Şaredariya Gel a Şengalê zarokan fêrî avjeniyê dike
Xebatkarên jin ên Şaredariya Gel a Şengalê li Parka Dayê Erzan ji bo zarokan perwerdeya avjeniyê didin. Zarok jî bi kêfxweşiyeke mezin tevlî perwerdeya avjeniyê dibin.

Şengal – Xebatên Şaredariya Gel a Şengalê ji bo civak û zarokan didome. Di çarçoveya xebata xizmeta civakê de xebatkarên jin ên Şaredariya Gel a Şengalê li Parka Dayê Erzan ji bo zarokan perwedeya avjeniyê dan.
Li ser mijarê hevşaredara Xanesorê Marya Şingalî axivî û der barê kar û xebatên xwe yên ji bo civak û zarokan de agahî da.
Marya Şingalê bi kurtasî wiha behsa projeyên xwe yên der barê zarokan de kir: “Çêkirina hewza avê di nava projeyên me de bû da ku em zarokan fêrî avjeniyê bikin. Ji ber heta niha gelek zarok ji ber avjeniyê nizanibûn di avê de xeniqîn, ji bo pêşîgirtina bûyerên bi vî rengî em zarokan fêrî avjeniyê dikin. Bi perwerdeya fêrkirina avjeniyê em hem dilê zarokan xweş dikin hem jî pêşiya bûyerên xeter digrin. Kêfxweşiya zarokan kêfxweşiya me ye. Ji bo vê hê jî hewldanên me hene em ji bo zarok û civakê projeyan bi pêş bixin. Em bang li malbatan dikin ji bo zarokên wan fêrî avjeniyê bibin bişînin perwerdeya avjeniyê ku em didin zarokan.”
Kêfxweşiya zarokan a fêrbûna avjeniyê
Zarokên ku beşdarî perwerdeya avjeniyê bûn jî wiha kêfxweşiya xwe anîn ziman: “Ji bo em fêrî avjeniyê bibin hatine vir û em gelek kêfxweş in ku şaredariya me tiştek wisa ji bo me dike. Avjenî gelek xweş e. Şaredarî ji bo em fêrî gelek tiştan bibin ku avjenî jî yek ji wan e, me aniye vir.”