Şanaz Îbrahîm: Divê zîhnyeta dîktator bê guhertin

Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed der barê avkirina hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê de got: “Divê em zihniyeta dîktatorî veguherîninin zihniyeta xizmetkirinê.”

Navenda Nûçeyan- Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed duh der barê avakirina kabîneya nû ya Hikumeta Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek weşand. Şanaz Îbrahîm Ehmed diyarkir ku ne girînge wê kî/ê di hikumetê de di karên herî jor de cih bigirin, ya girîng ewe ku kesên rast li cihên rast werin tayînkirin û xizmeta gel bikin.

‘Divê xizmet were kirin’

Şanaz Îbrahîm wiha got: “Divê em di hikumeta bê ya Herêma Kurdistanê de, zihniyeta dîktatorî û cûdakariyê veguherînin zihniyeta xizmetkirinê. Ji ber ferq nake kîjan alî di kîjan wezîfeyên bilind yên hikumetê de cih bigire, ya girîng ewe ku wê kî/ê bikare xizmetê bike. Ji bo wê jî pêwîste aliyên siyasî ji bo pêkanîna hikumetê dest bi danûstandinan bike.”

‘Gelek gilî li ser karên hikumetê hene’

Şanaz Îbrahîm Ehmed derbarê pirsek rojnamevanan ya li ser hedefgirtina ragihandina PDK’ê ya dijî Silêmanî û YNK’ê jî ev tişt got: “Ew kanal rastiya xwe wendakirine û ji bo îftirakirina li ser Silêmaniyê kar dikin. Wek mînak, duh baregeha DEM Partî li Hewlêrê girtin û şandin Silêmaniyê. Gelek gilî li ser karên hikumetê hene, lewra divê ev were guhertin û hikumetek xizmetkar bê avakirin. Pêwîste bê zanîn wê wezîfeya serokê hikmetê ji bo kê were dayîn, ji ber ku carna ew kes bi xwe dibin asteng, ne ku hikumet yan jî wezaret.”