Şadiye Ebûbekir: Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kilîta çareseriyê ye
Mamosteya zanîngehê Şadiye Ebûbekir têkildarî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kilîta çareseriya hemû herêmên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye.”
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – 27 sal di ser komploya navnetweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas bû. Her wiha li ser biryara binpêkirinê ya ku di sala 2014’an de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve derbarê "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatibû dayîn de, 12 sal derbas bûn. Lê belê Tirkiyeyê heta niha ji bo bicîhanîna mafê heviyê an verastkirina qanûnî tu amadekarî nekiriye. Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz anîbû ziman ku di rapora ku Komîsyona Meclîsê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade dike de, dê pêşniyara pêkanîna "mafê hêviyê" cih bigire.
‘Hêzên serdest ji Rêber Ocalan tirsiyan ji ber wê girtin’
Mamosteya zanîngehê Şadiye Ebûbekir diyar kir ku ev 27 sal e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmralî tê ragirtin û got: “Ev girtin ne girtinek asayî bû, komployek navneteweyî bû. Beriya girtinê dewleta Tirk gelek zext li welatên navneteweyî kir ku radestî wan bikin û dewleta Tirk got: ‘welatên serdest rê da, em Ocalan bigrin.’ Dewletên Navneteweyî Rêber Ocalan radestî dewleta Tirk kir. An Tirkiye bi tenê nedikarî, hêzên serdest ji Rêber Ocalan ditirsiyan.”
‘Divê mafê hêviyê bê dayîn’
Şadiye Ebûbekir têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi bîr xist ku mafê hêviyê ji bo ew kesên ku 20 salan di girtîgehê de mane û temenê wan di ser 70 salî re ye tê dayîn û wiha domand: “Lê belê ew madeya ku Rêber Ocalan pê hatî girtin madeya terorê ye, ev jî madeyek ku dewlet dikare li gorî daxwaza xwe vekêşe û çawa bixwazin wisa nêz bibin. Rêber Ocalan ji vê zêdetir ev 27 sale tê girtin. Bi sê awayan dikare ji vî mafî sûd bigre. Dikare di bin çavdêriyê de, an jî bi şert û an jî bi awayek bê şert bi asayî, bi awayek fîzîkî azad bibe. Lê belê dewleta Tirk vê naxwaze. Piştî Rêber Ocalan hate girtin, di sala 2003’yan de bi fermî daxwaz hate kirin ku Rêber Ocalan sûdê ji mafê hêviyê bigre, lê belê parlemetoya Ewropayê di sala 2014’an de bersiv da. Ev belgeya herî mezin e ku rola mezin a welatên serdest di mayîna Rêber Ocalan li girtîgehê de heye. Dikarin zêdetir li ser vê dosyayê kar bikin, lê belê berovajî wê, bi ti awayî hewl nadin. Ji ber ku Rêber Ocalan wek metirsî dibînin.”
‘Desthilata Tirk fêm kir aştî pêwîst e’
Şadiye Ebûbekir têkildarî pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê jî balkişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Têkildarî pêvajoya aştiyê û hatina pêş a Rêber Apo ji bo çareserkirina pirgirêka Kurd li Bakur, bê guman Tirkiye di nava xwe de di aliyê aborî, siyasî û civakî de têk çûye, ji ber vê jî desthilata Tirk êdî fêm kir ku aştî pêwîst e. Li aliyê bandora Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê wisa kir ku Tirkiye bitirse ku ev belavî Bakurê Kurdistanê bibe. Ji ber wê Tirkiyê vê pêvajoya aştiyê qebûl kiriye ku bi awayê ku ew çawa dixwaze û di berjewendiyê xwe de be, ne bi awayê ku Kurd dixwazin. Piştî destpêkirina pêvajoya aştiyê pêvajo gelek hêdî meşiya û ji aliyê dewleta Tirk ve ti gavek şênber nehate avêtin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku pêvajo sekiniye, lê belê divê em bi awayê ku dê bighê armancê bigrin dest. Ji ber her tim pêvajoya aştiyê ji şeran gelek baştir e. Divê Kurd bi zimanek din û rêyên aştiyane mafê xwe bi dest bixin. Pêvajoya aştiyê di raya giştî de gevek girîng bû da fêmkirin ku divê gotina terorîst ya li ser Tevgera Kurd heta niha hatî barkirin bê rakirin. Ji ber gelê Kurd ji dîrokê heta niha her tim rastî terorê hatiye. Her wiha Kurdan daxwaza mafê xwe yê rewa kirine. Çek ji bo aştiyê rakirine, ger aştî çêbibe wê Kurd bi kêfxweşî çekê deynin.”
‘Rêber Apo li girtîgehê felsefeya jiyanê pêşkêşî gelê Kurd kir’
Şadiye Ebûsekir di dawiya axaftina xwe de li ser girîngiya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û wiha got: “Rast e girtina Rêber Ocalan bandorek mezin li gelê Kurd kir, lê belê Rêber Apo li girtîgehê felsefeya jiyanê pêşkêşî gelê Kurd kiriye û Kurd fêrî wê kiriye ku li beramberî tukesî serî ne tewînin. Her wiha azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, kilîta çareseriya hemû herêmên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye.”