Şengala ku xwe ji xweliya xwe ava kir careke din di hedefê de ye!
Hêzên ku di Fermana 74’an de cih girtin û hêzên ku niha gefê li Şengalê dixwin heman in. Şengala ku di dema fermanê de di paşila xwe de gel parast, rê neda çete zêdetir bi pêş ve biçin îro jî dibe paşila parazvanên Şengalê.
BÊRÎVAN ÎNATÇÎ
Piştî êrişên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê ku Rêber Apo weke komploya duyemîn a navneteweyî nirxand, li ser Şengalê jî gef hat xwarin. Piştî gefên Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan li Şengalê hem Haşdî Şabî hem jî artêşa Iraqê dest bi liv û tevgerê kirin. Em berê xwe bidinê artêşa ku di Fermana 74’an a li ser civaka Êzidî rabû ruxmê çekên di destên xwe de dev ji Şengalê berda îro çeperan çêdike. Lê berê çeperan li hemberî zarokên civaka Êzidî ye ku piştî fermanê xwe ji xweliya xwe ava kirine! Baş e bila ev li vir bimîne, em hinek dîrokê bibîr bixin.
Bîranînek ji Şengalê
Dixwazim bi bîranînek xwe dest bi nivîsê bikim. Sal 2017 ez û şervaneke YJA-Starê ku di sala 2014’an de ji bo civaka Êzidî berê xwe dabû Şengalê li kolanên Xanesorê dimeşiyan. Ji min re behsa bîranînên xwe dikir. Hinek bi ken hinek bi guhdarkirina şahidiyên wê em dimeşiyan. Dayikeke Êzidî bi cilên xwe yên spî, beriya ku em bigihîjin gel wê ji nişka ve ji cihê xwe rabû. Min hembêz kir lê destê wê şervana jin maç kir. Gotina wê hê di bîra min de ye, dema şervana jin hewl dida destê xwe veşêre bi şermokî dayikê digot: ‘Me we ji bîr nekir. Em dizanin we ji bo me çi kir.’
Destê fikrekî bû
Sal derbas bûn. Lê ev bûyer ji bîra min naçe. Wê dayikê destê şervaneke jin a ku heya wê demê nedîtibû maç kir. Lê cilê gerîla yê li ser nas dikir. Ew dest ne destê kesek bû ku maç dikir li gorî wê dayikê. Ew dest destê fikr û hêzek bû ku gel ji qirkirinê parastibû. Jê re bûbû bingeh ku bi xwe pergala xwe ava bike. Hebûna xwe mayinde bike. Xwe bihêz bike. Êdî fermanan nejî. Belê ew dayika ku navê wê jî nayê bîra min lê xetên rûyê wê, reşika çavên wê yên tirsa fermanê hê li ser bû ronahiya hêviya ku şervanên HPG û YJA-Starê bi şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê bi wan re ava kiribû diteyisî hê di bîra min de ye. Ew şahidiya fermanê bû, ew dest jî tiliyên ku wan rizgar kiribû bû.
11 sal piştî fermanê
Şengal piştî fermanê di 11 salan de gotin di cih de be xwe ji xweliya xwe ava kir. Ji perwerde heya xweparastinê ji bo pêşîgirtina li fermanan pergala xwe ya xweser di her milî de xurt kir. Jinên ku êşa herî mezin a fermanê jiyan, bi têkoşîna xwe tarîtiya li ser Şengalê hatibû danîn çirandin. Jinên Êzidî yên ku ji destên DAIŞ’ê rizgar bûn, xwe bi çek û rext xemilandin, di refên têkoşînê de cih girtin û bûn hêvî ji civaka xwe re ku dê careke din heman fermanê nejîn. Di van 11 salan de ji xeynî DAIŞ’ê êrişên hêzên ku bûbûn palpişta DAIŞ’ê jî dît. Ma kêm caran bi êrişên dewleta Tirk Şengalê lawên xwe û keçên xwe yên herî bedew dan axê?
Armanc heman e
Niha jî careke din gef li Şengalê tê xwarin. Şengala me ya ku bi hezaran şervanên HPG û YJA-Starê di oxira wê de şer kirin, piştî ku di sala 2018’an de vekişiyan Herêmên Parastina Medyayê careke din li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk şer kirin û gelek ji wan jî bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan, îro di bin gefan de ye. Çi bêrûtî ye. Dibêjin qey me ji bîr kir jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin piştî çend salan çawa li Enqereyê hatin dîtin. Niha rastiyek zelal heye ku baştir tê fêmkirin, hêzên di fermana 74’an de cih girtin û hêzên ku niha gefê li Şengalê dixwin heman in. Armanc heman e. Lê belê biryardariya jinên Êzidî û civaka Êzidî ya ku bi bîrdoziya azadiyê xwe ji xweliya xwe ava kirine jî zelal e. Çiyayê Şengalê ku di fermanê de di paşila xwe de gelek parast, rê neda çete zêdetir bi pêşve biçin îro jî dibe paşila parazvanên Şengalê.