpg-4-jpg9fa3b4-image.jpg)
Heleb- Di bin dirûşma "Rêber Apo îradeya me ye, em Rêber Apo silav dikin" Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bajarê Helebê meşek li dar xist. Şêniyên li taxên Şêx Meqsûd Şerqî û Xerbî beşdar bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Meşê ji pêşiya eywana 8'ê Adarê ya taxa Şêx Meqsûd xerbî dest pê kir û ber bi taxa Şêx Maqsûd ve domiya.
Meşa ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Menan Cefer axivî û wiha got: "Em berxwedana Rêber Apo ya li Girava Îmraliyê silav dikin û bi çalakiyan piştgiriyê didinê. Em daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin, ji ber azadiya wî riya çareseriya hemû pirsgirêk û aloziyên li cîhanê ye. Xebat û têkoşîna me li ser bingeha felsefeya jiyanê ya Rêber Apo ye. Banga me ji rêxistina CPT’yê re ew e ku bi erk û mîsyona xwe rabe û ji bo doza Rêber Apo çareyek bibîne."
Meşê bi dirûşmeya "Bê serok jiyan nabe" dawî bû.