Şandeya Rêveberiya Xweser ber bi Şamê ve bi rê ket
Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca hevdîtina bi rayedarên desthilata Şamê re, ber bi Şamê ve bi rê ket.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya hewldanên ji bo pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê ya ku di navbera fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî de hatibû îmzekirin, îro şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Şamê ve bi rê ket.
Şande ji endamên komîteya ku 12’ê Nîsanê hatibû avakirin pêk tê; Foza Yûsif, Sozdar Hacî û berdevkên komîteyê Meryem Îbrahîm, Ebid Hamid El Mihbaş, Ehmed Yûsif, Senherîb Bersûm û Yasir Silêman.
Serdana şandeyê ya ji bo Şamê piştî 3 hevdîtinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Hevdîtina yekemîn di 19’ê Adarê de, ya duyemîn 12’ê Nîsanê û ya dawîn jî hefteya borî pêk hatibû.
Çav li rê ye ku şandeya Rêveberiya Xweser îro danê êvarê bi rayedarên desthilata Şamê re hevdîtinê bike.