Şaredariyek Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetê da Werîşe Muradî
Şaredariya bajarê Poggibonsi ya Îtalyayê bi piraniya dengên encûmena şaredariyê, hemwelatîbûna rûmetê pêşkêşî girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî, kir.

Navenda Nûçeyan- Şaredara bajarê Poggibonsi yê Îtalyayê Sozana Cana li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku, bi piraniya dengên encûmena şaredariyê, hemwelatîbûna rûmetê pêşkêşî girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku li girtîgeha Evîn ya Îranê de cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, kirine.
Di peyamê de hat diyarkirin ku Werîşe Muradî di girtîgeha Evîn a Îranê de girtî ye, metirsiya darvekirinê li ser jiyana wê heye û ew li ser mijarê lêkolîn dikin.
Di 17’ê Hezîrana 2024’an de, Werîşe Muradî ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi biryara Dadwer Ebulqasim Selewatî, bi hinceta “endama rêxistinê” ye hat tewambarkirin. Di 10’ê Mijdara 2024’an de cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn.