Şandeya dê biçe Rojava gihîşt başurê Kurdistanê

Şandeya DEM Partî û DBP’ê ku dixwaze derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di bin êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî dewleta Tirk de bibe, gihîşt başûrê Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan- Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku hevserokên giştî jî tê de cih digirin, ji bo serdana rojavayê Kurdistanê derbasî başûrê Kurdistanê bû. Şande, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Başûr bû û tê payîn ku ji Deriyê Sînor ê Sêmalkayê derbas bibe û here Rojava. Şande, dê bi partiyên siyasî û nûnerên dînamîkên siyasî yên herêmê re hevdîtinan bike.

Kesên di şandeyê de cih girtin ev in: Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, ji Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Îmam Taşçier, Berdevka SODAP’ê Kezban Konukçu, Berdevka TJA’yê Çîmen Fîdan, Dayîka Aştiyê Asya Tay, Rêveberê OHD’ê Mehmet Alî Aslan, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, Wekîlê DEM Partiyê Alî Bozan, Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan, Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û endamê Lijneya Rêveber a Baroya Êlihê Rûstem Siyahtaş.