Şanaz Îbrahîm Ehmed: Em ne amûrên kesî ne
Şanaz Îbrahîm Ehmed, Berpirsa Peywendiyên Derve ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di peyamekê xwe de bang kir û got: “Dest ji Kurdan berdin”
Navenda Nûçeyan – Şanaz Îbrahîm Ehmed Berpirsa Peywendiyên Derve ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, di peyamekê de ji hemû aliyên têkildar re got divê gelê Kurd nebe amûrek di nakokiyên hêzên mezin de û bang li wan kir ku "dev ji Kurdan berdin.”
Şanaz Îbrahîm Ehmed di peyamekê de ji Îran, Îsraîl û DYA re ragihand: "Di sala 1991’an de, gelê Kurd ji bo serhildana li dijî rejîma Sedam Husên hat teşwîqkirin, lê di dawiyê de ew bi çarenûsa xwe re tenê man. Dema ku şert û merc guherîn jî kesî me neparast, di heman demê de helîkopterên şer û tank ji bo tepeserkirina serhildanê hatin bikar anîn. Ew bîranîn hîn jî di hiş û bîra me ya kolektîf de zindî ne. Îro, em wan rojên serhildanê bi bîr tînin û em ji bîr nakin ku me çi dersan jê girtin.”
Şenaz Îbrahîm behsa pêşketinên li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û got: "Di salên dawî de, me dît ku çi bi serê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, ango Rojava hat. Tevî hemû sozên ku li wê herêmê ji Kurdan re hatine dayîn û ruxmê ku Kurd li hember çeteyên DAIŞ’ê yên ku dijminê mirovahiyê ne rawestiyane lê, di dawiyê de me dît ku gelê Kurd bi çi nêzîkatiyê re rûbirû hatin.”
Di derbarê rewşa Iraqê û Başûrê Kurdistanê de jî axivî û got: "Îro, gelê Kurd li Iraqê di dawiyê de tama aramî û serfiraziyê dît. Ji ber vê yekê, ev şerên tê meşandin ji bo Kurdan pir dijwar e. Ne gengaze ku Kurd ji îro pêde bibin amûrekê di destê hêzên mezin ên cîhanê de.
Şenaz Îbrahîm Ehmed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ezmûnên berê nîşan didin ku pir caran dema ku hêz û fedakarî hewce ye, ew berê xwe dane Kurdan. Ji ber vê yekê, ez bang li hemû aliyên têkildar dikim: “Dest ji Kurdan berdin; "Em ê nebin amûr di destê kesî de."