Şahiya Hezar Def bi hezaran jinan anî ba hev
Jinên ku beşdariya şahiya Hezar Def li gundê Palangan a Îranê bûne tekez kirin ku ev şahî girêdana jin bi jîngehê re nîşan dide û gotin: "Bi lêdana defê jin mîrata çanda Kurdî diparêzin."

ÎSRAA EZÎZÎ
Palangan – Duh bi hezaran kes ji seranserî Îranê, herêma Rojala, her wiha beşdarên ji herêma Kurdistanê li gundê Palangan a Rojhilatê Kurdistanê ji bo şahiya def lêdanê kom bûn.
Beşdaran bi riya vê şahiyê peyamên li ser dijberiya xwe li dijî dlîgirtin û zilmê dan. Di merasîma şahiyê de helbest li ser têkiliya jin bi jîngehê re û girîngiya parastina xwezayê ji perspektîfa jinên Kurd hatin xwendin.
Gundê dîrokî yê Palangan di çanda Kurdan de cihek taybet digre û def li vê herêmê amûrek girîng e. Hevjiyana giyanî ya Palangan û defê bûye çaçroveya pîrozbahiyek ku jin tê de rolek girîng dilîzin. Di şahiyê de hejmarek mezin ji jinên li defê didin ji Îran û Kurdistanê beşdar dibin. Tevî cudahiya çandî û zimanî jî ew bi hevdu re wêneyê yekîtiya jinan diafirînin.
Jinên ku beşdarî şahiyê bûne hestên xwe bi ajansa me re parvekirin.
Beşdariya jinan xurt bû
Ferîba Kavîd ku ji Urmiyê ye û li defê dide wiha dibêje: "Ev bû heft sal in li defê didim û cara duyem e beşdarî şahiyê dibim. Ev şahî bi hebûna jinan tê naskirin ku ji bo min û hemû jinan çavkaniya serbilindiyê ne."
Yekem car e beşdariya şahiya Hezar Defê dibe
Şîma Cefar jî ku ji Cîlanê ye û yekem car beşdariya şahiya Hezar Defê dibe wiha got: "Ev bû sê sal li benda vê rojê me û ev cara yekem beşdariyê şahiya Hezar Defê dibim. Hebûna jinan xurt bû û ew ji deverên cuda tevî astengiyan berê xwe dan cihê şahiyê. Bi hêvî ne ku di salên pêş de ev derfet carek din çêbibe û şahiyên xwe li dar bixin."
'Cihê serbilindiyê ye’
Şhîn Rehêmî ku bi xwe ji gundê Pelnegan e hestên xwe ji bo şahiyê wiha anî ziman: "Ev cara sêyemîn ku şahiya Hezar Def li Pelengan tê lidarxisitin. Em kêfxweş in ku mêvanên ji deverên cûda tên gund û pêşwaziya wan dikin. Nêzîkî deh salan e ez karê def lêdanê dikim. Ez pêşwaziya muzîkjenên jin dikim ku ji deverên cûda hatine vir. Em bi tena serê xwe fêrî lêdana defê bûn. Piraniya jinên gund defê didin û ev ji bo me cihê serbilindiyê ye."