Şandeya Mexmûrê piştî vegera ji hevdîtinê hat girtin
Hikûmeta Iraqê şandeya ji Meclîsa Gel a Mexmûrê pêk dihat, dema çûbûn Bexda piştî vegerê di rê de girtin.

Mexmûr – Ji bo çareserkirina pirsgirêka nasname û ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şandeyek ji Meclîsa Gel ya Mexmûrê çûbûn Bexda.
Şande piştî bi Wezareta Edaletê re hevdîtin kir û şûnde, li vegerê hate girtin.
Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak ji ajansa re ragihand, Meclîsa Mexmûrê ji bo li ser pirsgirêka nasname û ambargoya ya li ser gelê Mexmûrê daxwaz ji Wezareta Edaletê kiribû ku hevdîtinekê bikin.
Li ser vê yekê jî Wezaretê bersiv da Meclîsê û anîbû ziman ku wê ti pirsgirêk dernekeve.
Bûdak diyar kir ku Şandeya Meclisa Mexmûrê piştî li gel Wezaretê Edaletê hevdîtin kiriye û şûnde li derketina Bexda hatiye dîlgirtin.
Filîz Bûdak destnîşan kir ku 3 kes hatine girtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 10’ê Nîsanê û vir ve hikûmeta Iraqê ambargoyeke daniye ser Mexmûrê rê nade kelûpelên avahîsazî û binesaziyê bikevin Mexmûrê, her wiha rê nade karker biçin Bexda û nasnameyên xelkê Mexmûrê bi salane nû nakin.