‘Rêveberiya siyasî ya Rojhilata Navîn jinan ji maseyê biryardayînê dûr dixe’
Rojnamevan Şîno Osman li ser alozî, geşedan û şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin got: “Rewşa ne aram a Rojhilata Navîn rasterast bandorê li jinan dike û her xebat û guherînên siyasî rê li ber asta jinan û guherîna xebatên siyasî vedike.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Li Rojhilata Navîn, dîrok piştrast dike ku jin ji bo parastina xwe û xaka xwe têkoşiyane û xebat kirine. Her wiha di karên siyasî de karîne bi hev re û bi yek dengî pergala kota bi dest bixin. Lê belê li gel pêşketina jiyan û guherînên di siyasetê de û nebûna cihê jinê di siyasetê de, ew pergala ku heqaretê li jinan dike, niha rola jinê di siyasetê de li gorî awayê bi rêya mêrên di nava partî û aliyan de diyarkirî daye jinan. Jin di qada leşkerî û siyasî de rol digrin. Lê belê ji bo biryardayînê divê li gorî mêrên partî û aliyan tevbigerin û pileya biryardayînê nadin jinan. Ji ber di aqlê civaka Rojhilata Navîn de jin ne xwedî mafê biryardayînê ne. Niha Rojhilata Navîn di nava nakokiyên siyasî de ye, jin bi rêya van guherînên siyasî hewl danê ji bo guherîn di cihê biryardayîn û cihê siyasetê de didin.
‘Li Rojhilata Navîn jin ji maseyê biryardanê tên dûrxistin’
Rojnamevan Şîno Osman diyar kir ku dîrok û xwezaya Rojhilata Navîn, sedemên beşdarkirina jinan a di pêşxistin û beşdarkirin siyasî û şeran in. Şîno, da zanîn ku tevî cûdabûna çandan û kevneşopiyan jinan rola mezin di dema şeran de di parastina xaka xwe de girtine û wiha got: “Ji dîrokê heta niha, jinan li Rojhilata Navîn parastina xaka xwe kirine. Tevî şertên erdnîgarî, civakî, cûdahiya çandî û olan jinan di demên şeran de parastina xaka xwe kirine. Li Rojhilata Navîn başdariya jinan di qada leşkerî de, girêdayî rewşa aborî, rewşenbîrî û dîrokî ya li herêmê ye. Her wiha Rojhilata Navîn wek navendek olî bandorek li ser dinyayê kiriye. Ev belavbûn, beşdariya jinan ji çand û olên cûda di têkoşînê de di kîjan astê de ye, radixe ber çavan. Jinan, di diyarkirina rêveberî û têkoşîna li dijî dagirkeriyê de rol girtine. Di roja meya îro de herçend jin di siyaset û xebatên parlementoyê de cih bigrin jî, tevî hebûna pergala kotayê, di mekanîzmayên biryardayînê de bi awayek bi bandor cih nagrin. Beşdariya maseyên muzakere û parlementoyan, ji ber şertên siyasî yên rastî tên, sînordar dibe. Li Rojhilata Navîn jin beşdarî siyasetê dibin, lê belê ji ber zîhniyeta mêrsalar a ku herêmê birêve dibe, di navendên biryargirtinê de cih nagrin.”
‘Li pêşiya beşdariya jinan astengî hene’
Şîno Osman da zanîn ku li herêmên ku ol li ser zagonan serdest de, guherîna beşek ji zagonan ji bo bidestxistina mafê jinan dikeve nava nakokiyên mezin û wiha pê de çû: “Beşdarîkirin rasterast bi zagon, ol û kevneşopiyan ve girêdayî ye. Li gorî lêkolînên ku li hinek welatan ku jin di hemû beşan de û qadên cûda yên siyasî de xebat dikin, nîşan dide ku xebatên perwerde, fêrkirin û siyasî gihîştiye astek pêşketî. Lê belê dema em hinek welatên Rojhilata Navîn binirxînin, beşek ji van wek welatên ‘di pêşketin’ an jî ‘paşde mayînê’ de tê binavkirin. Ev beşkirin jî gelek deman girêdayî sînordarkirina jinan a beşdariya qada siyasî an jî astengkirinê ye. Ev paşdemayîn, radixe berçavan ku li Rojhilata Navîn li pêşiya beşdariya jinan astengî hene. Di pozîsyonên îdarî û siyasî de û di mekanîzmayên biryargirtinê de di nûnertiya jinan de valahiyên cidî hene. Herçend jin di partiyên siyasî de cih bigrin jî, gelek caran peywira biryargirtinê nadin jinan. Dîsa jî ya hêvî dide, hebûna jinan a di van qadan de ye û ji bo van asatengiyan derbas bikin hewl dane. Piştî vê pêvajoya pevçûnên gerdûnî, têkoşîna bicihbûna mekanîzmayên biryargirtinê wê hê zêdetir girîng be. Ji bo jin bighên vê hedefê, divê bi rêya xwerêxistinkirinê têkoşîna xwe bidomînin. Ancax bi vî awayî dikarin di pêvajoyên biryargirtinê de bi hêz û mayînde cih bigrin.”
‘Her têkoşîna jinan a siyasî guherînê ava dike’
Şîno Osman destnîşan kir ku şertên ne aram yên Rojhilata Navîn rasterast bandorê li jinan dike û wiha domand: “Her têkoşîna siyasî û guherîn li ser têkoşîna jinan a cih û siyasî guherîn ava kiriye. Beşdariya jinan a qada siyasî her ku diçe zêde dibe. Awayên vê beşdariyê jî, di asta siyasî, civakî û aborî de guherînan nîşan didin. Di roja me de bi taybetî bi rêya medyaya dijîtal, jin derdikevin pêş, kavneşopiyên civakî û pergelên rêveberiyê lêpirsin dikin. Ev têkiliya di nava herêman de, rola jinan di qada siyasî de hê zêdetir heyî û bi bandor dike.”
‘Jin bi rêya fikir û cihê siyasî guherînên mezin dijîn’
Şîno Osman di dawiya xaftina xwe de wiha got: “Pêvajoya li pêşiya me hem di aliyê erdnîgarî û hem jî di aliyê siyasî de wê guherînên mezin bi xwe re bîne. Guherînên siyasî yên li herêmê geşedanên ku em li bendê ne. Di vê pêvajoyê de dê jin ji aliyê cih û fikir de guherînên girîng bijîn. Herçend jin rûbirûyî krîzên siyasî û aborî jî bin, bi saya guherînên zagonî û polîtîkayên herêmê wê pêşketinên mezin bijîn. Jin û ciwan, aktorên girîng ên pergala nû ya siyasî ya Rojhilata Navîn in. Li gel guherînên li herêmê, tirsa hilweşîna aborî jî ji holê radibe û ev rewş wê bandorê li beşên bi hêz ên civakê bike. Lê belê jin û ciwan, du beşên civakê ên bi hêz û serkeftî ne. Her çend jin di li herêma Kurdistan û Iraqê wek parlementer erk bigrin jî, di hevdîtinên aştî û pêvajoyên muzekereyan de wek tê xwestin cih nagrin. Her wiha li pêşiya avakirina yekîtiya jinan li herêmê astengiyên cidî hene. Tevî vê jî jin destek didin hevdû, lê belê ji bo hê zêdetir serkeftinê bi dest bixin, divê hewldanên xwe zêde bikin û hem jî divê ji civakê hê zêdetir destekê bigrin. Bi vê sayê wê bikaribin hem biserkevin, hem jî civakê pêş bixin.”